Karên Şandiya
19 Gava Apolos hê Korintêda bû, Pawlos herêmên navînra derbaz bû û hate Efesê. Wêderê ewî çend şagirt dîtin 2 û wanra got: “Gava hûn bûne bawermend, we ruhê pîroz stand?” Wana jêra got: “Na, me qe ne jî bihîstiye wekî ruhê pîroz heye”. 3 Hingê Pawlos got: “Îja hûn ça hatine nixumandinê?” Wana got: “Pê nixumandina* Yûhenna”. 4 Pawlos got: “Yûhenna meriv dinixumandin, çawa nîşana tobekirinê. Ewî merivara digot ku gerekê ewana baweriya xwe wî bînin, yê ku pey wî tê, dêmek Îsa”. 5 Gava wana ev yek bihîst, bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê. 6 Û gava Pawlos destên xwe danîn ser wan, ruhê pîroz hate ser wan. Wana destpêkir ser zimanên xerîb xeber din û pêxembertiyê bikin. 7 Ewana bi temamî weke 12 meriv bûn.
8 Pawlos sê meha diçû kinîştê* û bi mêrxasî xeber dida. Ewî gotar dixwendin û kesên din derheqa Padşatiya Xwedê didane bawerkirinê. 9 Lê gava hineka bi serhişkî nedixwestin bawer kin* û ber xelqê derheqa Riya Xudan* xirab xeber didan, ew ji nav wan çû, şagirt xwera birin û her roj ewî mekteba Tîranoda gotar dixwendin. 10 Ewê yekê du sala kişand, û bi vî awayî hemû kesên ku herêma Asyayêda dijîtin, him Cihûya him jî Yûnana xebera Xudan bihîstin.
11 Xwedê berdewam dikir bi destên Pawlos keremetên mezin bike. 12 Hela hê jî meriva destmal û şalikên Pawlos dibirine bal kesên nexweş, ewana qenc dibûn, û usa jî cin ji wana derdiketin. 13 Lê hine Cihûyên ku wan dera digeriyan û cin derdixistin, wana jî dixwest pê navê Xudan Îsa berî cina din, û digotin: “Ez pê navê Îsa, derheqa kîjanî Pawlos elam dike, fermanê didime we, derkevin”. 14 Heft kurên serokê kahînên Cihûya, navê kîjanî Skêwa bû, usa dikirin. 15 Lê cin wanra usa got: “Ez Îsa nas dikim, û Pawlos jî minra nas e, lê hûn kî ne?” 16 Hingê merivê cinaketî, hicûmî ser wan kir û xwe avîte ser her yekî ji wan, usa ku ewana gişk tezî û birîndar ji wê malê reviyan. 17 Hemû merivên ku Efesêda dijîtin, him Cihû him jî Yûnan vê yekê pêhesiyan; tirs kete dilê wan hemûya û navê Xudan Îsa dihate rûmetkirinê. 18 Gelek kesên ku bûne bawermend, dihatin gunên xwe didane rûyê xwe û derheqa kirên xwe digotin. 19 Gelek ji wan, yên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe top kirin û ber çevê hemûya şewitandin. Gava wana bahê van kitêba hesab kir, qîmetê wan 50 000 zîv derket. 20 Bi vî awayî, xebera Yehowa hê zêde bela dibû û qewata wê hê mezin dibû.
21 Paşî wan qewimandina, Pawlos safî kir wekî Makedonya û Axayayêra derbaz be û here Orşelîmê. Ewî got: “Paşî çûyîna wêderê, ez gerekê Romê jî bivînim”. 22 Ewî du alîkarçiyên xwe, Tîmotêyo û Êrasto şandine Makedonyayê, lê xwexa hine wext Asyayêda ma.
23 Wî çaxî ji bo Riya Xudan* gelek şer-dew pêşda hat. 24 Merivekî zîvker, bi navê Dîmîtriyo hebû, yê ku ji zîv paristgehên biçûke Artemîsê çêdikirin. Bi vê yekê, ewî hostên dinra jî gelek pere qazanc dikir. 25 Ewî ew hoste û yên dine ku ev şixul dikirin, hev top kirin û got: “Camêrno, hûn rind zanin ku ji vî şixulî em gelek pere qazanc dikin. 26 Niha hûn divînin û dibihên, wekî evî Pawlosî ne tenê Efesêda, lê dikarin bêjin temamiya Asyayêda nihêrandina gelek meriva guhastiye. Ewî ewana dane bawerkirinê ku xudanên bi desta çêkirî, bi rastî xudan nînin. 27 Îja xof heye wekî ne tenê şixulê me wê bêhurmet be, lê usa jî meriv wê paristgeha xudana mezin Artemîs, ber tiştekî hesab nekin. Bi vê yekê mezinaya Artemîsê, ya ku meriv temamiya Asyayêda û ser temamiya dinyayê lê dihebînin, wê bêqedir be”. 28 Gava wana ev yek bihîst, hêrs ketin û kirine qîrîn: “Artemîsa Efesiya, mezin e!”
29 Bajêrda tevlihevbûn çêbû. Hemû tevayî ketine têyatrê, wana Gayos û Erîstarxoyê Makedonî, yên ku rêwîtiya Pawlosda tevî wî bûn, xwera kişandine hindur. 30 Pawlos hazir bû here hindur û bikeve nav xelqê, lê şagirta nehîşt. 31 Hela hê hinek ji endemên komîtêya cejina û lîstika jî, yên ku qedirê wî digirtin, xeberek wîra şandin û jê reca kirin, wekî ew xwe neke xetayê û nekeve têyatrê. 32 Wêderê hineka bona tiştekî dikirine qîrîn, hinekên din jî bona tiştekî din; çimkî ewana tevlihev bûn û heçî zef ji wana nizanibûn çira top bûne. 33 Cihûya Skender ji nav elaletê derxistin dane pêş. Skender bi destê xwe nîşan kir, ku ew dixwaze tiştekî bêje. 34 Lê gava wana fem kir ku ew Cihû ye, wan hemûya tevayî weke du siheta bi dengekî bilind dikirine qîrîn: “Artemîsa Efesiya, mezin e!”
35 Çaxê mezinê bajêr elalet da kerkirinê, ewî got: “Gelî merivên Efesê, qe merivek heye, wekî nizanibe ku bajarê Efesê, xweyê paristgeha Artemîsa mezin e, heykelê kîjanê ji ezmên hatiye xwarê? 36 Ev tişt nayêne înkarkirinê, lema rihet bin û lez nekevin. 37 Merivên ku we anîne vira, ne qaçaxên paristgehê ne û ne jî kifirî li xudana me kirine. 38 Lê hergê şikiyatê Dîmîtriyo û hostên din ser kesekî heye, bona vê yekê rojên dîwanê û welî* hene. Bira wêderê ewana şikiyatê hevdu bikin. 39 Lê hergê hûn tiştekî ji vê zêdetir dixwazin, bira safîkirin ser civîna qanûnî bê kirinê. 40 Ji bo tiştên ku îro qewimîne em dikarin bikevine xetayê û tevlihevbûnêda bêne neheqkirinê, çimkî bona vê hevtopbûnê tu meniya me tune”. 41 Gava ewî ev yek got, civîn ji hev bela kir.