2 Tîmotêyo
4 Gava Mesîh Îsa xuya be û Padşatiya xweda serwêrtiyê bike, ewê dîwana saxa û miriya bike. Ez ber Xwedê û ber Mesîh Îsa temiyê didime te: 2 Xebera Xwedê elam ke. Vê yekê tu bi xîret bike him rojên başda, him jî rojên çetinda. Bi temamiya sebirê û ça dersdarekî baş meriva rast ke, şaşiyên wan bide rûyê wan û hêlana bide wan. 3 Çimkî wext wê bê ku meriv hînkirina rast* qebûl nekin, lê wê xwestinên dilê xwera dersdarên usa bicivînin, yên ku tiştên li guhê wan xweş tên, hîn kin. 4 Ewana wê îda guh nedine rastiyê û bikevine pey çîroka. 5 Lê tu her tiştîda ser hişê xwe bimîne, teyax ke, mizgîniyê bela ke* û xizmetiya xwe rind bîne sêrî.
6 Çimkî ez mîna pêşkêşa rijandinê ser qurbangehê tême rêtinê, û wedê çûyîna min gelek nêzîk e. 7 Min rind şer kir, reva xwe xilaz kir, û baweriya xwe xwey kir. 8 Xudan, yê ku hakimê heq e, îda hazir e tac bide min. Ev tac bona kesên rast e. Û Xudan wê evî tacî roja dîwanêda çawa xelat bide min. Ewê vê xelatê ne tenê bide min, lê wê usa jî bide hemû kesên ku hizreta xuyabûna wî ne.
9 Çi ji destê te tê bike, wekî zû bêyî cem min. 10 Çimkî Dîmas ev dinya hez kir û ez hîştim çû Têsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî çû Dalmetyayê. 11 Tenê Lûqa cem min e. Markos tevî xwe bîne, çimkî ew xizmetiyêda kêrî min tê. 12 Min Tixîko şande Efesê. 13 Gava tu bêyî, tevî xwe potê* min bîne, kîjan ku min Troyayêda bal Karpos hîştibû. Usa jî kitêbên gulometkkirî, îlahî yên çerm, xwera bîne.
14 Skenderê sifirker minra gelek xirabî kir. Yehowa wê weke kirên wî bîne pêşiya wî. 15 Tu jî xwe ji wî biparêze, çimkî ew gelek miqabilî gotinên me rabû.
16 Cara pêşin, gava min xwe diparast, kesekî pişta min negirt, hemûya ez hîştim çûn. Bira ev yek wanra gune neyê hesabê! 17 Lê Xudan kêleka min disekinî û qewat dida min, ku ez bikaribim xizmetiya xwe bi temamî bînim sêrî, wekî hemû milet mizgîniyê bibihên. Û Xudan ez ji devê şêr xilaz kirim. 18 Ewê min ji her tiştê xirab aza ke û wê min bona Padşatiya xweye ezmanî xilaz ke. Bira heta-hetayê wîra rûmet bê dayînê. Amîn.
19 Aliyê minda Prîskayê û Ekîla, usa jî mala Onîsîforo silav ke.
20 Êrasto Korintêda ma. Û min Trofîmo Mîletosêda hîşt, çimkî ew nexweş bû. 21 Çi ji destê te tê bike, wekî tu pêşiya zivistanê bêyî bal min.
Eybûlo te silav dike. Usa jî Pûdês, Lînos, Klawdiya û hemû bira jî te silav dikin.
22 Bira Xudan tevî te be bona vî ruhî, kîjanî tu didî kifşê. Û bira kerema wîye mezin ser te be.