Galatiyara
2 Paşê, 14 sal şûnda ez dîsa hilkişiyame Orşelîmê tevî Barnabas, û min Tîto jî tevî xwe bir. 2 Ez çûme wêderê, çimkî minra eyantî hatibû dayînê ku herim. Û min derheqa mizgîniya ku ez nav miletên dinda bela dikim, tenê birên xweyîqedirra gilî kir, wekî pêbihesim hela xizmetiya min badîhewa nîne. 3 Û Tîtoyê ku tevî min bû, rast e Yûnan bû, lê tu kesî zorê wî nedikir ku bê sinetkirinê. 4 Ev pirs rûyê birên qelpda pêşda hat, yên ku mîna cesûsa ketine nava civatê. Ewana dizîva mecalê digerin, wekî zirarê bidine azaya me şagirtên Mesîh Îsa, û me bi temamî bikine xulamên qanûnê. 5 Lê me gura wan nekir û qe guh neda wan, wekî hûn rastiya mizgîniyêda bimînin.
6 Lê yên ku giregir têne hesabê û xweyîqedir in, minra tiştekî teze negotin. Erê, bona min firqî tune ku berê ewana kê bûn, çimkî Xwedê firqiyê nake nava meriva. 7 Lê wana dît ku minra hate tesmîlkirinê wekî mizgîniyê nesinetbûyara bela kim, çawa ku Petrûsra hate tesmîlkirinê, wekî mizgîniyê sinetbûyara bela ke. 8 Çimkî Xwedayê ku qewat da Petrûs, wekî ew bona sinetbûya bibe şandî, qewat da min jî wekî ez bona miletên din bibime şandî. 9 Gava van meriva fem kir ku Xwedê çawa kerema mezin daye min, Aqûb, Kîfas û Yûhenna, yên ku stûnên civatê dihatine hesabê, destê xweyî rastê dirêjî min û Barnabas kirin çawa nîşana hevkariyê, û gotin: “Hûn mizgîniyê bidine miletên din, lê emê mizgîniyê bidine kesên sinetbûyî”. 10 Wana tenê hîvî ji me kir, wekî em kesîba bîr nekin, çawa min jî xîret dikir vê yekê bikim.
11 Lê gava Kîfas hate Entakyayê, min raste-rast wîra got ku ew neheq e. 12 Çimkî pêşiya hatina çend merivên ku aliyê Aqûbda hatine şandinê, Kîfas tevî kesên ji miletên din xwarin dixwar, lê gava ev meriv gihîştine wêderê, ew tirsa merivên sinetbûyî, ji miletên din dûr ket. 13 Cihûyên din jî mîna wî durûtî kirin, û hela hê Barnabas jî kete ber bayê wan. 14 Lê gava min dît ku ewana li gora rastiya mizgîniyê nakin, min ber hemûya Kîfasra got: “Hergê tu, yê ku Cihû yî, mîna Cihûya najîyî, lê mîna kesên ji miletên din dijîyî, îja tu ça zorê miletên din dikî, wekî ewana li gora edetên Cihûya bijîn?”
15 Em ji bûyîna xweda Cihû ne, ne ku gunekarên ji miletên din in. 16 Dîsa jî em zanin, wekî meriv ne bi kirên ku qanûn dewa dike, rast tê hesabê, lê bi saya baweriya xwe hindava Îsa Mesîh. Me jî baweriya xwe Mesîh Îsa aniye, wekî em ne bi kirên ku qanûn dewa dike rast bêne hesabê, lê bi baweriya xwe hindava Mesîh. Çimkî tu kes bi kirên ku qanûn dewa dike rast nayê hesabê. 17 Em xîret dikin ku bi saya Mesîh merivne rast bêne hesabê, lê me gunekar hesab dikin. Wekî usa ne, Mesîh me berbi gune hêlan dike?* Tu car na! 18 Hergê ez tiştên ku min berê hilşandine, dîsa tezeda ava kim, ezê bibime yekî ku qanûnê diteribîne. 19 Ji bo vê yekê ku min xwe li qanûnê digirt, ez bona qanûnê mirim, wekî bona Xwedê sax bim. 20 Ez tevî Mesîh ser stûnê hatime mixkirinê. Îda yê ku dijî ne ez im, lê Îsa ye, ku nav minda dijî. Erê, ez ku niha bedenêda dijîm, bi baweriya hindava Kurê Xwedê dijîm, yê ku ez hez kirim û xwe bona min kire qurban. 21 Ez kerema Xwedêye mezin înkar nakim, çimkî hergê merî pê qanûnê rast tê hesabê, wekî usa ne Mesîh badîhewa miriye.