Li Gora Markos
5 Paşê ewana derbazî aliyê berêyî din bûn, û gihîştine herêma Girasîniya. 2 Hema ça Îsa ji qeyîkê peya bû, merivekî cinaketî* ji nava mezela hate pêşiya wî. 3 Ew nava mezelada dima, û heta wê demê tu kesî nikaribû wî bi zincîra girêda. 4 Dest û nigên wî gelek cara bi zincîra girêdidan, lê ewî her car zincîr diqetandin û qeyd dişkênandin. Û tu kesî nikaribû ew zeft kira. 5 Ewî şev û roj nava mezelada û ser çiya dikire qîrîn û xwe bi kevira birîndar dikir. 6 Lê gava ewî dûrva Îsa dît, leze-lez hat ber wî kete ser çoka, 7 bi dengekî bilind kire qîrîn û got: “Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurê Xwedayê Herî Jorin? Ber Xwedê sond bixwe, wekî tuyê min neçerçirînî!” 8 Ewî ev yek got, çimkî Îsa cinra gotibû: “Ji vî merivî derkeve!” 9 Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Ewî cab da: “Navê min Lejyon e,* çimkî em gelek in”. 10 Û ewî lavaya Îsa dikir, ku wana ji vê herêmê dernexe.
11 Wêderê ser çiyê gelek xinzîr* diçêriyan. 12 Lema jî cina reca ji wî kir û gotin: “Me bişîne nava xinzîra, ku em bikevine nav wan”. 13 Îsa jî îzin da wan. Hingê cin ji vî merivî derketin û ketine nav xinzîra. Ew kerî weke 2 000 xinzîra bû, wana xwe jorda avîte berê* û xeniqîn. 14 Şivanên wan revîn û derheqa vê yekê bajar û gundada bela kirin. Meriv hatin ku bi çevê xwe bivînin çi qewimiye. 15 Gava ewana hatine bal Îsa û dîtin merivê ku Lejyoneke cina navda bû, wa rûniştî ye, kincê wî lê ye û ser hişê xwe ye, gelek tirsiyan. 16 Xêncî vê yekê, ewên ku ev yek dîtibûn, wanra gilî kirin ku çi hate serê wî merivê cinaketî û xinzîra. 17 Û wana ji Îsa reca kir, wekî ew ji herêma wan here.
18 Gava Îsa qeyîkêda rûnişt, merivê ku ji cina aza bibû reca kir, ku tevî wî here. 19 Lê Îsa nehîşt ku ew tevî wî here û jêra got: “Vegere mala xwe, cem merivên xwe û wanra hemû tiştî bêje, çi ku Yehowa bona te kir û ça li te hate remê. 20 Ev meriv çû û destpêkir hemû tiştên ku Îsa bona wî kiribû, Dêkapolîsêda* bela ke, û her kes ecêbmayî dima.
21 Îsa bi qeyîkê dîsa derbazî aliyê berêyî din bû. Gava ew hê li ber berê sekinî bû, gelek meriv dora wî top bûn. 22 Serwêrekî kinîştê* jî hat, navê wî Yayîro bû. Gava ewî Îsa dît, xwe avîte nigên wî, 23 gelek car ji wî lava kir û got: “Qîza mine biçûk ber mirinê ye. Ji kerema xwe were û destên xwe dayne ser wê, seva ew qenc be û bijî”. 24 Îsa rex wî ket çû. Gelek meriv jî li pey wî diçûn û der-dorê wî teng dikirin.
25 Wêderê jinek hebû, ku îda 12 sal bû ser xûnê vebibû. 26 Ew destê gelek hekîmada zef çerçirîbû û hemû hebûna xwe xerc kiribû. Dîsa jî halê wê baş nedibû, lê hê xirab bibû. 27 Gava ewê derheqa Îsa bihîst, piştêva hate nava xelqê û dest da kincê wî. 28 Çimkî ewê xwera digot: “Hergê ez destê xwe hema bidim kincê wî, ezê qenc bim”. 29 Derbêra xûna ku jê diçû, sekinî, û ewê texmîn kir wekî ji vê nexweşiya giran qenc bûye.
30 Îsa derbêra fem kir ku qewat ji wî çû. Ew zivirî, xelqê nihêrî û pirsî: “Kî destê xwe da kincê min?” 31 Lê şagirta wîra got: “Tu navînî ku der-dorê te tijî xelq e, lê tu jî dipirsî: ‘Kî destê xwe da min?’” 32 Lê Îsa der-dorê xwe nihêrî, ku bivîne kî ev yek kir. 33 Çaxê evê jinikê fem kir, ku çi tevî wê qewimî, ji tirsa lerizî, hat xwe avîte ber nigên wî û hemû tişt jêra rast got. 34 Îsa wêra got: “Qîza min, baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here, û bira ev nexweşiya giran îda te neçerçirîne”.
35 Gava Îsa hê xeber dida, hine meriv ji mala serwêrê kinîştê hatin û gotin: “Qîza te mir! Îda zemetê nede Dersdar”. 36 Lê gava Îsa ev yek bihîst, serwêrê kinîştêra got: “Netirse, tenê bawer ke!” 37 Îsa nehîşt tu kes tevî wî here, xêncî Petrûs, Aqûb û Yûhennayê birê Aqûb.
38 Çaxê Îsa gihîşte mala vî serwêrê kinîştê, ewî dît wekî meriv dikine qare-qar, digirîn û şînê dikin. 39 Gava ew kete hindur, wanra got: “Hûn çima digirîn û dikine qare-qar? Zar nemiriye, lê raza ye”. 40 Ser vê yekê ewana wî keniyan. Hingê Îsa hemû derxistine derva, lê dê-bavê zarê û şagirtên ku tevî wî bûn xwera birin û kete wêderê, kîderê zar bû. 41 Ewî destê zarê girt û jêra got: “Talîta kûmî”, çi ku tê hesabê: “Keçê, ez tera dibêjim: ‘Rabe!’” 42 Hema wê gavê keçik rabû û geriya. (Ew 12 salî bû.) Kesên ku ev yek dîtin şabûna nigê wan erd ne digirt. 43 Lê Îsa çend cara temî da wan,* ku derheqa vê yekê tu kesîra nebêjin, û got wekî xwarinê bidine keçikê.