2 Petrûs
2 Çawa ku nav cimeta Îsraêlda pêxemberên qelp hebûn, nav weda jî dersdarên qelp wê hebin. Ewana wê dizîkava hînkirinên qelp* ku baweriyê wêran dikin, bikine navda. Ewana wê hela hê jî xweyê ku ew kirîne, înkar kin, û wê zûtirekê qira wan bê. 2 Xêncî vê yekê, gelek kes wê çev bidine rabûn-rûniştina wane robetî,* û rûyê wanda meriv wê kifiriya riya rastiyê bikin. 3 Û ewana wê ji bo timaya xwe pê giliyên xapînok we bona kara xwe bidine xebatê. Cezayê wan ku îda berêda hatiye qirarkirinê, wê derengî nekeve, û bê şik ewana wê bêne qirkirinê.
4 Xwedê nebaxşande melekên ku gune kiribûn, lê ewî ewana ceza kirin û avîtine Tartarosê. Ewî ewana bi zincîra girêdan,* wekî kûraya terîstaniyêda bin, heta wedê dîwankirina wan bê. 5 Xwedê ne jî baxşande dinya berê, lê tenê Nuh, mizgînvanê rastiyê, tevî heft kesên din xilaz kir, gava tofan* anî ser dinya merivên bêxwedê. 6 Xwedê dîwana bajarên Sodom û Gomorayê kir û ew kirine xwelî. Bi vî cûreyî Xwedê da kifşê, ku çi wê bê serê neheqa. 7 Û ewî merivê rast Lût, yê ku ji bo rabûn-rûniştina robetî ya merivên xirab gelek xemgîn dibû, xilaz kir. 8 Çimkî ev merivê rast nav wan merivên xirabda dijît, û her roj ji bo tiştên ku ewî didît û dibihîst, dilê wî gelek dêşiya. 9 Erê, Yehowa zane çawa kesên ku wîra amin in, ji cêribandinê xilaz ke. Û ew zane ku çawa merivên neheq bona roja dîwanê xwey ke, 10 îlahî merivên ku dixwazin bedena kesên din biherimînin û merivên ku serwêrtiyê ber tiştekî hesab nakin.
Ev dersdarên qelp bêşerm û qure ne, û natirsin wekî derheqa merivên ku ji Xwedê rûmet standine, xirab xeber din. 11 Rast e melek pê qewat û zorayê ji meriva zêdetir in, lê dîsa jî ewana ji bo vê yekê ku qedirê Yehowa digirin, meriva neheq nakin û wana sûcdar nakin. 12 Lê ew meriv kifiriya wan tişta dikin, çi ku fem nakin. Ewana wê li gora riya xweye xirab bêne qirkirinê, mîna heywanên bêfem, yên ku bona girtinê û kuştinê dinê dikevin. 13 Ewana wê bona kirên xweye xirab bêne cezakirinê.
Ewana hela hê roj jî lezetê distînin ji kêfa bêsînor û ji jîyîna dewlemend.* Ewana leke ne, û heram in, kîjanara hewas e bi hînkirinên qelp bixapînin, gava tevî we kêf dikin. 14 Çevên wan ji qaviyê têr nabin, ewana nikarin terka gune bidin, û merivên ku baweriyêda sist in, dixapînin. Dilê wan hînî çevbirçîtiyê bûye. Ewana zarên nifirkirî ne. 15 Wana riya rast hîşt û jê dûr ketin. Ewana riya Bilamê kurê Beyorda çûn, yê ku hizret bû bona kirên xweye xirab xelatê bistîne. 16 Lê ew bona gunê xwe hate rastkirinê. Kerê bê zar-ziman bi dengê meriva xeber da û rê ber pêxember girt, wekî ew tiştên bêaqilayî neke.
17 Ewana kaniyên bê av in û ewrên ku li ber ba diçin. Terîstaniya şevereş hîviya wan e. 18 Ewana giliyên girîng dibêjin, kîjan ku pûç û vala ne. Ewana bi xwestinên xweye gunekar û bi rabûn-rûniştina robetî, wan meriva dixapînin, yên ku teze ji van tiştên xirab dûr ketine. 19 Ev dersdarên qelp merivên dinra soz didin, ku wê aza bin, lê xwexa ewana xulamên gune ne, çimkî meriv dibe xulamê kesê ku wî bindest dike. 20 Hergê wana zanebûna raste derheqa Xudan û Xilazkar Îsa Mesîh standiye, û terka kirên xirabe vê dinyayê dane, lê paşê dîsa vegeriyane û ketine nav van tişta, hingê halê wan ji wextê ku wana hînkirinên rast nizanibûn, xirabtir e. 21 Bona wan wê diha baş bûya, ku qe ev riya rastiyê nas nekirana, ne ku paşî naskirinê pişta xwe bidana vê temiya pîroz, ya ku wanra hatiye dayînê. 22 Ser wan ev gilî-gotin hatiye sêrî: “Kûçik vegeriya ser vereşandina xwe, û xinzîrê* şûştî dîsa xwe heriyê dixe”.