Efesiyara
1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, vê nemê pîrozara dinivîsim, yên ku Efesêda nin û yektiya Mesîh Îsada amin in:
2 Bira kerema mezin û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Îsa Mesîh ser we be!
3 Şikir Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîhra, çimkî ewî em, şagirtên Mesîh, bi her keremên ruhaniye li ezmana, kerem kirine. 4 Ewî em pêşiya destpêka dinyayê bijartine, wekî em tevî Mesîh yektiyêda bin. Ewî usa kir, wekî em hezkirinê bidine kifşê û ber wî pîroz û bêleke bin. 5 Ewî li gora qirara xwe, pêşda em bi saya Îsa Mesîh bijartine û em kirine kurên xwe. 6 Xwedê usa kir, wekî meriv pesinê wî bidin, çimkî ewî pê Kurê xweyî delal kerema xweye mezin da me. 7 Bi saya Kurê wî, em hatine kirînê û xilazkirinê. Belê, Xwedê ji dewlemendtiya kerema xweye mezin, ser hîmê xûna wî gunên me baxşandiye.
8 Xwedê ev kerema mezin ser meda barandiye û hemû bîlanî û femkarî daye me, 9 û bi vê yekê ewî sura pîroz ya qirara xwe mera eşkere kir. Ev sur li gora qirara wî ye û nêta wî ew e, 10 wekî xilaziya wextê bijartî hemû tiştên li ezmana û ser rûyê erdê top ke, ku tevî Mesîh yektiyêda bin. Belê, bi saya wî hemû tişt têne topkirinê. 11 Usa jî em tevî wî yektiyêda nin û ça war hatine kifşkirinê. Xwedê em pêşda li gora qirara xwe bijartine, çimkî ew her tiştî li gora qirara xwe dike. 12 Bi vî cûreyî wê bi saya me, kîjan ku yên ewlin bûn ku gumana xwe dane ser Mesîh, Xwedêra pesin û rûmet bê dayînê. 13 Lê gava we xebera rastiyê bihîst, we jî gumana xwe wî anî. Ev mizgînî derheqa xilazbûna we ye. Gava we bawer kir, Xwedê hûn bi ruhê pîroze sozdayî mor kirin. 14 Ev ruh, sozê* milkê me ye. Xwedê ev yek kir, wekî bi saya kirînê cimeta xwe bona rûmeta xwe xilaz ke.
15 Lema jî gava min bihîst derheqa baweriya we hindava Xudan Îsa û hezkirina we hindava hemû pîroza, 16 hingêva min timê bona we şikirî dida Xwedê. Ez duayên xweda hertim we tînim bîra xwe. 17 Bira Bavê xweyîrûmet, Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, ruhê xwe bide we, ku hûn bîlan bin û tiştên ku ew eşkere dike, fem kin. Û bira hûn bi vî cûreyî zanebûna rast derheqa wî bistînin. 18 Xwedê dilê we* vekiriye, wekî hûn fem kin ku ewî çi guman daye we, usa jî çi dewlemendtiya mezin ça milk bona pîroza hazir kiriye, 19 û qewata wî, ya ku nav me bawermendada eyan dibe, çiqas mezin e. 20 Ewî ev qewat da xebatê gava Mesîh ji mirinê rakir û li ezmana aliyê milê xweyî rastê da rûniştandinê. 21 Ewî ew danî ser hemû serwêrtiya, hukumetiya, qewata, seroka û usa jî ser hemû navên ku têne hildanê, ne ku tenê li vê dinyayê, lê usa jî li dinya ku wê bê. 22 Xwedê her tişt kire bin hukumê Mesîh* û ew kire serê civatê. 23 Ev civat bedena Mesîh e û bi wî tije ye, yê ku her tiştî tije dike.