Romayara
4 Em derheqa kal-bavê me Birahîm çi dikarin bêjin? 2 Hergê Birahîm pê kira rast bihata hesabê, meniya wî wê hebûya payê xwe bida, lê ne li ber Xwedê. 3 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Birahîm baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”. 4 Merivê ku xebatekê dike, heqê xwe ne ku ça pêşkêş distîne, lê ça heqê ku wîra dikeve. 5 Lê merivê ku gumana xwe nade ser kirên xwe, lê baweriya xwe Xwedê tîne, Xwedêyê ku merivê gunekar rast hesab dike, wê wî bona baweriya wî rast hesab ke. 6 Dawid jî ser wî merivî dibêje bextewar, kîjanî Xwedê rast hesab dike, lê ne bona kirên wî. Ewî usa got: 7 “Çiqas bextewar in ew meriv, yên ku kirên wane xirab hatine baxşandinê û gunên wan jî hatine bîrkirinê. 8 Çiqas bextewar e merivê ku Yehowa gunê wî, wê bîra xweda xwey neke”.
9 Gelo tenê merivên ku hatine sinetkirinê bextewar in? Yan merivên ku nehatine sinetkirinê jî dikarin bextewar bin? Çimkî em dibêjin: “Birahîm pê baweriya xwe yekî rast hate hesabê”. 10 Gelo kengê ew bi saya baweriya xwe yekî rast hate hesabê? Pêşiya ku ew hate sinetkirinê, yan paşî sinetkirinê? Çaxê hê nehatibû sinetkirinê. 11 Belê, gava Birahîm hê nesinetkirî bû, ew pê baweriya xwe yekî rast hate hesabê. Ewî nîşanek, dêmek sinetkirin ça mor stand, seva ku bibe bavê hemû nesinetkiriya, yên ku pê baweriya xwe rast bihatana hesabê. 12 Birahîm usa jî bû bavê sinetkiriya, ne tenê yê sinetkiriya, lê yê wan jî, yên ku pêgeha baweriya bavê me Birahîmda diçin, kîjan ku hê pêşiya sineta wî hebû.
13 Çimkî ew sozê ku Birahîm û zureta wîra hate dayînê, wekî dinyayê war bin, ne ku bi Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku ewî bawer kir û yekî rast hate hesabê. 14 Hergê ewên ku xwe li Qanûnê digirin, bibûna xweyê war, hingê bawerî wê pûç bûya û ev soz jî betal bûya. 15 Bi rastî teribandina Qanûnê xezeba Xwedê pêşda tîne, lê hergê qanûn tune be, teribandina qanûnê jî wê tune be.
16 Bi wî awayî, em vî sozî bi saya baweriyê distînin, çimkî ev qenciya Xwedêye mezin e bona me. Temamiya zureta Birahîm dikare vî sozî bistîne, belê, ne tenê yên ku xwe li Qanûnê digirin, lê usa jî yên ku baweriya wan mîna baweriya Birahîm e, yê ku bavê me hemûya ye. 17 (Çawa ku Nivîsarên Pîrozda nivîsar e: “Min tu kirî bavê gelek mileta”.) Birahîm baweriya xwe Xwedê anî, Xwedayê ku miriya sax dike û bona tiştên ku hê tune ne, usa xeber dide, tê bêjî ew îda hene. 18 Rast e hîmê gumana Birahîm tune bû, lê dîsa jî gumana wî hebû, û ewî bawer dikir ku wê bibe bavê gelek mileta, çimkî Xwedê jêra usa got: “Zureta teyê aha zêde be”. 19 Birahîm baweriyêda sist nebû, rast e difikirî ku wîra wê zar nebin, (çimkî ew emirda nêzîkî 100 salî bû), û Serah jî îda pîr bûye, nikare zara bîne, 20 lê ji bo sozê ku Xwedê dabû wî, ewî bawer dikir û tu car dudilî nedibû. Baweriya wî ew qewî dikir, û ewî rûmet dida Xwedê. 21 Ew bi temamî bawer bû ku Xwedê dikare sozê xwe bîne sêrî. 22 Bi saya baweriya xwe “ew yekî rast hate hesabê”.
23 Lê ev gilî “ew yekî rast hate hesabê”, ne tenê bona Birahîm hatine nivîsarê, 24 lê usa jî bona me. Emê jî ça kesên rast bêne hesabê, çimkî em Xwedayê ku Xudan Îsa ji mirinê rakiriye, bawer dikin. 25 Îsa bona gunên me hate kuştinê, û ew ji mirinê hate rakirinê, wekî em rast bêne hesabê.