Galatiyara
1 Ez Pawlos, ça şandî hatime bijartinê, ne ku aliyê merivada, lê aliyê Îsa Mesîh û Bav Xwedêda, yê ku Mesîh ji mirinê rakiriye. 2 Ez û hemû birên ku tevî min in, civatên Galatyayêra silavê dişînin:
3 Bira kerema mezin û edilaya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh ser we be. 4 Mesîh xwe bona gunên me kire qurban, wekî me ji vê dinya xirab xilaz ke. Ev yek li gora qirara Bavê me Xwedê bû, 5 yê ku heta-hetayê hêjayî rûmetê ye. Amîn.
6 Ez ecêbmayî dimînim ku hûn usa zû ji Xwedê dûr dikevin, yê ku bi kerema mezin ya Mesîh gazî we kiriye, û mizgînîke din qebûl dikin. 7 Bi rastî, mizgînîke din tune ye. Lê merivên usa hene ku we tevlihev dikin û dixwazin mizgîniya derheqa Mesîh biguhêzin. 8 Hergê kesek ji me yan melekek ji ezmana wera mizgînîke din bela ke, ne ku mizgîniya ku me wera bela kiriye, bira nifir li wî be. 9 Çawa me pêşda got, ez niha dîsa dibêjim: Hergê kesek xêncî mizgîniya ku we qebûl kiriye, mizgînîke din bela ke, bira nifir li wî be.
10 De niha ez dixwazim meriva xweş bêm yan Xwedê? Hergê min bixwesta meriva xweş bêm, ezê xulamê Mesîh nîbûma. 11 Birano, bizanibin wekî mizgîniya ku min wera bela kiriye, ji meriva nîne. 12 Çimkî min ev mizgînî ne ji meriva standiye, û ne jî wana ez hîn kirime, lê min ev mizgînî ji Îsa Mesîh standiye.
13 Çawa hûn zanin, berê gava ez dînê Cihûyada bûm, min civata Xwedê gelek dizêrand û gelek ziyan didayê. 14 Ez nav miletê xweda, ji gelekên qasî xwe dînê Cihûyada diha zêde pêşdaçûyî bûm. Çimkî ez aliyê xweykirina edetên kal-bavên xweda diha xîret bûm. 15 Lê Xwedayê ku îzin da wekî ez bême bûyînê, bi kerema xweye mezin gazî min kir. Ewî dixwest 16 min bide xebatê, ku ez mizgîniyê bidime miletên din, wekî ewana Kurê wî nas kin. Gava ewî ez bijartim ku vê yekê bikim, hingê min şêwira xwe tevî tu kesî nekir. 17 Û ez neçûme Orşelîmê cem kesên ku pêşiya min bibûne şandî. Lê ez çûm Erebistanê û paşê vegeriyame Şamê.
18 Paşê, sê sal şûnda, ez hilkişiyame Orşelîmê, wekî Kîfas bivînim, û ez 15 roja cem wî mam. 19 Lê min xêncî Aqûbê birê Xudan, tu şandiyên din nedîtin. 20 Xwedê şede ye: Hemû tiştên ku ez dinivîsim rast in.
21 Paşê ez çûme herêmên Sûryayê û Kîlîkyayê. 22 Lê şagirtên Mesîh ji civatên Cihûstanê ez bi şexsî nas nedikirim. 23 Wana tenê ev yek dibihîst: “Merivê ku berê em dizêrandin, niha mizgîniya derheqa vê baweriyê bela dike, ya ku ewî berê dixwest kokêva rake”. 24 Gava wana derheqa min bihîst, wana destpêkir şikiriyê bidine Xwedê.