Romayara
9 Ez ça şagirtê Mesîh rastiyê dibêjim û derewa nakim. Îsafa min, ya ku bin rêberiya ruhê pîrozda ye, şedetiya vê yekê dide, 2 ku derd û êşa mezin dilê minda ye. 3 Minê bixwesta nifir li min bûya û ji Mesîh qetandî bûma dewsa birên xwe, miletê xwe. 4 Ewana Îsraêlî ne, û hatine bijartinê ku bibine zarên Xwedê. Xwedê rûmeta xwe nîşanî wan kir, û peyman, Qanûn, soz û xizmetiya pîroz jî da wan. 5 Ewana zureta kal-bavên me ne, û Mesîh jî ji zureta wan hat. Bira Xwedayê ku li ser hemûyara ye, heta-hetayê bê rûmetkirinê. Amîn.
6 Ev yek nayê hesabê ku xebera Xwedê nehatiye sêrî. Çimkî ne her kesê ku ji Îsraêl bûye, bi rastî Îsraêlî ye. 7 Ewana ku ji zureta Birahîm in, nayê hesabê wekî ewana gişk bi rastî zarên wî ne. Xwedê Birahîmra gotibû: “Zureta te wê ji Îshaq be”. 8 Dêmek ne hemû zarên Birahîm zarên Xwedê ne. Lê bi rastî zarên ku bi sozê Xwedê dinê ketine, zureta Birahîm têne hesabê. 9 Çimkî Xwedê ev soz dabû: “Saleke din, vî çaxî ezê bêm, û wê kurekî Serayê hebe”. 10 Ev soz ne tenê hingê hatibû dayînê, lê usa jî gava Rêvêka ji bavê me Îshaq cêwiyada hemle bû. 11 Hê ewana dinê neketibûn û tiştekî qenc yan xirab nekiribûn, Xwedê nîşan dabû ku ewê kîjanî bijbêre. Çimkî Xwedê meriva ne li gora kirên wan, lê li gora qirara xwe dijbêre. 12 Xwedê wêra got: “Kurê mezin wê bibe xulamê kurê biçûk”. 13 Û çawa hatiye nivîsarê: “Min Aqûb hez kir, lê Esaw nefret kir”.
14 Îja em çi bêjin? Neheqiya Xwedê heye? Hemikî na! 15 Çimkî Xwedê Mûsara got: “Ez kê jî bijbêrim wekî rema xwe lê bînim, ezê rema xwe wî bînim, ez kê jî bijbêrim wekî hindava wîda dilşewat bim, ezê hindava wîda dilşewat bim”. 16 Dêmek ev xwestin yan xîreta mêrivva girêdayî nîne, lê rema Xwedêva girêdayî ye. 17 Nivîsarên Pîrozda Xwedê Firewinra got: “Min tu sax hîştî, wekî ez qewata xwe ser te nîşan kim û seva navê min temamiya dinyayêda eyan be”. 18 Awa Xwedê kîjana dixwaze tê remê û kîjana dixwaze wana serhişk dike.
19 Tuyê pirsê bidî min: “Xwedê çira meriva neheq dike? Kî dikare miqabilî qirara wî rabe?” 20 Lê tu kî yî, wekî miqabilî giliyê Xwedê radibî? Gelo cêr dikare cêrkerra* bêje: “Te çima ez usa çêkirime?” 21 Gelo destê cêrkerda nîne, wekî ew ji herîkê, him firaqeke bona derecên mexsûs* û him jî firaqeke bona xebitandina herrojî* çêke? 22 Usa jî Xwedê. Ewî dixwest hêrsa xwe ser merivên xirabda birêje û qewata xwe nîşan ke. Lê dîsa jî ew hindava merivên ku hêrsa wî radikirin û hêjayî qirkirinê bûn, gelek bi sebir bû. 23 Ewî ev yek kir, seva ku rûmeta xweye mezin nîşanî wan meriva ke, yên ku hêjayî rema wî bûn. Ewî ewana hazir kirine, wekî rûmetê bistînin, 24 dêmek em, yên ku ewî bijartine ne tenê ji nav Cihûya, lê ji nav miletên din jî. 25 Çawa ku Xwedê kitêba Hoseyada gotibû: “Cimeta ku ne cimeta min e, ezê nav kim ‘cimeta min’, û ya nehezkirî, ezê nav kim ‘ya hezkirî’. 26 Û wî ciyê ku wanra hate gotinê, ‘Hûn cimeta min nînin’, wêderê ser wan wê bê gotinê ‘kurên Xwedayê sax’”.
27 Him jî Îşaya ser Îsraêlê got: “Hergê hejmara Îsraêliya qasî qûma berê be jî, tenê hine kes wê xilaz bin. 28 Çimkî Yehowa wê ji dinyayê cabê bixwaze; ewê fermana xwe zû bîne sêrî”. 29 Çawa ku Îşaya berêda gotibû: “Hergê Yehowa, Xwedayê ordiya ji zureta me kesek sax nehîşta, emê bibûna mîna Sodom û Gomorayê”.
30 Îja em çi dikarin bêjin? Rast e merivên ji miletên din xwe li rastiyê nedigirtin, lê bi saya baweriya xwe gihîştine rastiyê. 31 Îsraêliya xîret dikir ku xwe li qanûna rastiyê bigirin, lê dîsa jî wana nikaribû wê qanûnê bînin sêrî. 32 Çima? Çimkî wana xîret dikir ne ku bi baweriyê rast bêne hesabê, lê bi kirên xwe. Ewana li “kevirê likumandinê” ketin. 33 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Va ye, ezê li Siyonê kevirekî daynim, yê ku wê bibe sebebê ketina meriva, û ezê zinarekî daynim ku riya wan bigire, lê kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê dilşkestî nebe”.