1 Têsalonîkî
4 Birano, we ji me rêberî stand ku hûn gerekê çawa bijîn, wekî dilê Xwedê xweş bên, û hûn hema usa jî dikin. Lê niha em bi navê Xudan Îsa ji we hîvî dikin, wekî hûn vê yekêda hê zêde pêşda herin. 2 Çimkî hûn zanin ku me bi saya Xudan Îsa çi rêberî dane we.
3 Qirara Xwedê ev e ku hûn pîroz bin û xwe ji zinêkariyê* dûr bigirin. 4 Her kes ji we gerekê bizanibe ku çawa bedena xwe zeft ke, wekî pîroziyêda û namûsiyêda xwey ke. 5 Hûn gerekê pey wan mileta neçin, yên ku Xwedê nas nakin û dikevine pey temê xirab, pê çi jî têr nabin. 6 Tu kes gerekê aliyê namûsiyêda ji sînora dernekeve û vê yekêda zirarê nede birê xwe. Çawa me berê temî daye we, Yehowa kesên ku van tişta dikin, ceza dike. 7 Belê, Xwedê gazî me kiriye, wekî em ne ku bi jîyîneke heram bijîn, lê bi pîroziyê bijîn. 8 Îja kesê ku vê yekê înkar dike, ew ne ku meriva înkar dike, lê Xwedayê ku ruhê xweyî pîroz dide we.
9 Lê derheqa biraheziyê nelazim e em wera tiştekî binivîsin, çimkî hûn aliyê Xwedêda hatine hînkirinê, wekî hevdu hez bikin. 10 Bi rastî hûn îda birên li temamiya Makedonyayê hez dikin. Lê birano, em hîvî we dikin ku hûn vê yekêda hê zêde pêşda herin. 11 Xîret kin ku hûn bi jîyîneke rihet bijîn û pozê xwe nekine nav şixulên xelqê, û çawa ku me temî daye we, xwexa bixebitin. 12 Hergê hûn usa bikin, meriv wê qedirê we bigirin û hûnê hewcê tiştekî nîbin.
13 Birano, em dixwazin wekî hûn bizanibin ku çi hîviya wan meriva ye, yên ku xewa mirinêda nin, wekî hûn mîna kesên ku gumana wan tune ye, dilteng nebin. 14 Çimkî hergê em bawer dikin ku Îsa mir û ji mirinê hate rakirinê, em usa jî bawer dikin ku Xwedê wê şagirtên Îsa, yên ku ketine xewa mirinê, ji mirinê rake, wekî ewana tevî wî bin.* 15 Em vê yekê ser hîmê xebera Yehowa wera dibêjin: Emê, yên ku heta wextê hatina Xudan sax bimînin, tu car pêşiya miriya nekevin. 16 Çimkî Xudan xwexa wê ji ezmana dakeve jêr û boriya Xwedê wê destê wîda be, ewê boriyê xe, û fermana wî wê bi dengê serokê meleka bê bihîstinê. Hingê şagirtên wîye mirî wê pêşiyê rabin. 17 Paşê emê, yên ku sax bimînin, tevî wan ewrava bêne hildanê, wekî li ezmana rastî Xudan bên. Û emê hertim tevî Xudan bin. 18 Lema bi van gotina her gav ber dilê hevduda werên.