Li Gora Metta
7 Îda sûcdar nekin, wekî hûn neyêne sûcdarkirinê. 2 Çimkî hûn çi cûreyî meriva sûcdar kin, Xwedê jî wê usa we sûcdar ke. Û hûn hindava merivada çawa bin, ewana jî wê hindava weda usa bin.* 3 Tu çira qirşik çevê birê xweda divînî, lê kêranê çevê xweda navînî? 4 Yan tu ça dikarî birê xwera bêjî: ‘Were ez qirşik ji çevê te derxim’, gava çevê teda kêran heye? 5 Durû! Pêşiyê kêran ji çevê xwe derxe û paşê tuyê zelal bivînî, ku çawa qirşik ji çevê birê xwe derxî.
6 Tiştên pîroz nedin ber kûçika, û kevirên xweyî qîmet* nevêjin ber xinzîra, seva ku ewana bin nigên xweda pêpes nekin û pey we nekevin, we parçe-parçe nekin.
7 Berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê, berdewam kin bigerin û hûnê bivînin, berdewam kin derî xin û wê ber we vebe. 8 Çimkî kî ku dixwaze, distîne, kî ku digere, divîne, û kî ku derî dixe, ber wî vedibe. 9 Gelo ji we kî wê kevir bide kurê xwe, gava ew nan bixwaze? 10 Yan gelo ewê mer bide wî, gava ew mesî bixwaze? 11 Hergê hûn, merivên gunekar, zanin çawa tiştên baş bidine zarên xwe, lê Bavê weyî li ezmana wê çiqas tiştên baş bide wan, yên ku ji wî dixwazin!
12 Lema çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, gerekê hûn jî bona wan usa bikin. Hema ew e mena Qanûnê û Nivîsarên Pêxembera.
13 Derê tengra derbaz bin, çimkî fire ye ew derî û hêsa ye ew rê, kîjan ku dibe berbi mirinê, û yên ku vî derîra diçin, gelek in. 14 Lê teng e ew derî û zemet e ew rê, kîjan ku dibe berbi jîyînê, û hindik in ewên ku wê rê divînin.
15 Haj pêxemberên qelp hebin, yên ku postê pêzda têne cem we, lê bi rastî gurên har in. 16 Hûnê wana ji kirên wan* nas kin. Qe kesek ji stiriya dikare tiriya yan jî hêjîra biçine? 17 Bi wî avayî, her dara baş berê baş dide, lê her dara xirab berê xirab dide. 18 Dara baş nikare berê xirab bide, û dara xirab jî nikare berê baş bide. 19 Her dara ku berê baş nade, tê birîn û avîtinê nava agir. 20 Belê, hûnê wan pêxemberên qelp ji kirên wan* nas kin.
21 Ne ku her kesê minra dibêje, ‘Xudan, Xudan’, wê bikeve Padşatiya ezmana. Lê tenê ewê ku qirara Bavê minî ezmana tîne sêrî, wê bikevê. 22 Wê rojê, gelek kes wê minra bêjin: ‘Xudan, Xudan, ne me bi navê te pêxembertî dikirin? Ne me bi navê te cin derdixistin? Ne me bi navê te keremet* dikirin?’ 23 Hingê ezê eşkere wanra bêjim: ‘Min hûn tu car nas nekirine! Ji min dûr kevin, xirabno!’
24 Awa, her kesê ku van gotinên min dibihê û tîne sêrî, mîna merivekî serwaxt e, yê ku mala xwe ser zinar ava kir. 25 Baran barî, av rabû û bayê mezin malê xist, lê mal hilneşiya, çimkî ew ser zinar hate avakirinê. 26 Lê her kesê ku van gotinên min dibihê û nayne sêrî, mîna merivekî bêaqil e, yê ku mala xwe ser qûmê ava kir. 27 Baran barî, av rabû û bayê mezin malê xist, mal ket û bi temamî hilşiya”.
28 Gava Îsa gotinên xwe xilaz kir, meriv ser hînkirina wî zendegirtî man, 29 çimkî ewî mîna yekî xweyîhukum ewana hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanên wan.