1 Têsalonîkî
2 Birano, hûn rind zanin ku hatina meye bal we badîhewa nîbû. 2 Çawa ku hûn zanin, me Fîlîpyayêda cefa kişand û em hatine bêhurmetkirinê, lê bi saya Xwedayê xwe mêrxas bûne, wekî nava zêrandineke mezinda mizgîniya Xwedê bigihînine we. 3 Giliyên me ji nihêrandina şaş yan ji nêta xirab nînin, û nav giliyên meda tu fêlbazî tune. 4 Lê çawa ku Xwedê em qebûl kirine û ev mizgînî tesmîlî me kiriye, em ne ku li gora xwestina meriva, lê li gora xwestina Xwedê xeber didin, yê ku dila divîne.
5 Hûn xwexa zanin ku me hûn tu cara bi giliyên şîrin nexapandine, me ne jî usa dikir ku ça merivne baş bêne kifşê, wekî tiştekî ji we qazanc kin. Xwedê şede ye! 6 Em dikaribûn aliyê xercada wera bibûna bargiranî, çimkî em şandiyên Mesîh ne. Lê em naxwazin ku meriv, dêmek ne hûn û ne jî kesekî din, bi cûrekî mexsûs dîna xwe bidine me. 7 Em hindava weda bi hezkirin û heyf bûn, çawa ku dayîka destdergûş, bi dilşewatî zarên xwera diricife. 8 Û çimkî em we gelek hez dikin, me dixwest ne tenê mizgîniya Xwedê bigîhanda we, lê hazir bûn emirê xwe jî bidine we, wekî alî we bikin.
9 Birano, hemikî tê bîra we, wekî me çiqas cefa kişand. Gava me mizgîniya Xwedê wera bela dikir, em şev û roj dixebitîn, wekî aliyê xercada tu kesîra nebine bargiranî. 10 Hûn xwexa şede ne, usa jî Xwedê şede ye, ku em hindava we bawermenda amin bûn, û rabûn-rûniştina me rast û bêqisûr bû. 11 Hûn rind zanin, wekî me timê her yek ji we hêlan dikir, dilbînî dida we û şîret dikir usa, çawa bav zarên xwe. 12 Me ev yek dikir wekî hûn li gora xwestina Xwedê, yê ku gazî we dike, bijîn, seva ku bikevine Padşatiya wî û rûmetê bistînin.
13 Bona vê yekê em hertim şikiriyê didine Xwedê, çimkî gava we xebera Xwedê ji me bihîst, we ew ne ku ça xebera meriva, lê ça xebera Xwedê qebûl kir. Çimkî ew bi rastî jî xebera Xwedê ye û ser we bawermenda hukum dike. 14 Birano, hûn jî mîna civatên Xwedê yên li Cihûstanê, ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, rastî tengasiya hatin. Çawa ku ewan bira ji destê Cihûya cefa kişandin, we jî ji destê miletê xwe cefên usa kişand. 15 Wan Cihûya him Xudan Îsa, him jî pêxember kuştin û em zêrandin. Xêncî wê yekê ewana dilê Xwedê şa nakin, û kirên wan zirarê didine hemû meriva. 16 Çimkî ewana riya me digirin, wekî em mizgîniya ku dikare meriva xilaz ke, nav miletên dinda bela nekin. Bi vî awayî ewana gunên xwe zêde dikin. Lê axiriya-axiriyê xezeba Xwedê ser wanda hatiye.
17 Birano, gava em ser wextekî kin ji we başqe bûn (rast e me hûn nedidîtin, lê hûn dilê meda bûn), me gelek dixwest we bivînin û bona vê yekê çi ji destê me dihat, me dikir. 18 Belê, me gelek dixwest bihatana bal we û hûn bidîtana. Û min Pawlos, ne tenê carekê, lê du cara xîret dikir bême bal we. Lê Şeytan riya me digirt. 19 Kî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew tac pê kîjanî em firnaq dibin ber Xudanê me Îsa, wedê hatina wî? Ne hûn in? 20 Belê, rûmet û şabûna me hûn in.