Li Gora Markos
8 Wan rojada dîsa gelek meriv top bûn, û cem wan tiştek tune bû ku bixwin. Lema Îsa gazî şagirtên xwe kir û wanra got: 2 “Gunê min vê elaletê tê. Îda sê roj e ewana tevî min in, û xwarina wan nemaye. 3 Hergê ez wana birçî bişînime mal, ewana rêda wê qidûm bikevin. Hinek ji wan jî, ji ciyên dûr hatine”. 4 Lê şagirtên wî caba wî dan: “Vî ciyê xewle em ji ku dikarin haqas nan bînin, wekî van meriya têr kin?” 5 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wana got: “Heft”. 6 Îsa merivara got wekî ser erdê rûnên. Paşê ewî heft nan hildan, şikirî da Xwedê, nan ker kirin* û dan şagirtên xwe, û wana jî merivara bela kir. 7 Û çend mesiyên biçûk jî bal wan hebûn. Bona van jî Îsa şikirî da, û got wekî van jî bela kin. 8 Wana xwar û têr bûn. Û çaxê wana nanên bermayî top kir, heft sevetên* mezin tije bûn. 9 Wêderê weke 4 000 mêr bûn. Paşê ewî cimet şand.
10 Îsa derbêra tevî şagirtên xwe kete qeyîkê, û ew çûn gihîştine herêma Dalmanûtayê. 11 Wêderê Fêrisî hatin û destpêkirin wîra bikevine dewê. Seva ku wî bicêribînin, wana ji wî nîşanek ji ezmên dixwest. 12 Kesereke kûr hate Îsa û ewî got: “Çira ev nisil nîşanekê digere? Ez rast dibêjim, vî nisilîra tu nîşan wê neyê dayînê”. 13 Hingê ewî ew hîştin, dîsa kete qeyîkê û derbazî aliyê berêyî din bû.
14 Lê şagirta bîr kiribû nan xwera hildin. Qeyîkêda pêştirî nanekî, tiştekî wanî xwarinê tune bû. 15 Îsa temî li wan kir û got: “Haj xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiya û ji hevîrtirşkê Hêrodes xwey kin”. 16 Hingê şagirt hevra ketine dewê seva wê yekê, ku nan cem wan tune bû. 17 Îsa ev yek dît û gote wan: “Hûn çima hevra dikevine dewê, ku nanê we tune? Hûn heta niha fem nakin? Dilê we bona femkirinê hê hazir nîne? 18 ‘Çevê we hene, hûn navînin? Guhên we hene, hûn nabihên?’ Nayê bîra we, 19 çaxê min bi pênc nana 5 000 mêr têr kirin, we çiqas sevet bermayî tije kirin?” Wana wîra got: “Donzdeh”. 20 “Û çaxê min pê heft nana 4 000 mêr têr kirin, we çend sevetên mezin tijî bermayî top kirin?” Wana wîra got: “Heft”. 21 Ser vê yekê Îsa wanra got: “Hûn hê fem nakin?”
22 Ewana gihîştine Beytsaydayê. Wêderê, meriva yekî kor anî bal Îsa û jê lava kirin, wekî destê xwe bidê. 23 Îsa destê yê kor girt û ew ji gund derxist. Paşê tûyî çevên wî kir, destên xwe danî ser wî û jê pirsî: “Tu tiştekî divînî?” 24 Ewî der-dorê xwe nihêrî û got: “Ez meriva divînim, ewana mîna baxa ne, lê digerin”. 25 Îsa dîsa destên xwe danî ser çevên wî, ew qenc bû û her tişt zelal dît. 26 Ewî ew şande malê û gotê: “Nekeve nava vî gundî”.
27 Îsa tevî şagirtên xwe çû gundên Qeyserya Fîlîpoyê, û rêda ewî ji wan pirsî: “Bi texmîna xelqê, ez kî me?” 28 Wana caba wî da: “Dibêjin Yûhennayê Nixumdar,* lê hinek dibêjin Êlyas, hinek jî dibêjin yek ji pêxembera”. 29 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi difikirin, ez kî me?” Petrûs caba wî da: “Tu Mesîh î”. 30 Hingê ewî sert temî li şagirtên xwe kir, wekî derheqa wî tu kesîra tiştekî nebêjin. 31 Paşê ewî destpêkir şagirtên xwe hîn ke, ku gerekê Kurê însên gelek cefa bikişîne, û ji aliyê rûspiya, serokên kahîna û qanûnzanada bê înkarkirinê, bê kuştinê, û paşî sê roja ji mirinê bê rakirinê. 32 Ewî ev yek zelal digot. Lê Petrûs ew bire alîkî û lê hilat. 33 Hingê Îsa zivirî, şagirtên xwe nihêrî û sert Petrûsra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Çimkî tu ne ku mîna Xwedê difikirî, lê mîna meriva”.
34 Paşê Îsa gazî elaletê û şagirtên xwe kirin û wanra got: “Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê stûna xweye cefê hilgire û pey min bê. 35 Çimkî yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke. Lê yê ku emirê xwe bona xatirê min û bona mizgîniyê unda ke, wê wî xilaz ke. 36 Hergê meriv temamiya dinyayê qazanc ke, û emirê xwe unda ke, kara wî çi ye? 37 Yan jî meriv çi dikare bide, wekî emirê xwe qazanc ke? 38 Kî ku ber vî nisilê neamin û gunekar min û giliyên min şerm bike, Kurê însên jî wê wî şerm bike, gava rûmeta Bavê xweda tevî melekên pîroz bê”.