Karên Şandiya
15 Hine şagirt ji Cihûstanê hatin û destpêkirin bira usa hîn kin: “Hergê hûn li gora edetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûnê nikaribin xilaz bin”. 2 Lê çimkî nihêrandina wan ji nihêrandina Pawlos û Barnabas cude dibû, nav wanda dew pêşda hat. Lema jî hate safîkirinê, ku Pawlos û Barnabas tevî çend bira ji bo vê pirsê herin Orşelîmê bal şandiya û rûspiya.
3 Civatê ewana verêkirin û wana riya xwe berdewam kir nav Fînîkya û Sameryayêra derbaz bûn. Wana birara hûr bi hûr derheqa vê yekê gilî dikir, ku kesên ji miletên din çawa bûne bawermend. Evê yekê hemû bira gelek şa dikir. 4 Gava ewana gihîştine Orşelîmê, aliyê civatêda, şandiya û rûspiyada bi dilgermî hatine qebûlkirinê, û hemû tiştên ku Xwedê bi wan kiribû, wanra gilî kirin. 5 Lê hine bawermendên ku berê piştgirên hînkirinên Fêrisiya* bûn, ji ciyên xwe rabûn û gotin: “Gerekê ewana bêne sinetkirinê û wanra temî bê dayînê, ku xwe li Qanûna Mûsa bigirin”.
6 Hingê şandî û rûspî top bûn, wekî vê pirsê şêwir kin. 7 Pey şêwirkirin û dew-doza dirêjra, Petrûs rabû û wanra got: “Birano, çawa ku hûn zanin, Xwedê berêda nav weda ez bijartime, wekî merivên ji miletên din mizgîniyê ji devê min bibihên û bawer bikin. 8 Û Xwedêyê ku dila zane, nîşan kir wekî ew wana qebûl dike gava ruhê pîroz da wan jî. 9 Ewî tu firqî nekire nava me û wanda, û dilê wan bi baweriyê paqij kir. 10 Îja hûn çira Xwedê dicêribînin û nîrekî usa datînin ser stiyê şagirta, ku ne kal-bavên me karibûne bivin, ne jî me? 11 Lê em bawer in ku bi saya qenciya mezin ya Xudan Îsa, em hatine xilazkirinê, usa jî ewana wê bêne xilazkirinê”.
12 Ser van giliya temamiya komê xwe ker kir. Wana guh da Barnabas û Pawlos, bi destê kîjana Xwedê nav miletên dinda gelek nîşan û keremet kiribûn. 13 Gava wana xeberdana xwe xilaz kir, Aqûb got: “Birano, guh bidine min. 14 Şimhûn hûr bi hûr gilî kir ku Xwedê çawa cara pêşin dîna xwe da miletên din, wekî nav wanda cimetekê bona navê xwe top ke. 15 Ew yek û gotinên pêxembera jî li hev digirin, çawa nivîsar e: 16 ‘Paşî van tişta ezê vegerim û mala* Dawide hilşiyayî, dîsa rakim. Ezê parên wêye hilşiyayî tezeda ava kim, 17 wekî kesên mayî û merivên ji hemû mileta, yên ku navê min ser wan e, bi xîret Yehowa bigerin. Vê yekê Yehowa dibêje, yê ku van tişta dike, 18 çi ku hê ji berêda eyan e’. 19 Lema jî ez difikirim, wekî em gerekê barê merivên ji miletên din giran nekin, yên ku têne ser riya Xwedê. 20 Lê em wanra binivîsin ku gerekê ewana ji tiştên pûtparistiyêva girêdayî, ji zinêkariyê,* ji goştê heywanên mirar* û ji xûnê xwe dûr bigirin. 21 Çimkî hê wedê berêda her bajarîda gotinên Mûsa têne elamkirinê, û her Şemî* kinîştada* bi dengê bilind têne xwendinê”.
22 Hingê şandî û rûspiya tevî temamiya civatê safî kirin, ku nav xweda çend meriva bijbêrin, wekî tevî Pawlos û Barnabas bişînin Entakyayê. Wana Cihûdayê ku jêra Barsabo digotin û Sîlas, yên ku nav birada rêberiya civatê dikirin, bijartin, û tevî wan şandin. 23 Wana tevî wan ev neme şand:
“Em birên weyî şandî û rûspî, silavên germ dişînin we, birên ji miletên dinra, yên ku Entakyayê, Sûryayê, û Kîlîkyayêda dijîn! 24 Me bihîstiye ku hinek ji me hatine û bi giliyên xwe dilê we teng kirine û serê we tevlihev kirine, lê me tu rêberî nedaye wan. 25 Lema jî me tevayî safî kir, wekî bira bijbêrin, û tevî birên meyî delal Barnabas û Pawlos, bişînin bal we. 26 Evan bira ji bo xatirê navê Xudanê me Îsa Mesîh emirê xwe kirine bin xofê. 27 Em Cihûda û Sîlas dişînin, wekî ewana jî wan tişta wera bêjin. 28 Ruhê pîroz alî me kir ku em bigihîjine vê nêtê, wekî barê we diha giran nekin, xêncî van tiştên ferz: 29 Ji tiştên ku pûtara hatine qurbankirinê, ji xûnê, ji goştê heywanên mirar û ji zinêkariyê xwe dûr bigirin. Hergê hûn usa bikin, jîyîna we wê baş be. Bira Xwedê sihet-qewatê bide we!”
30 Ev bira rê ketin û gihîştine Entakyayê. Wana temamiya komê tevayî top kir û ev neme dane wan. 31 Çaxê wana ev nema hêlankirinê xwendin, gelek şa bûn. 32 Cihûda û Sîlas, yên ku xwexa jî pêxember bûn, bi gotarên xwe bira hêlan kirin û dilê wan qewî kirin. 33 Çaxê ewana çendekê wêderê man, bira ew bi edilayî verêkirin û şandine Orşelîmê. 34* —— 35 Lê Pawlos û Barnabas Entakyayêda man. Wana hîn dikir û tevî gelekên din mizgîniya derheqa xebera Yehowa bela dikirin.
36 Çend roj şûnda, Pawlos Barnabasra got: “Were em vegerin, û her bajarîda kîderê ku me xebera Yehowa bela kiriye, teseliya bira bikin û bivînin hela ewana çawa nin”. 37 Barnabas xwest Yûhennayê ku jêra Markos dihate gotinê, tevî xwe bive. 38 Lê Pawlos nedixwest wekî Markos tevî wan here, çimkî ew Pamfîlyayêda ji wan qetiya û tevî wan şixul nekir. 39 Ji bo vê yekê orta Pawlos û Barnabasda deweke mezin pêşda hat, û ewana ji hev qetiyan. Barnabas tevî xwe Markos bir û pê gemiyê çû Kîprûsê. 40 Lê Pawlos Sîlas bijart, û paşî wê yekê ku bira dua kiribûn, wekî Yehowa qenciya xweye mezin ji Pawlos kêm neke, rê ketin. 41 Ew Sûryayêra û Kîlîkyayêra derbaz bû, û civat qewî dikirin.