Li Gora Lûqa
6 Carekê roja Şemiyê* Îsa nava zeviyara derbaz dibû, û şagirtên wî simbilên genim diçinîn, destên xweda difirikandin* û dixwarin. 2 Hingê hine Fêrisiya got: “Çira hûn vê yekê dikin, çi ku qedexe ye roja Şemiyê bikin?” 3 Lê Îsa wanra got: “We nexwendiye Dawid çi kir, çaxê ew û yên tevî wî, birçî bûn? 4 Ew kete mala Xwedê, û nanê pîroz* dane wî, ewî him xwexa xwar, him jî da yên tevî xwe. Ne ev nan hemûyara qedexe bû xêncî kahîna?” 5 Paşê ewî wanra got: “Kurê însên Xudanê roja Şemiyê ye”.
6 Şemîke din, Îsa kete kinîştê û destpêkir hîn ke. Wêderê merivek hebû, ku destê wîyî rastê kişiyayî bû. 7 Çevên qanûnzan û Fêrisiya ser Îsa bûn, hela ewê roja Şemiyê kesekî qenc ke, çimkî wana menî digeriya, seva ku wî neheq kin. 8 Lê ewî zanibû ku ewana çi difikirin, lema merivê destkişiyayîra got: “Rabe û vê ortê bisekine”. Ew jî rabû û wêderê sekinî. 9 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Çi îzin e roja Şemiyê bikin, qenciyê yan xirabiyê? Emir xilaz kin yan bikujin?” 10 Îsa li hemûyên dora xwe nihêrî û wî merivîra got: “Destê xwe dirêj ke”. Ewî jî usa kir, û destê wî qenc bû. 11 Lê ewana gelek hêrs ketin û destpêkirin nav xweda şêwir kin, ku çi bînin serê Îsa.
12 Rojekê Îsa hilkişiya çiyê, wekî dua bike, û ewî temamiya şevê Xwedêra dua dikir. 13 Gava bû roj, ewî gazî şagirtên xwe kir, ji nav wan 12 kes bijartin, û ewana nav kirin şandî: 14 Şimhûn, yê ku ewî navê wî usa jî danî Petrûs, birê wî Endrawis, Aqûb, Yûhenna, Fîlîpo, Bertolomeyo, 15 Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfawo, Şimhûnê ku jêra digotin “yê xîret”, 16 Cihûdayê kurê Aqûb, û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku nemamiya Îsa kir.
17 Îsa tevî wan ji çiyê daket û cîkî dûz sekinî. Wêderê gelek şagirtên wî û cimeteke giran ji temamiya Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji herêma devê bera Sûr û Saydayê top bibûn. Ewana hatin, wekî guh bidine wî û ji nexweşiyên xwe qenc bin. 18 Hela hê merivên cinaketî jî, dihatine qenckirinê. 19 Temamiya elaletê dixwest destê xwe bidine Îsa, çimkî qewat ji wî derdiket û nexweşiyên wan hemûya qenc dikir.
20 Ewî şagirtên xwe nihêrî û got:
“Çiqas bextewar in hûn, yên ku belengaz in, çimkî Padşatiya Xwedê ya we ye.
21 Çiqas bextewar in hûn, yên ku niha birçî ne, çimkî hûnê têr bin.
Çiqas bextewar in hûn, yên ku niha digirîn, çimkî hûnê bikenin.
22 Çiqas bextewar in hûn, gava meriv bona Kurê însên we nefret dikin, we ji nav xwe derdixin, we bêhurmet dikin û navê we xirab dikin. 23 Wê rojê eşq bin û şabûna bifirin,* çimkî xelata mezin li ezmên* hîviya we ye. Kal-bavên wan jî usa serê pêxembera dikirin.
24 Lê wey li we dewletiya, çimkî we dilbîniya xwe bi temamî standiye.
25 Wey li we yên ku niha têr in, çimkî hûnê birçî bin.
Wey li we yên ku niha dikenin, çimkî hûnê şînê bikin û bigirîn.
26 Wey li we, hergê xelq derheqa we qenc xeber didin, çimkî kal-bavên wan derheqa pêxemberên derew jî usa xeber didan.
27 Lê hûn, yên ku guh didine min, ez wera dibêjim: Dijminên xwe hez bikin, û wanra yên ku we nefret dikin, qenciyê bikin, 28 kesên ku nifira li we dikin, dua li wan bikin, û bona kesên ku we bêhurmet dikin, dua bikin. 29 Hergê kesek sîlekê li rûyê te xe, aliyê din jî bide ber. Û hergê kesek potê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bide wî. 30 Kesek ku tiştekî ji te dixwaze, bidê, û kî tiştekî ji te distîne, paşda nexwaze.
31 Çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî bona wan usa bikin.
32 Hergê hûn tenê wana hez dikin, yên ku we hez dikin, îda hûn hîviya çi paya ne? Ne gunekar jî wan meriya hez dikin, yên ku wana hez dikin? 33 Hergê hûn tenê wan meriyara qenciyê bikin, yên ku wera qenciyê dikin, îda hûn hîviya çi paya ne? Ne gunekar jî usa dikin? 34 Û hergê hûn deyn* bidine wan, ji kîjana hûnê dîsa paşda bistînin, îda hûn hîviya çi paya ne? Ne gunekar jî deyn didine gunekara û hîviyê ne ku dîsa bi temamî paşda bistînin? 35 Lê hûn dijminên xwe hez bikin, qenciyê bikin, deynî bidin û hîviya vegerandinê nîbin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibine kurên Xwedayê Jorin, çimkî ew hindava bêşêkira û xiraba jî, qenc e. 36 Dilrem bin, çawa ku Bavê we dilrem e.
37 Usa jî, îda sûcdar nekin, û hûnê neyêne sûcdarkirinê. Loma nekin û lomeyê li we nebe. Bibaxşînin û wê wera bê baxşandinê. 38 Bidin, û wera jî wê bê dayînê. Wê bi pîvaneke tijî hejandî, dewisandî, serî qûç bikine pêşa we. Çimkî hûn hindava merivada çawa bin, ewana jî wê hindava weda usa bin”.*
39 Paşê ewî mesele jî wanra anîn: “Yê kor dikare rêberiyê yekî kor bike? Ne her du jî wê bikevine çelê? 40 Şagirt ji dersdarê xwe mestir nîne; lê her kesê ku baş hatiye hînkirinê, wê bibe mîna dersdarê xwe. 41 Tu çira qirşik çevê birê xweda divînî, lê kêranê çevê xweda navînî? 42 Tu ça dikarî birê xwera bêjî: ‘Birê min, were ez qirşik ji çevê te derxim’, hergê tu kêranê çevê xweda navînî? Durû! Pêşiyê kêran ji çevê xwe derxe û paşê tuyê zelal bivînî, ku çawa qirşik ji çevê birê xwe derxî.
43 Tu dara baş berê xirab nade, û tu dara xirab berê baş nade. 44 Her dar bi berê xwe tê naskirinê. Mesele, meriv ji stiriya, hêjîra naçinin, û ne jî tiriya ji diriya diçinin. 45 Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye. Dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje.
46 Çima hûn minra dibêjin ‘Xudan, Xudan!’, lê tiştên ku ez dibêjim, nakin? 47 Her kesê ku tê bal min, guh dide gotinên min û tîne sêrî, ezê bêjim ku ew mîna kê ye: 48 Ew mîna merivekî ye, yê ku bona avakirina malê, erd kûr kola û hîmê wê ser zinar danî. Gava ava çêm rabû, li malê xist, lê nikaribû mal bihejanda, çimkî ew rind hatibû avakirinê. 49 Lê kesê ku guh dide gotinên min û tiştekî nake, ew mîna merivekî ye, yê ku mal ser erdê bê hîm ava kir. Ava çêm malê xist, ew derbêra hilşiya û bi temamî wêran bû”.