Li Gora Lûqa
23 Hingê gişk rabûn û Îsa birine cem Pîlato. 2 Paşê wana destpêkir wî sûcdar kin û digotin: “Me dît ku ev meriv miletê me miqabilî dewletê radike, nahêle wekî xerc bidine Qeyser, û ser xwe dibêje, ku ew e Mesîh, padşa”. 3 Û Pîlato ji wî pirsî: “Tu yî Padşê Cihûya?” Ewî cab da: “Tu xwexa dibêjî”. 4 Hingê Pîlato serokên kahînara û xelqêra got: “Ez tu neheqiyê vî merivîda navînim”. 5 Lê ewana ser ya xwe man û gotin: “Ewî temamiya Cihûstanê, ji Celîlê heta vira, bi hînkirinên xwe cimet tevîhev kiriye”. 6 Gava Pîlato ev yek bihîst, pirsî hela ev meriv ji Celîlê ye. 7 Çaxê ew pêhesiya, ku ew ji vê herêmê ye, ku bin hukumê Hêrodesda ye, ewî ew şande cem Hêrodes, yê ku hingê Orşelîmêda bû.
8 Gava Hêrodes Îsa dît, zef şa bû. Ewî zûdava dixwest Îsa bivîne, çimkî gelek tişt derheqa wî bihîstibû û hizret bû, ku Îsa ber wî keremetekê bike. 9 Ewî gelek pirs dane wî, lê Îsa tu cab neda wî. 10 Lê serokên kahîna û qanûnzan radibûn ser niga û bi hêrs ew sûcdar dikirin. 11 Hingê Hêrodes tevî eskerên xwe Îsa nimiz kir, kincên qîmet li wî kir, pê dikeniya, û paşê paşda şande bal Pîlato. 12 Wê rojê Pîlato û Hêrodes, yên ku berê dijminên hev bûn, bûne hevalên hev.
13 Paşê Pîlato gazî serokên kahîna, serwêra û xelqê kir 14 û wanra got: “We ev meriv aniye bal min û dibêjin ku ew cimetê miqabilî dewletê radike. Awa min ber we her tişt ji wî pirsî, lê min tu neheqî wîda nedît. 15 Bi rastî Hêrodes jî tiştek nedît, lema jî ew paşda şande bal me. Ewî merivî tu tiştê ku hêjayî mirinê ye, nekiriye. 16 Lema jî ezê wî bidime ber qamçiya û berdim”. 17* —— 18 Lê hemûya kire qîrîn û gotin: “Wî bikuje û Barabas bona me berde!” 19 (Ew meriv bona miqabilîbûna bajêrda û mêrkujiyê kiribûne kelê.) 20 Pîlato dîsa wanra xeber da, çimkî ewî dixwest Îsa berde. 21 Hingê wana kire qîrîn û digotin: “Wî stûnê xe! Wî stûnê xe!” 22 Cara sisiya ewî wanra got: “Çira? Ewî merivî çi xirabî kiriye? Min wîda tu tiştê hêjayî kuştinê nedît. Lema ezê wî bidime ber qamçiya û berdim”. 23 Lê ewana ser ya xwe man, bi dengekî hê bilind gotin ku gerekê wî stûnê xin, û wana usa dikire qîrîn, ku 24 Pîlato safî kir xwestina wan bîne sêrî. 25 Ewî bona wan ew meriv berda, yê ku bona miqabilîbûnê û mêrkujiyê kiribûne kelê, lê Îsa hîşt ser xwestina dilê wan.
26 Gava eskera ew dibir, wana kesekî bi navê Şimhûnê Kûrênî, yê ku ji zeviyê dihat, girtin û stûn danîne ser pişta wî, wekî ew vê stûnê pey Îsa bive. 27 Gelek meriv pey wî diçûn, û nav wanda jin jî hebûn, yên ku sîngên xwe dixistin û ser wîda digiriyan. 28 Îsa li van jina zivirî û got: “Qîzên Orşelîmê, ser minda negirîn. Ser xwe û zarên xweda bigirîn. 29 Çimkî roj wê bên ku meriv wê bêjin: ‘Çiqas bextewar in jinên bêzuret, ku zar neanîne û nemêjandine!’ 30 Hingê ewana çiyara wê bêjin: ‘Ser meda bikevin!’, û tepara bêjin: ‘Me veşêrin!’ 31 Hergê ewana van tişta dikin, gava dar hê ter e, lê çaxê dar hişk be wê çi biqewime?”
32 Du merivên din jî, yên ku qaçax bûn, dibirin ku tevî wî bêne mixkirinê. 33 Û gava ewana gihîştine ciyê bi navê “Qaf”, Îsa kêleka wan du qaçaxa ser stûnê mix kirin, yek aliyê wîyî çepê û yê din jî aliyê wîyî rastê bû. 34 Lê Îsa got: “Bavo, bibaxşîne wan, çimkî ewana nizanin çi dikin”. Û eskera peşk avîtin, seva ku kincên wî nav xweda parevekin. 35 Û meriv wêderê sekinî bûn dinihêrîn. Lê seroka qerfên xwe wî dikirin û digotin: “Ewî xelq xilaz kirin; de bira xwe jî xilaz ke, hergê ew e Mesîhê Xwedê, Yê Bijartî”. 36 Eskera jî qerfên xwe wî dikirin. Ewana nêzîkî wî bûn, şerava tirş dirêjî wî kirin 37 û digotin: “Hergê tu Padşê Cihûya yî, de xwe xilaz ke”. 38 Û fêza serê wî jî nivîsar hebû: “Ev Padşê Cihûya ye”.
39 Paşê ji wan qaçaxa yekî destpêkir wî bêhurmet ke û bêje: “Ne tu Mesîh î? De xwe xilaz ke û me jî pêra!” 40 Lê yê din li wî hilat û got: “Tu ji Xwedê natirsî? Te xwexa jî cezayê vî cûreyî standiye! 41 Me anegorî kirên xweyî xirab heqê xwe standiye, lê evî merivî tu xirabî nekiriye”. 42 Û Îsara got: “Îsa, gava tu bikevî Padşatiya xwe, min bîne bîra xwe”. 43 Îsa wîra got: “Ez rast tera dibêjim îro, tuyê tevî min Cinetêda bî”.
44 Nîvro gava sihet nêzîkî donzdeha* bû, terî kete ser rûyê vî erdî û heta nêzîkî siheta sisiya* kişand, 45 çimkî rojê ronayî nedida. Hingê perda paristgehê nîvîda qelişî. 46 Îsa bi dengekî bilind kire gazî û got: “Bavo, ez emirê* xwe didime destê te”. Paşî vê gotinê, ew mir.* 47 Gava sersed dît ku çi qewimî, destpêkir pesinê Xwedê bide û got: “Rastî jî ev merivekî rast bû”. 48 Û gava hemû merivên ku wêderê top bibûn, dîtin ku çi qewimiye, sîngê xwe dixistin û vedigeriyane mal. 49 Hemûyên ku ew nas dikirin, dûrva sekinî bûn. Usa jî jinên ku tevî wî ji Celîlê hatibûn, wêderê bûn û ev tişt dîtin.
50 Wêderê merivek hebû, navê kîjanî Ûsiv bû. Ew endemekî Dîwana Bilind ya Cihûya bû, yê ku merivekî qenc û rast bû. 51 (Ewî merivî piştgiriya şêwira wan û kirên wan nekiribû.) Ew ji Arîmetyayê, ji bajarekî Cihûya bû, û ew hîviya Padşatiya Xwedê bû. 52 Ev meriv çû bal Pîlato û cinyazê Îsa jê xwest. 53 Ewî cinyaz anî xwarê, bi kitanê rind pêça, û danî nav tirba ku zinarda kolayî bû. Wêderê hê tu kes nehatibû danînê. 54 Ew roj, roja Hazirkirinê* bû, û roja Şemiyê* destpêdibû. 55 Lê kulfetên ku tevî Îsa ji Celîlê hatibûn, ewana jî çûne ber tirbê û dîtin çawa cinyazê wî têda hate danînê. 56 Paşê ewana vegeriyan, ku biharet û rûnên bînxweş hazir kin. Lê roja Şemiyê li gora temiyê, ewana rihet dibûn.