2 Korintî
5 Em zanin wekî mala meye ser erdê, dêmek ev kon, wê bê hilşandinê, emê li ezmana cem Xwedê maleke heta-hetayê bistînin, ya ne bi desta çêkirî. 2 Em mala xweye ser erdêda dinalin û hizreta vê yekê ne, ku em mala xweye teze ya li ezmên mîna kinca li xwe kin. 3 Bi vî awayî, gava em wê malê li xwe kin, emê tezî nemînin. 4 Bi rastî, em yên ku vê malêda* nin, bin barekî giranda dinalin. Ne seva vê yekê ku em dixwazin vê malê ça kinc ji xwe bêxin, lê çimkî em dixwazin mala ezmanî bistînin, wekî dewsa bedena ku dimire, jîyîna heta-hetayê be. 5 Xwedê ye, yê ku em bona jîyîneke usa hazir kirine. Ewî ruhê xwe ça soz* bona keremên ku wê bên, daye me.
6 Lema em bawer in û zanin, heta ku em vê bedenêda dijîn, em ji Xudan dûr in. 7 Çimkî em ne li gora tiştên ku em divînin, lê li gora baweriyê dijîn. 8 Erê, em mêrxasiya xwe unda nakin, û dewsa ku em vê bedenêda bin, xwestina me ew e ku em tevî Xudan bijîn. 9 Em tevî wî bijîn yan ji wî dûr bin jî, nêta me ew e ku em wî xweş bên. 10 Çimkî em hemû gerekê ber textê dîwana Mesîh bisekinin. Û her kes wê heqê xwe bistîne anegorî kirên xwe çaxê ew hê bedenêda bû, yên qenc yan xirab.
11 Awa em ku zanin tirsa Xudan çi ye, em hertim meriva didine bawerkirinê ku guh bidine me. Lê Xwedê me rind nas dike, û ez guman im ku hûn* jî me rind nas dikin. 12 Em naxwazin dîsa ber we payê xwe bidin, lê em mecalê didine we, ku hûn mera firnaq bin. Hingê hûnê bikaribin caba wan meriva bidin, yên ku pê tiştên ku çev divîne xwe qure dikin, ne ku pê tiştên dilda. 13 Hergê me hişê xwe unda kiriye, ew bona Xwedê bû. Lê hergê em ser hişê xwe ne, ew bona we ye. 14 Hezkirina Mesîh me hêlan dike, çimkî me fem kiriye, ku merivek bona hemûya mir, çimkî hemû miribûn. 15 Ew bona hemûya mir, wekî kesên ku dijîn îda ne ku bona xwe, lê bona wî bijîn, yê ku bona wan mir û ji mirinê hate rakirinê.
16 Lema nihêrandina me ser meriva îda vê yekêva girêdayî nîne, çi ku em divînin. Û hergê jî me berê ser Mesîh vî cûreyî dinihêrî, em îda usa nakin. 17 Ji bo vê yekê, hergê kesek tevî Mesîh yektiyêda ye, ew efrînekî teze ye. Tiştên kevin derbaz bûn, û va ye tiştên teze hatin. 18 Lê hemû tişt ji Xwedê ne. Ewî bi Mesîh em kirine dostên xwe û ev xizmetî daye me, wekî em alî meriva bikin, ku ewana tevî wî li hev bên. 19 Dêmek Xwedê bi Mesîh tevî dinyayê li hev hat, gunên wan hilneda hesab, û Xwedê ev şixul tesmîlî me kiriye, wekî em xebera derheqa vê lihevhatinê bela kin.
20 Lema jî, dewsa Mesîh em qasidên Xwedê ne, ça bêjî Xwedê pê me gazî meriva dike. Em bi navê Mesîh hîvî dikin: “Tevî Xwedê li hev werên”. 21 Xwedê seva gunên me kesê bê gune kire qurban, wekî em bi saya wî, ber çevê Xwedê rast bêne hesabê.