2 Petrûs
3 Birên delal, ev îda nema mine duda ye ku ez wera dinivîsim. Çawa nema pêşinda, ez dixwazim vê nemêda jî tiştên ku hûn xwexa zanin, bînim bîra we, seva ku we hişyar kim, wekî hûn zelal bifikirin. 2 Ev yek wê alî we bike ku hûn giliyên pêxemberên amin û temiya Xudan û Xilazkarê me, yên ku bi saya şandiya wera hatine dayînê, bînin bîra xwe. 3 Hûn gerekê vê yekê bizanibin: Rojên xilaziyêda* meriv wê ser tiştên qenc bikenin û li gora xwestinên xwe xirabiyê bikin, 4 û wê usa bêjin: “Ewî soz da ku wê bê, lê ka? Ji wextê ku kal-bavên me mirin, her tişt çawa ku destpêka dinyayêda bû, hema usa dimîne”.
5 Lê ewana bi hemdê xwe pişt guhê xweva davêjin vê yekê, ku berêda erd û ezman hebûn, û wekî erd bi gotina Xwedê ji nav avê derket û nava avêda qewî sekinî, 6 û paşê gava temamiya erdê dîsa kete bin avê, merivên hingê qir bûn. 7 Lê erd û ezmanên ku niha hene, dîsa bi vê gotinê bona qirkirina bi agir têne xweykirinê, û têne hîştinê heta roja dîwanê û qirkirina merivên ku Xwedê natirsin.
8 Lê dîsa jî, birên delal, vê yekê bîr nekin: Bona Yehowa rojek mîna hezar salî ye û hezar sal mîna rojekê ye. 9 Hine kes difikirin ku Yehowa pêkanîna sozê xwe derengî dixe, lê usa nîne. Ew hindava weda bi sebir e, çimkî naxwaze ku kesek bimire, lê dixwaze gişk jî tobe kin. 10 Roja Yehowa wê mîna dizekî bê. Hingê ezman wê bi gure-gureke mezin betavebe, û tiştên li ezmên û ser erdê wê bişewitin û wêran bin. Erd û kirên ser erdê, wê eşkere bin.
11 Ji bo vê yekê ku hemû tişt wê bêne wêrankirinê, rind bifikirin ku hûn gerekê merivne çawa bin. Hûn gerekê rabûn-rûniştina xweda pîroz bin û Xwedêra amin bin. 12 Xêncî vê yekê, hîviya roja Yehowa bin û wê rojê bîr nekin. Wê rojê ezman wê nav agirda wêran be, û tiştên ser erdê û ezmana wê ji germa qayîm bihelin! 13 Lê em li gora sozê wî, hîviya erd û ezmanekî nû ne, û ser erdê û ezmana rastî wê hebe.
14 Lema birên delal, heta hûn hîviya van tişta ne, çi ji destê we tê bikin, wekî axiriyêda ber çevê Xwedê bêleke, bêkêmasî û edilayêda bin. 15 Xêncî vê yekê, sebira Xudanê me ça xilazbûna xwe hesab kin. Birê meyî delal Pawlos jî ew tişt wera nivîsî, li gora bîlaniya ku ewî ji Xwedê standiye. 16 Pawlos hemû nemên xweda besa wan tişta dike. Lê van nemada hine tişt hene ku femkirina wan çetin e. Merivên nezan û yên ku baweriyêda sist in, van tişta û usa jî Nivîsarên Pîroze mayîn nerast şirovedikin, û bi vê yekê dibine sebebê qirkirina xwe.
17 Lema jî birên delal, hûn ku van tişta hê pêşda zanin, haj xwe hebin wekî hînkirinên qelp yên merivên xirab we ji rê dernexin, û wekî hûn ji hîmê ku qewî sekinî ne, nekevin. 18 Lê berdewam kin usa bijîn, wekî hûn kerema mezin ji Xudan û Xilazkarê me Îsa Mesîh hê zêde bistînin, û zanebûna xwe derheqa wî zêde kin. Bira him niha, him jî heta-hetayê wîra rûmet bê dayînê. Amîn.