Li gora Yûhenna
7 Paşî vê yekê, Îsa li Celîlê ma. Ewî nedixwest here Cihûstanê, çimkî Cihûya dixwestin wî bikujin. 2 Cejina Konçêkirinê* ya Cihûya nêzîk dibû, 3 lema jî birên wî wîra gotin: “Ji vir here Cihûstanê, seva ku şagirtên te jî ew kirên ku tu dikî, bivînin. 4 Çimkî kesê ku dixwaze nav-deng be, kirên xwe venaşêre. Hergê tu van tişta dikî, de xwe nîşanî dinyayê ke”. 5 Bi rastî birên wî baweriya xwe wî nedianîn. 6 Îsa wanra got: “Wextê min hê nehatiye, lê wextê we timê destê weda ye. 7 Meniya dinyayê tune wekî we nefret ke, lê ew min nefret dike, çimkî ez şedetiyê didim, ku kirên wê xirab in. 8 Hûn herin ser vê cejinê, lê ez niha nayêm, çimkî wextê min hê nehatiye”. 9 Ewî ev yek wanra got û Celîlêda ma.
10 Lê çaxê birên wî çûne cejinê, paşê ew jî çû wêderê, lê usa ku kesekî nizanibû. 11 Cejinêda Cihûya wî digeriyan û dipirsîn: “Ew ku ye?” 12 Nav xelqêda derheqa wî gelek xeberdan diçû. Hineka digotin: “Ew merivekî baş e”. Hineka jî digot: “Na. Ew xelqê dixapîne”. 13 Lê hemikî ji tirsa Cihûya, tu kesî newêribû derheqa wî eşkere xeber da.
14 Gava nîvê cejinê derbaz bû, Îsa çû paristgehê û destpêkir hîn ke. 15 Cihû ecêbmayî diman û digotin: “Ew mektebada* hîn nebûye, îja ew ji ku haqas baş Nivîsarên Pîroz zane?” 16 Îsa wanra got: “Çi ku ez hîn dikim, ne ji min e, lê ji wî ye, yê ku ez şandime. 17 Yê ku bixwaze qirara Xwedê bîne sêrî, ewê fem bike hela ev hînkirin ji Xwedê ye, yan ez ji ber xwe xeber didim. 18 Yê ku ji ber xwe xeber dide, ew rûmeta xwe digere, lê ewê ku rûmeta yê ku ew şandiye digere, yekî rast e û neheqî wîda tune. 19 Mûsa Qanûn da we, usa nîne? Lê tu kes ji we Qanûnê nayne sêrî. Îja hûn çira dixwazin min bikujin?” 20 Xelqê jî got: “Cin nav teda ye. Kî dixwaze te bikuje?” 21 Îsa wanra got: “Min tenê keremetek kir û hûn gişk ecêbmayî dimînin. 22 Hela bifikirin: Mûsa qanûna derheqa sinetkirinê da we, lê ev ji Mûsa nîbû, ji kal-bavê we bû, û hûn roja Şemiyê* jî sinet dikin. 23 Hergê hûn roja Şemiyê sinet dikin, wekî Qanûna Mûsa neteribe, îja hûn çima haqas eciz dibin, ku min roja Şemiyê merivek bi temamî qenc kiriye? 24 Ne ku li gora dîtina çevê xwe, lê li gora heqiyê dîwanê bikin”.
25 Hingê hine ji bineliyên Orşelîmê digotin: “Ne eva ew meriv e, yê ku ewana dixwazin bikujin? 26 Lê hela binihêrin, ew vira eşkere xeber dide û ewana tiştekî wîra nabêjin. Dibeke serokên me bawer bûne ku ew Mesîh e? 27 Ne em zanin ku ev meriv ji ku ye, lê çaxê Mesîh bê, tu kes wê nizanibe ew ji ku ye”. 28 Wê demê, gava Îsa paristgehêda hîn dikir, ewî bi dengekî bilind got: “Hûn min nas dikin û zanin ez ji ku me. Ez xweserîxwe nehatime, lê yê ku ez şandime bi rastî heye, û hûn wî nas nakin. 29 Ez wî nas dikim, çimkî ez ji wî hatime, û Ewî ez şandime”. 30 Hingê wana dixwest wî bigirin, lê nikaribûn, çimkî wextê wî hê nehatibû. 31 Lê dîsa jî, ji elaletê gelek meriva baweriya xwe wî dianîn û digotin: “Gava Mesîh bê, ewê ji wî zêdetir keremeta bike?”
32 Fêrisiya bihîst ku elalet ser Îsa dike kute-kut, lema wana û serokên kahîna nobedar şandin, wekî wî bigirin. 33 Hingê Îsa got: “Ezê hine wext cem we bimînim, paşê ezê herim cem Wî, yê ku ez şandime. 34 Hûnê min bigerin, lê nevînin, û ciyê ku ezê wêderê bim, hûnê nikaribin bên”. 35 Hingê Cihûya hevra gotin: “Ev meriv wê here kîderê ku emê wî nevînin? Qey ew dixwaze here bal Cihûyên ku nav Yûnanada bela bûne û Yûnana hîn ke? 36 Gelo ew bi van gotina çi dixwaze bêje: ‘Hûnê min bigerin, lê nevînin, û ciyê ku ezê wêderê bim, hûnê nikaribin bên’?”
37 Roja xilaziyê, ku roja cejinêye here ferz bû, Îsa rabû û bi dengekî bilind got: “Hergê kesek tî ye, bira bê bal min û vexwe. 38 Yê ku min bawer dike, çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: ‘Wê çemên ava jîyînê ji wî bikişin’”. 39 Îsa ev yek derheqa ruhê pîroz got. Kesên ku wî bawer dikirin, wana wê zûtirekê ev ruh bistanda. Wana ev ruh nestandibû, çimkî Îsa hê nehatibû rûmetkirinê. 40 Hine kesên ji nav elaletê ku ev gilî bihîstin, gotin: “Bi rastî jî ew Pêxember e”. 41 Hineka jî digotin: “Ew Mesîh e”. Lê hinekên din jî digotin: “Çima Mesîh gerekê ji Celîlê bihata? 42 Ne Nivîsarên Pîrozda tê gotinê, ku Mesîh wê ji zureta Dawid be û ji Beytlehmê, ji gundê Dawid bê?” 43 Û ji bo Îsa nav cimetêda dutîretî çêbû. 44 Ji wan hineka dixwest wî bigirin, lê tu kesî dest neda wî.
45 Nobedar vegeriyan cem serokên kahîna û Fêrisiya. Wana ji nobedara pirsî: “We çima ew neanî vir?” 46 Nobedara got: “Tu kesî tu car mîna vî merivî xeber nedaye”. 47 Fêrisiya jî wanra gotin: “Hûn jî hatine xapandinê? 48 Qe ji serwêra yan ji Fêrisiya kesekî baweriya xwe wî aniye? 49 Lê ev cimeta ku Qanûnê nizane, nifirkirî ye”. 50 Nîkodêmo, yê ku yek ji Fêrisiya bû û berê çûbû bal Îsa, wanra got: 51 “Li gora Qanûna me, pêşiya ku em dîwana kesekî bikin, em gerekê pêşiyê guh bidine wî û pêbihesin ku ewî çi kiriye, usa nîne?” 52 Wana jî wîra got: “Tu jî ji Celîlê yî? Rind lêkolîn ke û tuyê bivînî ku tu pêxember gerekê ji Celîlê nehata”.*