Fîlîpiyara
3 Heyneser birano, bi Xudan timê şa bin. Bona min zemet nîne ku ez dîsa wan tişta wera binivîsim, çimkî ev yek bona bêxofiya we ye.
2 Xwe ji merivên heram* dûr bigirin. Xwe ji kesên ku zirarê didin, dûr bigirin. Xwe ji kesên ku bedenê birîndar dikin,* dûr bigirin. 3 Çimkî yên rast sinetkirî, em in, yên ku bin rêberiya ruhê Xwedê xizmetiya pîroz dikin, û em pê Mesîh Îsa firnaq dibin û gumana me ser bedenê* nîne, 4 lê rast bêjim menî hene, ku ez gumana xwe bidime ser bedenê.
Hergê yek difikire, ku meniyên wî hene gumana xwe bide ser bedenê, meniyên min hê zêde hene. 5 Ez roja heyşta hatime sinetkirinê. Ez ji miletê Îsraêl û ji bereka Binyamîn im. Ez Îbranî me û kurê Îbraniya me. Ez Fêrisî bûm, û min hûr bi hûr xwe li Qanûnê digirt. 6 Ez usa xîret bûm, ku min civat dizêrand. Û ez pêkanîna rastiya Qanûnêda bêkêmasî bûm. 7 Lê bona xatirê Mesîh, ew tiştên ku bona min ferz bûn, niha ez bêqîmet* hesab dikim. 8 Bi rastî gava ez van hemû tişta beramberî zanebûna qîmete derheqa Xudanê min Mesîh Îsa dikim, ez hemû tiştên din pûç û vala* hesab dikim. Bona xatirê Mesîh, min terka her tiştî daye û ez wan tişta ça gemar hesab dikim, wekî tevî Mesîh yektiyêda bim, 9 û bibime layîqî wî. Ez rast tême hesabê, ne bona vê yekê ku xwe li Qanûnê digirim, lê bona vê yekê ku ez baweriya xwe Mesîh tînim. Belê, Xwedê me ser hîmê baweriyê rast hesab dike. 10 Nêta min ev e ku ez Mesîh û qewata ku ew ji mirinê rakir, nas bikim û bibime hevparê cefên wî. Ez hela hê jî hazir im ku bi mirineke mîna ya wî bimirim, 11 seva ku hergê bê standinê, ez nav wan kesada bim, yên ku wê berê pêşin ji mirinê rabin.
12 Min ev xelat hê nestandiye, û ez hê kamil nînim. Lê çi ji destê min tê ez dikim, wekî xelata ku Mesîh Îsa bona min bijartiye, bistînim. 13 Birano, ez nafikirim ku min ev xelat îda qazanc kiriye. Lê vê yekêda ez bawer im: Ez tiştên derbazbûyî bîr dikim û dîna xwe didime tiştên pêşiya xwe. 14 Çi ji destê min tê ez dikim, wekî bigihîjime nêta xwe, dêmek xelata jîyîna ezmanî bistînim, ya ku Xwedê dide wan meriva, gazî kîjana kiriye bi saya Mesîh Îsa. 15 Belê, nihêrandina me hemûya, yên ku aliyê ruhanîda gihîştî ne, gerekê usa be. Hergê hûn bi cûrekî din difikirin, Xwedê wê wera nihêrandina rast eşkere ke. 16 Lê em bûne merivne gihîştî, lema jî werên em anegorî vê yekê berdewam kin bimeşin.
17 Birano, wê baş be ku hûn çev bidine min û dîna xwe bidine wan kesa, yên ku anegorî vê meselê dijîn, kîjan ku me wera hîştiye. 18 Çimkî gelek kes xwe didine kifşê ça dijminên stûna cefê ya Mesîh. Berê min gelek car besa wan dikir, lê niha ez derheqa wan bi hêsir xeber didim. 19 Axiriya wan qirbûn e, xwedayê wan zikê* wan e, ewana bi kirên xweye şermî firnaq dibin û tenê derheqa tiştên vê dinyayê difikirin. 20 Lê bajarvantiya me ya ezmanî ye, û em gelek hîviya xilazkarê xwe, Xudan Îsa Mesîh ne, yê ku li ezmana ye. 21 Ew wê bi qewata xweye mezin, ya ku standiye wekî her tiştî bike bin destê xwe, wê bedena meye sist biguhêze û bike mîna bedena xweye rûmet.