KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Korintî 7
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Korintî Naveroka Kin

      • “Xwe ji wan hemû tişta paqij kin, çi ku bedenê yan ruh heram dike” (1)

      • Pawlos Korintiyara şa dibe (2-4)

      • Tîto xeberên baş tîne (5-7)

      • Xemgîniya li gora qirara Xwedê û tobekirin (8-16)

2 Korintî 7:1

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Hizkirina Xwedê”, rûp. 93-95

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 45-48

2 Korintî 7:5

Spartin

  • *

    Raste-rast “bedena me”.

2 Korintî 7:11

Spartin

  • *

    Yan “bêsûc in”.

2 Korintî 7:15

Spartin

  • *

    Raste-rast “bi xof û tirs”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Korintî 7:1-16

2 Korintî

7 De îja delalên min, hergê em xweyê van soza ne, werên em xwe ji wan hemû tişta paqij kin, çi ku bedenê yan ruh heram dike, û em bi xofa Xwedê bigihîjine pîroziya kamil.

2 Bira dilê weda bona me cî hebe. Me neheqî tu kesî nekiriye, me tu kes ji rê dernexistiye, me tu kes bona kara xwe nedaye xebatê. 3 Ez vê yekê nabêjim ku we sûcdar kim, ne min îda gotiye, hergê em bimirin yan bijîn jî, hûn dilê meda nin. 4 Ez dikarim aza wera xeber dim. Ez wera gelek firnaq dibim. Dilê min rihet bûye. Nav hemû tengasiyên meda ez bi şabûnê tije me.

5 Belê, gava em gihîştine Makedonyayê, em* nerihet bûn, lê me hemû aliyava telî-tengî kişandin: Derva şer-dew, dilada jî tirs. 6 Lê Xwedayê ku berdiliyê dide kesên dilşkestî, bi hatina Tîto dilê me rihet kir. 7 Lê ne ku tenê bi hatina wî, lê bi vê berdiliyê ku ewî bi saya we standibû.

8 Hergê min bi nema xwe hûn xemgîn kirin jî, ez poşman nabim. Sêrîda ez poşman bûm ji bo wê yekê, ku min hûn xemgîn kirin. Ez zanim wekî xemgîniya we dirêj nekişand. 9 Lê niha ez şa me. Ez şa me ne seva wê yekê, wekî hûn xemgîn bûn, lê seva wê yekê, ku evê xemgîniyê hûn berbi tobekirinê birin. Xemgîniya we li gora qirara Xwedê ye, û bona vê yekê we ji giliyên me tu ziyan nestand. 10 Çimkî xemgîniya li gora qirara Xwedê rê ber meriva vedike, wekî gunên xwe tobe kin û xilaz bin. Lê xemgîniya li gora vê dinyayê mirinê tîne. 11 Ka binihêrin hela xemgîniya li gora qirara Xwedê çawa ser we hukum kiriye: Navê we hatiye temizkirinê, hûn ji tiştên xirab eciz dibin, hûn Xwedê ditirsin, hûn hazir bûn tobe kin, hûn ji dil Xwedêra xizmet dikin û we tiştên nerast rast kirin! Vê yekêda we hemû aliyava nîşan kir, ku hûn temiz in.* 12 Ew nema ku min wera nivîsî, ne bona wî bû, yê ku gune kir, ne jî bona kesê ku hindava wîda neheqî hate kirinê. Lê min ev neme nivîsî, seva ku hûn ber Xwedê nîşan kin, wekî hûn xîret dikin guh bidine me. 13 Bona vê yekê dilê me rihet bûye.

Lê em bona şabûna Tîto hê zêde şa ne, çimkî we hemûya dilê wî qewî kiribû. 14 Min ku Tîtora got wekî ez wera firnaq dibim, ez bona vê yekê şerm nakim. Bona çi jî me ber wî payê we dabû rast derket, çawa hemû tiştên ku me wera gotibû, rast bûn. 15 Usa jî çaxê ew tîne bîra xwe guhdariya we hemûya û çawa we ew bi qedirekî* mezin qebûl kiriye, hezkirina wî hindava weda hê zêde dibe. 16 Ez şa me ku her tiştîda dikarim îtbariya xwe we bînim.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin