KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 1
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Giliyên Têyofîlora (1-5)

      • Şedên ser temamiya dinyayê (6-8)

      • Îsa hildikişe li ezmên (9-11)

      • Şagirt li hev top dibin (12-14)

      • Matiyo ciyê Cihûda digire (15-26)

Karên Şandiya 1:5

Spartin

  • *

    Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.

Karên Şandiya 1:8

Spartin

  • *

    Yan “heta serê dinyayê”.

Karên Şandiya 1:12

Spartin

  • *

    Raste-rast “riya rojeke Şemiyê”. Roja Şemiyê, îzina Cihûya hebû ku tenê haqasî rê herin.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 1:1-26

Karên Şandiya

1 Têyofîloyê hêja, min kitêba xweye pêşinda derheqa wan hemû tişta nivîsî, çi ku Îsa dikir û hîn dikir 2 heta roja ku ew hate hilkişandinê li ezmên. Pêşiya wê yekê, ewî bi ruhê pîroz rêberî da şandiyên xweye bijartî. 3 Pey cefên xwera, ewî bi gelek îzbatiyên rast nîşanî wan kir, ku ew sax e. Wana nava 40 rojîda ew didîtin, û ewî derheqa Padşatiya Xwedê xeber dida. 4 Carekê gava Îsa rastî wan hat, temî da wan: “Ji Orşelîmê dernekevin, lê hîviya sozê Bav bin, derheqa kîjanî we ji min bihîst. 5 Çimkî Yûhenna bi avê dinixumand,* lê hûnê çend roj şûnda bi ruhê pîroz bêne nixumandinê”.

6 Gava ewana tevayî top bûn, jê pirsîn: “Xudan, tuyê niha padşatiya Îsraêlê vegerînî?” 7 Ewî wanra got: “Nelazim e ku hûn, wext û zemana bizanibin, kîjan ku Bav bi hukumê xwe kifş kiriye. 8 Lê hûnê qewatê bistînin gava ruhê pîroz bê ser we, û hûnê bibine şedên min li Orşelîmê, li temamiya Cihûstanê û Sameryayê, û ser temamiya dinyayê”.* 9 Gava ewî ev gilî gotin, wana dît ku ew hate hilkişandinê li ezmên, û ewrekî ew li ber çevê wan veşart. 10 Çaxê ew hildikişiya û wana hê li ezmên dinihêrî, nişkêva du mêr bi kincên sipî ber wan sekinîn, 11 û gotin: “Gelî Celîliya, hûn çima li ezmên dinihêrin? Îsayê ku li ezmên hate hilkişandinê, wê hema wî cûreyî vegere, çawa we dît ew çû li ezmên”.

12 Paşê ewana ji Çiyayê Zeytûnê vegeriyane Orşelîmê. Ev çiya weke kîlomêtrekê* ji Orşelîmê dûr bû. 13 Gava ewana hatin, çûne oda jorin, kîderê diman. Ew bûn Petrûs û Yûhenna, Aqûb û Endrawis, Fîlîpo û Tûma, Bertolomeyo û Metta, Aqûbê kurê Halfawo û Şimhûnê xîret, û usa jî Cihûdayê kurê Aqûb. 14 Wan hemûya her gav tevayî dua dikirin tevî hine kulfeta û Meryema diya Îsa û birên wî.

15 Wan rojada, Petrûs nava xûşk û birada (hejmara kesên ku top bibûn weke 120 bû) rabû û got: 16 “Birano, gerekê ew nivîsar bihata sêrî, kîjan ku ruhê pîroz berêda bi devê Dawid derheqa Cihûda pêxembertî kiribû, ku ew bû rêberê wan, yên ku Îsa girtin. 17 Çimkî Cihûda yek ji me bû, û hatibû bijartinê ku tevî me xizmet ke. 18 (Evî merivî pê perên ku bona xirabiya xwe standibû, erd kirî. Ew ser sêrî ket, zikê wî qelişî, û hemû rûviyên wî derketine derva. 19 Hemû bineliyên Orşelîmê derheqa vê yekê pêhesiyan, û ser zimanê wan ev erd Hakeldama hate navkirinê, çi ku tê hesabê “Erdê Xûnê”.) 20 Kitêba Zebûrada usa hatiye nivîsarê: ‘Bira mala wî wêran be, û bira tu kes têda nejî’, û ‘Bira dewsa wî kesekî din bibe berpirsiyar’. 21 Lema jî gerekê yek bê bijartinê ji wan merivên ku tevî me bûn temamiya wî wextî, gava Xudan Îsa tevî me bû 22 ji roja ku Yûhenna ew nixumand, heta roja ku ew ji nav me hate hildanê li ezmên. Yek ji van meriva gerekê tevî me bibe şedê rabûna wî”.

23 Hingê wana besa du kesa kir, Ûsivê ku jêra Barsabo û Yûsto tê gotinê, û Matiyo. 24 Paşê wana usa dua kir: “Ya Yehowa, tu dilê her kesî zanî. Nîşanî me ke, ku te ji van du meriva, kîjan bijartiye, 25 wekî ew vê xizmetiyê û şandîtiyê bîne sêrî, çi ku Cihûda ji destê xwe berda, seva ku riya xweda here”. 26 Wana peşk avît û peşk Matiyora ket, û ew ser 11 şandiyada zêde bû.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin