2 Korintî
6 Em çawa hevalkarên Xwedê, hîvî we dikin, wekî hûn bîr nekin bona çi Xwedê kerema xweye mezin hindava weda dide kifşê. 2 Çimkî Xwedê dibêje: “Wedê qebûlkirinê min dengê te bihîst, û roja xilazbûnê min alî te kir”. Va, wedê qebûlkirinê niha ye! Va, roja xilazbûnê niha ye!
3 Em tu tiştîda nabine sebebê likumandinê, wekî xizmetiya meda tu kêmasî neyê dîtinê. 4 Lê em her aliyava xwe ça xizmetkarên Xwedê didine kifşê, ku em gelek teyax dikin, tengasiyada, rojên zemetda, 5 lêdanada, kelada, tevlihevbûnada, şixulên giranda, şevên bêxewda, birçîbûnêda. 6 Em xwe ça xizmetkarên Xwedê didine kifşê usa jî temizayêda, zanebûnêda, sebirêda, qenciyêda, ruhê pîrozda, hezkirina bêdurûtîda, 7 gotinên rastda, qewata Xwedêda, çekên rastiyêda yên destê rastê û çepêda,* 8 hurmetiyêda yan bêhurmetiyêda, navê başda yan navê xirabda. Me ça kesên derewîn hesab dikin, lê em kesên rast in. 9 Me hesab dikin ça kesên nenas, lê em kesên nas in, me hesab dikin ça kesên mirî,* lê em kesên sax in, me hesab dikin ça kesên cezakirî, lê me cezaya mirinê nestandiye, 10 me hesab dikin ça kesên xemgîn, lê em her gav şa ne, me hesab dikin ça kesên kesîb, lê em geleka dewletî dikin, me hesab dikin ça kesên ku tu tiştê wan tune, lê her tiştên me hene.
11 Gelî Korintiya, me eşkere wera xeber daye, û me dilê xwe wera fire vekiriye. 12 Dilê me bona we teng nebûye, lê ka hezkirina weye bona me? 13 Lema ez wera ça zarên xwera dibêjim: Hûn jî dilên xwe fire vekin.
14 Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye? Yan çi hevgirêdan heye orta ronayê û teriyê? 15 Çi yektî heye orta Mesîh û Bêlyarda?* Yan çi hevgirêdan heye orta bawermend* û nebawermendda? 16 Û çi hevgirêdan heye orta paristgeha Xwedê û pûta? Çimkî em paristgeha Xwedayê sax in. Çawa ku Xwedê got: “Ezê nav wanda bijîm, û nav wanda bim. Ezê bibime Xwedayê wan û ewana wê bibine cimeta min”. 17 “Yehowa dibêje: ‘Lema ji nav wan derkevin û cude bin. Destê xwe nedine tiştê heram’, ‘û ezê we qebûl kim’”. 18 “‘Ezê wera bibime Bav, lê hûnê minra bibine kur û qîz’, Yehowa, Xwedayê Himzor dibêje”.