Romayara
16 Ez dixwazim ku hûn xûşka me Foybê qebûl kin, ya ku civata Kenxêryayêda xizmet dike. 2 Ji kerema xwe wê usa qebûl kin, çawa layîqî xizmetkarên* Xudan e. Hergê ew hewcê tiştekî be, alî wê bikin, çimkî ewê alîkarî daye* geleka, usa jî min.
3 Silavê bidine Prîskayê û Ekîla, hevalkarên min şixulê Mesîh Îsada. 4 Wana bona min emirê xwe kirine bin xofê, û ne ku tenê ez ji wan razî me, lê temamiya civatên miletên din jî. 5 Û civata mala wanda jî silav kin. Apênetoyê hevalê minî delal jî silav kin. Apêneto yek ji wan merivên pêşin bû, yên ku Asyayêda bûne şagirtên Mesîh. 6 Silavê bidine Meryemê, ya ku bona we gelek xebitiye. 7 Silavê bidine Endronko û Yûnyas. Ewana merivên min in û tevî min girtî bûn. Şandî wana rind nas dikin, û ewana gelek sal pêşiya min bûne şagirtên Mesîh.
8 Silavê bidine Empliyato hevalê minî delal, ku şagirtê Xudan e. 9 Silavê bidine Ûrbano. Ew şixulê Mesîhda hevalkarê me ye, û usa jî silavê bidine hevalê minî delal Staxo. 10 Silavê bidine Apêlîs, qebûlkiriyê Mesîh. Silavê bidine neferên mala Arîstopolo. 11 Silavê bidine merivê min Hêrodiyon. Silavê bidine neferên mala Nerkîso, yên ku şagirtên Mesîh ne. 12 Silavê bidine Trîfînayê û Trîfosayê. Ev xûşk bi kedeke mezin bona Xudan şixul dikin. Silavê bidine xûşka meye delal Persîsê, çimkî ewê bi kedeke mezin bona Xudan şixul kiriye. 13 Silavê bidine Rûfo, bijartiyê Xudan. Û silavê bidine diya wî jî, ew bona min jî ça dê bû. 14 Silavê bidine Asînkrîto, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û birên ku tevî wan in. 15 Silavê bidine Fîlologo, Yûliya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û hemû birên* ku tevî wan in. 16 Bi dilgermî* hevdu silav kin. Hemû civatên Mesîh we silav dikin.
17 Birano, ez ji we reca dikim, ku hûn haj kesên usa hebin, yên ku dutîretiyê pêşda tînin, baweriya kesên din sist dikin û miqabilî wê hînkirinê radibin, ya ku hûn hîn bûne. Xwe ji kesên usa dûr bigirin. 18 Çimkî kesên usa ne ku xulamên Xudanê me Mesîh ne, lê xulamên xwestinên xwe ne. Ewana bi giliyê xweş û xeberdana şîrin merivên dilê xweyî sax dixapînin. 19 Her kes zane wekî hûn merivne guhdar in, û ez vê yekêra gelek şa me. Ez dixwazim ku hûn bîlan bin û tiştên qenc bikin, bêsûc bin û xwe ji xirabiyê dûr bigirin. 20 Xwedayê ku edilayê dide, wê zûtirekê Şeytan binê nigên weda bihincirîne. Bira kerema Xudanê me Îsa, tevî we be.
21 Hevalkarê min Tîmotêyo we silav dike. Merivên min Lûkyo, Yason û Sospatro jî we silav dikin.
22 Ez Tertiyo, bi destê kîjanî ev neme hate nivîsarê, we bi navê Xudan silav dikim.
23 Gayos jî yê ku ez ça mêvan qebûl kirime, mala kîjanîda civat top dibe, ew jî we silav dike. Êrasto, yê ku bona xizna bajêr cabdar e û birê wî Kiwarto jî we silav dikin. 24* ——
25 Xwedê dikare bi saya mizgîniya ku ez bela dikim û bi xebera derheqa Îsa Mesîh, we qewî ke. Ev xeber eşkerekirina sura pîrozva girêdayî ye, ya ku wexteke dirêj veşartî bû. 26 Lê niha ev sur eşkere bûye. Bi saya Nivîsarên pêxembertiyê hemû milet ev sura pîroz pêhesiyan. Xwedayê meyî heta-hetayê temî da, ku ev sur nav miletada eşkere be, seva ku ewana bawer kin û gura wî bikin. 27 Bira Xwedêra, yê ku tek bîlan e, rûmet bê dayînê heta-hetayê bi saya Îsa Mesîh. Amîn.