Li Gora Metta
18 Wî çaxî şagirt hatin bal Îsa û ji wî pirsîn: “Padşatiya ezmanada kî ye yê herî mezin?” 2 Îsa gazî zarekê kir, ew nav wanda da sekinandinê, 3 û got: “Ez rast wera dibêjim: Hergê hûn xwe neguhêrin û nebine mîna zara, hûnê tu cara nekevine Padşatiya ezmana. 4 Lema, kî xwe mîna vê zarê milûk ke, Padşatiya ezmanada ew e yê herî mezin. 5 Û kî ku zareke usa bona xatirê navê min qebûl ke, ew min jî qebûl dike. 6 Lê kî bibe sebeb wekî yekî ji van biçûka, yê ku baweriya xwe min tîne, ji rê derê, bona wî hê baş e wekî kevirekî mezin* stûyê wîva bê girêdanê û berêda bixeniqe.
7 Wey li dinyayê, çimkî ew meriva berbi gune dibe! Hemikî ev tişt wê hebe, lê wey li wî, yê ku dibe sebeb ku meriv berbi gune diçe! 8 Hergê dest yan nigê te, te berbi gune dibe,* wî jêke û bavêje. Diha baş e tu pê destekî yan pê nigekî jîyînê qazanc kî, ne ku bi her du destên xwe, yan bi her du nigên xwe bêyî avîtinê nav agirê heta-hetayê. 9 Û hergê çevê te, te berbi gune dibe, wî derxe û bavêje. Diha baş e tu bi çevekî jîyînê qazanc kî, ne ku bi her du çeva bêyî avîtinê nava agirê Gêhênayê.* 10 Haj xwe hebin, ku hûn yekî ji wan biçûka bêhurmet nekin. Çimkî ez wera dibêjim, li ezmana melekên wan timê rûyê Bavê minî ezmana divînin. 11* ——
12 Hûn ça difikirin? Hergê 100 pezên merivekî hebin û yek ji kerî dûr keve û unda be, gelo ewê 99 pezên xwe nav çiyada nehêle û neçe, ku peza undabûyî bigere? 13 Ez rast wera dibêjim, hergê ew peza undabûyî bivîne, ewê bona wê hê zêde şa be, ne ku bona 99 pezên dine ku unda nebûne. 14 Usa jî Bavê minî* li ezmana naxwaze, ku yek ji van biçûka unda be.
15 Hergê birê te himberî te gune bike, jêra bêje şaşiya wî çida ne, gava hûn her du tenê ne. Hergê ew guh bide te, te birê xwe qazanc kir. 16 Lê hergê ew guh nede te, yek yan du kesa xwera bive, seva ku her tişt bi devê du yan sê şeda bê îzbatkirinê. 17 Hergê ew nexwaze guh bide wan, civatêra bêje, û hergê ew guh nede civatê jî, bira ew îda bona te bibe mîna kesekî ji miletên din, yan jî mîna xercgir.
18 Ez rast wera dibêjim, her tiştê ku hûn ser rûyê erdê girêdin, ewê îda li ezmana girêdayî be. Û her tiştê ku hûn ser rûyê erdê vekin, ewê îda li ezmana vekirî be. 19 Dîsa ez rast wera dibêjim: Hergê du kes ji we ser rûyê erdê hevra bişêwirin, wekî bona pirseke ferz dua bikin, Bavê minî li ezmana wê evê yekê bîne sêrî. 20 Çimkî kîderê du yan sê kes bi navê min tevayî top bin, ezê jî wêderê nava wanda bim”.
21 Paşê Petrûs hate bal Îsa û ji wî pirsî: “Xudan, hergê birê min himberî min gune dike, ez çend cara gerekê bibaxşînime wî? Heta heft cara?” 22 Îsa caba wî da: “Ez tera dibêjim, ne ku heft cara, lê 77 cara.
23 Çimkî Padşatiya ezmana mîna padşakî ye, yê ku ji xulamên xwe deynên xwe xwest. 24 Gava padşa destpêkir deynên xwe top ke, yek anîne cem wî, ku 10 000* telant deyndarê wî bû. 25 Lê çimkî ewî merivî nikaribû deynê wî bide, padşa ferman da ku ew, jina wî, zarên wî û hemû mal-milkê wî bêne firotanê, seva ku deynê wî bê dayînê. 26 Lema ev xulam ber padşê kete ser çoka û ji wî reca kir: ‘Hinek wede bide min, ezê hemû deynê te bidim’. 27 Dilê padşa ser wî şewitî, ewî ew berda û deynê wî baxşandê. 28 Lê gava ev xulam derkete derva, ewî xulamekî din dît, yê ku 100 dînara deyndarê wî bû. Ewî dest kire xeneqa wî û got: ‘Deynê min bide!’ 29 Hingê evî xulamî, xwe avîte nigên wî û reca kir: ‘Hinek wede bide min, ezê deynê te bidim’. 30 Lê ewî nexwest guh bidê, çû û ew avîte kelê heta ku ew deynê xwe bide. 31 Gava heval-xulamên wî ev yek dîtin, gelek dilteng bûn. Ewana çûn cem padşê û hemû tişt çi ku qewimî bû, jêra gilî kirin. 32 Hingê padşa gazî wî kir û jêra got: ‘Xulamê xirab! Min hemû deynê te baxşande te, gava te lavaya min kir. 33 Ne tu jî gerekê hindava heval-xulamê xweda rem bûyayî, çawa ku ez hindava teda rem bûm?’ 34 Hêrsa padşa rabû û ewî ferman da, wekî vî xulamî bavêjine kelê, heta hemû deynê xwe bide. 35 Bavê minî ezmana jî wê hindava weda usa be, hergê hûn birê xwe bi dil nebaxşînin”.