Îbraniyara
2 Lema jî em gerekê hê zêde dîna xwe bidine tiştên ku me bihîstine, seva ku em tu car ji rê dernekevin. 2 Çimkî xebera ku bi meleka hatibû dayînê, saxlem bû, û her kesê ku xwe li qanûnê nedigirt û guhdar nîbû, bi heqî cezayê xwe distand. 3 Îja emê çawa xilaz bin, hergê em ev xilazbûna mezin ber tiştekî hesab nekin? Çimkî Xudanê me destpêkêda derheqa vê xilazbûnê digot, û giliyên wî ji aliyê kesên ku wî bihîstin, hatine îzbatkirinê. 4 Û Xwedê jî şedetiya vê yekê da bi nîşan, keremet, cûre-cûre kirên qewî û bi wê yekê ku ewî ruhê pîroz li gora qirara xwe bela kir.
5 Xwedê serwêrtiya ser erdê, ya ku axiriyêda wê bê û derheqa kîjanê em gilî dikin, neda destê meleka. 6 Lê carekê şedekî usa got: “Meriv çi ye, wekî tu wî tînî bîra xwe, yan kurê însên çi ye, ku tu bona wî xem dikî? 7 Te ew ji meleka hinekî nimiztir kir. Te tacê hurmet û rûmetê danî ser serê wî, û te kirên destê xwe tesmîlî wî kir. 8 Te her tişt kire bin hukumê wî”.* Gava Xwedê her tişt kire bin hukumê wî, îda tu tişt nema ku bike bin hukumê wî. Belê em hê navînin, ku her tişt bin hukumê wîda ne. 9 Lê em divînin wekî Îsayê ku hinekî ji meleka nimiztir bû, niha tacê hurmet û rûmetê ser serê wî ye, çimkî ewî cefa kişand û mir. Ew bi kerema Xwedêye mezin, bona hemûya mir.*
10 Hemû tişt bona Xwedê ye û bi saya wî hene. Û seva ku ew gelek kurên xwe berbi rûmetê bive, ewî rast hesab kir, wekî Serokê xilazbûna wan bi cefakişandinê bike yekî kamil. 11 Yê ku pîroz dike* û yên ku têne pîrozkirinê, bavê wan yek e. Bona vê yekê ew şerm nake wanra bêje “birên min”. 12 Û ew dibêje: “Ezê birên xwera derheqa navê te gilî kim. Ezê nav civatêda pê kilama pesinê te bidim”. 13 Ew usa jî dibêje: “Ezê baweriya xwe wî bînim”. Û dîsa dibêje: “Va ez û zarên ku Yehowa dane min”.
14 Çawa ku “zar” meriv in,* Îsa jî bû meriv, wekî bi saya mirina xwe, wî kesî kuta ke, yê ku mirin anî dinyayê, dêmek Mîrê-cina, 15 seva ku hemû kesên ku ji tirsa mirinê temamiya emirê xwe xulam bûn, aza ke. 16 Çimkî ew nehat ku alî meleka bike, lê ew hat wekî alî zureta Birahîm bike. 17 Lema jî lazim bû ku ew her tiştîda bibûya mîna “birên” xwe, seva ku xizmetiya Xwedêda bibûya kahînê mezin yê rem û amin. Û bi vî cûreyî ewî wê bikaribûya bona gunên cimetê qurbanekê bide, wekî tevî Xwedê li hev bên. 18 Û çimkî ew xwexa hate cêribandinê û cefa kişand, ew dikare alîkariyê bide kesên ku têne cêribandinê.