2 Korintî
9 Ne hewce ye ku ez wera derheqa xizmetiya ku pîrozara tê kirinê, binivîsim. 2 Çimkî ez derheqa rezediliya we zanim û bona vê yekê ber Makedoniya payê we didim. Ez wanra dibêjim ku Axayayêda îda salek e hûn hazir in alîkariyê bidin, û xîreta we hêlan da geleka ji wan. 3 Lê ez bira dişînim bal we, wekî usa nîbe ku me badîhewa payê we daye, û çawa ku min wera gotibû, hûn bi rastî hazir bin. 4 Yan na, hergê birên ji Makedonyayê tevî min bên û bivînin ku hûn hazir nînin, emê ji bo we şermî bin, çimkî me baweriya xwe we anî, û hûnê jî şerm kin. 5 Lema jî ez fikirîm wekî lazim e bira hêlan kim, ku ewana pêşiya me bêne bal we û qurbankirinên ku we soz dane û hazir kirine, top kin. Bi vî cûreyî, wê zelal be wekî ev qurbankirin ne ku bi mecbûrî, lê bi rezedilî hatine dayînê.
6 Lê vê yekê bizanibin: Yê ku hindikî diçîne wê hindikî jî bidirû, û yê ku gelekî diçîne wê gelekî jî bidirû. 7 Bira her kes ne ku bê dil yan bi destê zorê, lê çawa ku ewî dilê xweda safî kiriye, usa bike, çimkî Xwedê wî hez dike, yê ku bi dil û eşq dide.
8 Xêncî vê yekê, Xwedê dikare kerema xweye mezin hemû aliyava ser weda bibarîne, wekî hûn hewcê tu tiştî nîbin, û bona her şixulê qenc her tiştê we bi zêdeyî hebe. 9 (Çawa ku hatiye nivîsarê: “Ewî bi merdanî bela kir û da belengaza. Rastiya wî heta-hetayê dimîne”. 10 Xwedêyê ku bi merdanî toxim dide cotkar û bona xwarinê nan dide, ewê têr-tije toximê çandinê bide we. Û ewê berê weye rastiyê zêde ke.) 11 Xwedê her tiştîda risqê we zêde dike, wekî hûn destvekirî bin, û bi vê yekê kesên din wê şikiriyê bidine Xwedê. 12 Çimkî ev xizmetî ne tenê bona vê yekê ye, ku hûn bona hewcên pîroza xem bikin, lê usa jî wekî gelek kes şikiriyê bidine Xwedê. 13 Ewana wê şikiriyê bidine Xwedê, çimkî alîkariya vî cûreyî îzbat dike, wekî hûn gura mizgîniya derheqa Mesîh dikin, kîjanê ku hûn hemû ciya bela dikin, û çimkî hûn destvekirî ne hindava wanda û hindava hemûyada. 14 Û ewana wê seva we dua bikin û we hez bikin, bona wê kerema Xwedêye mezin ser keremara, ya ku wera hatiye dayînê.
15 Şikir Xwedêra bona pêşkêşa wîye mexsûs, ya ku em nikarin bi giliya jî şirovekin.