Karên Şandiya
24 Paşî pênc roja, kahînê mezin Hananiya tevî çend rûspiya û gotarvanekî* navê kîjanî Tertûlo bû, hat. Wana welîra şikiyatên Pawlos kirin. 2 Gava gazî Tertûlo kirin, ewî bi van giliya destpêkir şikiyatê Pawlos bike:
“Ya Felîksê Xweyîqedir, bi saya te em edilayêda dijîn, û çimkî tu bi serwaxtiyê serwêrtiyê dikî, ev milet pêşda diçe! 3 Em hertim û hemû dera vê yekê bi şikirdarîke mezin qebûl dikin. 4 Lê seva ku ez serê te zêde neêşînim, emê kin giliyên xwe tera bêjin, û hîvî dikim ji kerema xwe guh bide me. 5 Me fem kir ku ev meriv xeta ye, û tevlihevbûnê dike nav hemû Cihûyên ser temamiya dinyayê. Ew serokê koma Nisretiya ye.* 6 Ewî usa jî dixwest paristgehê heram ke, lema me ew girt. 7* —— 8 Hergê tu ji wî bipirsî, tê xwexa bikaribî ji wî her tiştî bizanibî, hela bona çi em şikiyatê wî dikin”.
9 Cihû jî bi vê sûcdarkirinê razî bûn û gotin, ku ev hemû tişt rast in. 10 Welî nîşan da Pawlos ku xeber de, û ewî cab da:
“Ez zanim ku gelek sal in tu hakimê vî miletî yî, ezê jî bi rezedilî bona xwe caba xwe bidim. 11 Çawa ku tu xwexa dikarî têderxî, weke 12 roj pêşda ez bona hebandinê hatime Orşelîmê. 12 Tu kesî nedîtiye ku ez paristgehêda kesekîra ketime dewê, yan kinîştêda* yan jî bajêrda nav xelqêda tevlihevbûn pêşda aniye. 13 Û niha jî ewana nikarin giliyên xwe îzbat kin, ku çida min neheq dikin. 14 Lê ez tînim ser xwe, wekî çi ku ewana hesab dikin ça koma Nisretiya, xizmetiya mine pîroz e, kîjan ku ez Xwedayê kal-bavên xwera tînim sêrî. Û hemû tiştên ku Qanûnêda û Nivîsarên Pêxemberada nivîsî ne, ez bawer dikim. 15 Ez Xwedêda guman im, çawa ewana jî, wekî hemû kesên rast û nerast wê ji mirinê rabin. Û gumana wan meriva jî, usa ne. 16 Ji bo vê yekê ez hertim xîret dikim, ku îsafa min ber Xwedê û meriva temiz be. 17 Awa paşî gelek sala ez vegeriyame Orşelîmê, wekî qenciyê miletê xwera bikim û Xwedêra qurbana bidim. 18 Gava min ev hemû tişt dikirin, û ez li gora edet paqij bûm, wana ez paristgehêda dîtim. Ez tevî elaletê nîbûm, û ne jî min tevlihevbûn pêşda anî. Lê çend Cihûyên ji Asyayê wêderê bûn. 19 Hergê jî tiştekî wan miqabilî min hebûya, ewana gerekê bihatana ber te şikiyatê min bikirana. 20 Yan jî, bira ev merivên ku vira ne, bêjin wekî gava ez ber Dîwana Bilind ya Cihûya sekinî bûm, wana çi neheqî minda dît, 21 xêncî ku min nav wanda dengê xwe bilind kir û got: ‘Bona baweriya hindava rabûna miriya ez îro ber we tême dîwankirinê!’”
22 Lê çimkî Felîks îda gelek tişt derheqa Riya Xudan* zanibû, ewî ev şixul paş xist û got: “Çaxê serokê eskera Lûsyo bê, ezê hingê bona şixulê we safîkirina xwe bikim”. 23 Ewî ferman da sersed ku Pawlos girtî bihêlin, lê dîsa jî hine azayî bidine wî, û îzinê bidinê ku hevalên wî bona hewcên wî xem bikin.
24 Pey çend rojara, Felîks tevî jina xwe Dirûsîlayê, ya ku Cihû bû, hat. Ewî şande pey Pawlos, wekî guh bide giliyên wî derheqa baweriya hindava Mesîh Îsa. 25 Lê gava Pawlos derheqa rastiyê, xwegirtinê û dîwana axiriyê xeber dida, tirs kete dilê Felîks û ewî got: “Niha tu dikarî herî, lê çaxê wedê min hebe, ezê dîsa gazî te kim”. 26 Him jî ew hîviyê bû ku Pawlos pere bida wî, lema jî gelek cara gazî Pawlos dikir û tevî wî xeber dida. 27 Du sal şûnda, Porkiyo Fêsto dewsa Felîks bû welî. Lê çimkî Felîks dixwest dilê Cihûya bikire, ewî Pawlos girtî hîşt.