Li gora Yûhenna
21 Paşî vê yekê, Îsa ber bera Teberyayê dîsa şagirtara xuya bû. Ev vî cûreyî qewimî: 2 Şimhûn Petrûs, Tûma (kîjanîra “Cêwî” digotin), Natanyêlê ji Kanaya Celîlê, kurên Zebedî û du şagirtên din tevayî wêderê bûn. 3 Şimhûn Petrûs wanra got: “Ez diçim mesiya bigirim”. Wana jêra got: “Em jî tevî te tên”. Ewana çûn ketine qeyîkê, lê temamiya şevê tu tişt negirtin.
4 Lê gava sibeh safî dibû, Îsa ber devê berê sekinî bû, lê şagirta ew nas nekirin. 5 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Dostno,* bal we xwarin heye?” Wana jî cab da: “Na!” 6 Ewî wanra got: “Torê bavêjine aliyê qeyîkêyî rastê, û hûnê mesiya bigirin”. Wana tor avît, lê nikaribûn torê bikişînin, çimkî mesî gelek bûn. 7 Hingê ew şagirtê ku Îsa lê hez dikir, Petrûsra got: “Ev Xudan e!” Gava Şimhûn Petrûs ev yek bihîst, kincê xwe avîte ser xwe, çimkî ew nîv tezî bû, û xwe avîte avê. 8 Lê şagirtên din pê qeyîka biçûk tora tije mesî li pey xwe kişandin. Ewana ji devê berê dûr nîbûn, lê qasî 100 mêtrî dûr bûn.
9 Gava ewana derketine ber devê berê, wêderê wana nan dît û mesî ser agirê komirê. 10 Îsa wanra got: “Hinek ji wan mesiyên ku we hêja girtine, bînin”. 11 Hingê Şimhûn Petrûs kete qeyîkê û tora ku bi 153 mesiyên mezin tije bû, kişande ber devê berê. Rast e mesî gelek bûn, lê tor neqelişî. 12 Îsa wanra got: “Werên teştê bixwin”. Ji şagirta tu kesî newêribû jê bipirsiya: “Tu kî yî?”, çimkî wana zanibû ku ew Xudan e. 13 Îsa nan hilda da wan, û usa jî mesî da wan. 14 Paşî wê yekê ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, ev cara sisiya bû ku ew şagirtara xuya bû.
15 Çaxê wana teştê xwar, Îsa ji Şimhûn Petrûs pirsî: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min ji wan zêdetir hez dikî?” Ewî jî caba wî da: “Erê, Xudan, tu zanî ez te hez dikim”. Hingê Îsa got: “Berxên min biçêrîne”. 16 Îsa cara duda lê pirsî: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min hez dikî?” Ewî got: “Erê, Xudan, tu zanî ez te hez dikim”. Îsa jêra got: “Şivantiyê pezên min bike”. 17 Îsa cara sisiya lê pirsî: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min hez dikî?” Dilê Petrûs êşiya, çimkî Îsa cara sisiya lê pirsî: “Tu min hez dikî?” Ewî got: “Xudan, tu her tiştî zanî. Tu zanî ez te hez dikim”. Îsa wîra got: “Pezên min biçêrîne. 18 Ez rast tera dibêjim, te xortaniya xweda xwexa kincên xwe li xwe dikir û kîderê te dixwest tu digeriyayî. Lê gava tu kal bî, tuyê destê xwe dirêj kî û kesekî din wê kinca li te bike û te bive ciyê ku tu naxwazî”. 19 Ewî ev yek got, seva eyan ke wekî Petrûs wê bi mirina çi cûreyî rûmetê bide Xwedê. Paşî van giliya ewî jêra got: “Berdewam ke pey min were”.
20 Petrûs pişt xweva zivirî û dît ew şagirtê ku Îsa lê hez dikir, pey wan tê. Eva ew şagirt bû, yê ku usa jî wedê şîvê xwe dabû ber sîngê Îsa û gotibû: “Xudan, ew kî ye ku wê nemamiya te bike?” 21 Gava Petrûs ew dît, ji Îsa pirsî: “Xudan, lê ewê ça be?” 22 Îsa caba wî da: “Hergê ez bixwazim ku ew bimîne heta ez bêm, çi îşê te ye? Tu berdewam ke pey min were”. 23 Lema ev gotin nav şagirtên Îsada bela bû, ku ev şagirt wê nemire. Lê Îsa negotibû ku ewê nemire, lê gotibû: “Hergê ez bixwazim ku ew bimîne heta ez bêm, çi îşê te ye?”
24 Eva ew şagirt e, yê ku şedetiya van tişta dide û ev tişt nivîsîne, û em zanin ku şedetiya wî rast e.
25 Bi rastî jî Îsa gelek tiştên din jî kirine. Hergê ew hûr bi hûr bihatana nivîsarê, bi texmîna min ev hemû kitêbên gulometkkirî wê ser dinê cî nebûna.