Li gora Yûhenna
20 Roja pêşin ya heftiyê, sibehê zû gava hê terî bû, Meryema Megdelanî çû ber tirbê, û dît wekî kevirê ber tirbê îda wêdakirî ye. 2 Ew reve-rev çû bal Şimhûn Petrûs û şagirtê din, yê ku Îsa lê hez dikir, û wanra got: “Xudan ji tirbê derxistine, û em nizanin ew danîne kîderê”.
3 Hingê Petrûs û şagirtê din berbi tirbê çûn. 4 Herdu hevra revîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir reviya û ew pêşiyê gihîşte ber tirbê. 5 Ewî xwe qûz kir, li hindur nihêrî û perçên kitanî wêderê dît, lê nekete hundur. 6 Paşê Şimhûn Petrûs jî ku pey wî dihat, kete hindurê tirbê û dît perçên kitanî wêderê ne. 7 Perçê serê wî ne ku tevî perçên din bû, lê qetkirî alîkî danî bû. 8 Paşê şagirtê din jî, yê ku pêşiyê hatibû ber tirbê kete hundur, dît û bawer kir. 9 Lê wana hê ev nivîsar ku Îsa gerekê ji mirinê bihata rakirinê, fem nekiribûn. 10 Paşê şagirt vegeriyane malên xwe.
11 Lê Meryem derva ber tirbê sekinî bû û digiriya. Ewê bi girî xwe qûz kir, wekî hindurê tirbê binihêre. 12 Û ewê dît ku du melekên pê kincên sipî, li ciyê ku cinyazê Îsa wêderê bû rûniştine, yek ber sêrî û yê din binpiyê. 13 Meleka ji wê pirsî: “Tu çima digiriyî?” Ewê cab da: “Xudanê min derxistine, û ez nizanim ku ew danîne kîderê”. 14 Gava ewê ew yek got, pişt xweva zivirî û wêderê Îsa sekinî dît, lê ewê fem nekir ku ew Îsa ye. 15 Îsa ji wê pirsî: “Tu çima digiriyî? Tu kê digerî?” Meryemê tirê ew baxçevan e, û ewê wîra got: “Ezxulam, hergê te cinyazê wî hildaye, minra bêje te ew daniye kîderê, û ezê wî bivim”. 16 Îsa wêra got: “Meryem!” Ewê berê xwe dayê û bi Îbranî jêra got: “Rebbûnî!” (çi ku tê hesabê “Dersdar!”) 17 Îsa jêra got: “Min berde, çimkî ez hê hilnekişiyame cem Bav. Lê here cem birên min û wanra bêje: ‘Ez hildikişim cem Bavê xwe û Bavê we, cem Xwedayê xwe û Xwedayê we’”. 18 Meryema Megdelanî hate bal şagirta û wanra got: “Min Xudan dît!” Û tiştên ku Îsa jêra gotibû, wanra gilî kir.
19 Xût vê êvarê, roja pêşin ya heftiyê, şagirt li hev top bûn û ji tirsa Cihûya derî dadan. Hingê Îsa hat, nava wanda sekinî û gote wan: “Silav li we”.* 20 Paşî van giliya, ewî destên xwe û kêleka xwe nîşanî wan kir. Hingê şagirt gelek şa bûn gava Xudan dîtin. 21 Îsa dîsa wanra got: “Silav li we. Çawa ku Bav ez şandime, ez jî we dişînim”. 22 Paşê ewî pifî ser wan kir û got: “Ruhê pîroz bistînin. 23 Hergê hûn gunên kesekî bibaxşîninê, ew baxşandî ne. Lê hergê hûn gunên kesekî nebaxşîninê, ew nebaxşandî ne”.
24 Lê Tûmayê ku yek ji Donzdeha* bû û jêra “Cêwî” digotin, tevî wan nîbû çaxê Îsa hat. 25 Şagirtên din wîra gotin: “Me Xudan dît!” Lê ewî wanra got: “Heta ez ser destên wî birînên* ji mixa nevînim, tiliya xwe nedime van birîna, û destê xwe nedime kêleka wî, ezê tu car bawer nekim”.
26 Paşî şeş roja, şagirtên wî dîsa malekêda bûn, û vê carê Tûma tevî wan bû. Rast e derî dadayî bûn, lê Îsa hat nav wanda sekinî û got: “Silav li we”. 27 Paşê ewî Tûmara got: “Tiliya xwe bide destên min, û destên min binihêre, destê xwe bide kêleka min, û îda dudilî nebe, lê bawer ke”. 28 Tûma jî wîra got: “Xudanê min û Xwedayê min!” 29 Îsa jêra got: “Te ez dîtim, lema te bawer kir? Çiqas bextewar in kesên ku nedîtine, lê yeke bawer dikin”.
30 Hemikî Îsa ber şagirta gelek keremetên din jî kirin, kîjan ku vê kitêba gulometkkirîda nehatine nivîsarê. 31 Lê ev tişt hatine nivîsarê, wekî hûn bawer kin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye, û bi vê baweriyê hûn bi navê wî jîyînê bistînin.