Romayara
10 Birano, xwestina dilê min û dua-dirozgên min Xwedêra ew e, ku miletê min xilaz be. 2 Ez dikarim şedetiya vê yekê bidim, ku xîreta wan hindava Xwedêda heye, lê ewana qirara Xwedê bi temamî fem nakin. 3 Wana nizanibû ku ber çevê Xwedê çi rast e û bi nihêrandina xwe dikirin, lema jî wana xwe li rastiya Xwedê nedigirt. 4 Mesîh, xilaziya Qanûnê ye,* lema her kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê rast bê hesabê.
5 Derheqa vê yekê ku ça li gora Qanûnê bigihîjine rastiyê, Mûsa aha dinivîse: “Merivê ku van tişta dike, wê bi saya wan bijî”. 6 Derheqa rastiya ku ji baweriyê tê, Xebera Xwedê usa dibêje: “Dilê xweda nebêje: ‘Kî wê hilkişe li ezmên?’ (wekî Mesîh bîne xwarê), 7 yan, ‘Kî wê dakeve çela bê binî?’ (wekî Mesîh ji mirinê rake)”. 8 Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Xeber nêzîkî te ye, ser zar-zimanê te û dilê teda ye”. Ev “xeber”, xebera baweriyê ye, ya ku em bela dikin. 9 Hergê tu eşkere bêjî wekî Îsa Xudan e, û dilê xweda bawer kî ku Xwedê ew ji mirinê rakiriye, tuyê xilaz bî. 10 Çimkî seva ku tu rast bêyî hesabê, gerekê bi dilê xwe bawer kî, lê seva ku tu xilaz bî, gerekê derheqa baweriya xwe merivara gilî kî.
11 Çimkî Nivîsarên Pîroz usa dibêjin: “Kesê ku wî bawer dike, wê dilşkestî nebe”. 12 Nav Cihû û Yûnanada qe firqî tune. Xudanê hemûya yek e. Ew bi merdanî alî wan hemû kesa dike, yên ku gazî wî dikin. 13 Çimkî “her kesê ku gazî navê Yehowa ke, wê xilaz be”. 14 Lê hergê ewana wî bawer nekin, wê ça gazî wî kin? Û hergê wana derheqa wî qe nebihîstiye, wê ça baweriya xwe wî bînin? Lê hergê kesek derheqa wî elam neke, wê çawa ewana bibihên? 15 Û wê çawa elam kin, hergê neyêne şandinê? Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Çiqas xweş e bivînin kesên* ku mizgîniyê bela dikin!”
16 Lê hemûya mizgînî qebûl nekir. Çimkî Îşaya got: “Yehowa, kê xebera me bawer kiriye?” 17 Awa bawerî ji bihîstinê tê, û seva meriv bibihên, gerekê xebera derheqa Mesîh bê belakirinê. 18 Lê ez derheqa Îsraêlê dipirsim: Gelo mecala wan tune bû, ku bibihên? Belê, mecala wan hebû. Çimkî Nivîsarên Pîroz usa dibêjin: “Dengê wan temamiya dinyayêda hate bihîstinê, û xebera wan gihîşte hemû qulbên dinyayê”. 19 Lê ez dipirsim: Gelo Îsraêlê fem nekir? Pêşiyê Mûsa got: “Ezê usa bikim ku hûn hevsûdiya wan bikin, yên ku milet nînin. Ezê pê miletekî bêfem hêrsa we rakim”. 20 Paşê Îşaya bi mêrxasî got: “Kesên ku ez nedigeriyam, wana ez dîtim; kesên ku bona min nedipirsîn, ez nas kirim”. 21 Lê ew derheqa Îsraêlê usa dibêje: “Temamiya rojê min destê xwe dirêjî merivên neguhdar û serhişka dikir”.