KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Korintî 2
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Korintî Naveroka Kin

      • Xizmetiya Pawlos li Korintê (1-5)

      • Kûraya bîlaniya Xwedê (6-10)

      • Merivê ruhanî û merivê bedenî (11-16)

1 Korintî 2:9

Spartin

  • *

    Raste-rast “çev nedîtiye”.

  • *

    Raste-rast “guh nebihîstiye”.

1 Korintî 2:12

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Hizkirina Xwedê”, rûp. 53-55

1 Korintî 2:14

Spartin

  • *

    Raste-rast “merivê fîzîkî”. Dêmek merivê ku pê xwestinên bedenî rêberî dibe.

1 Korintî 2:15

Spartin

  • *

    Dêmek merivê ku pê ruhê Xwedê rêberî dibe.

1 Korintî 2:16

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    10/1/2015, rûp. 10

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Korintî 2:1-16

1 Korintî

2 Birano, gava ez hatim ku wera besa sura pîroze Xwedê bikim, ez nehatim ku bi giliyên xwe ser we hukum kim, yan jî xwe bîlan bidime kifşê. 2 Min safî kir ku derheqa tu tiştê din wera xeber nedim, tenê derheqa Îsa Mesîh û vê yekê ku ew ser stûnê hate kuştinê. 3 Û gava ez hatime bal we, ez sist bûm û ji tirsa dilerizîm. 4 Xeberdan û hînkirinên min ne bi giliyên bîlanî bûn, kîjan ku meriv bidana bawerkirinê. Lê giliyên minda qewata ruhê Xwedê dihate kifşê, 5 seva ku baweriya we ne ku ser hîmê bîlaniya meriva be, lê ser hîmê qewata Xwedê.

6 Niha em tevî yên ruhanîda gihîştî derheqa bîlaniyê xeber didin. Lê ev bîlaniya vê dinyayê, yan jî bîlaniya serwêrên vê dinyayê nîne, yên ku wê betavebin. 7 Lê em besa bîlaniya Xwedê dikin, bîlaniya sura pîrozda veşartî. Xwedê wedê berêda bona rûmeta me qirar kir, wekî li gora vê bîlaniyê hereket bike. 8 Tu serokên vê dinyayê vê bîlaniyê nizanin. Hergê wana ev bîlanî bizanibûya, wê Xudanê meyî rûmetê, nedana kuştinê. 9 Lê çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Tu kesî nedîtiye,* tu kesî nebihîstiye* û hişê tu kesîra derbaz nebûye, çi ku Xwedê hazir kiriye bona kesên ku wî hez dikin”. 10 Xwedê bi ruhê xwe ev tişt mera eşkere kirine. Ruhê pîroz her tiştî, hela hê fikirên Xwedêye kûr jî eşkere dike.

11 Gelo kesek fikirên merivekî din zane? Tenê meriv xwexa tiştên dilê xweda zane. Hema vî cûreyî, tu kes nikare fikirên Xwedê bizanibe, pêştirî ruhê Xwedê. 12 Îja me ne ku ruhê vê dinyayê, lê ruhê ku ji Xwedê tê, standiye. Bi vî awayî em dikarin tiştên ku Xwedê bi dilovanî em hîn kirine, fem kin. 13 Û em jî derheqa van tişta xeber didin, ne bi giliyên ku ji merivên bîlan hîn bûne, lê bi giliyên ku ruhê pîroz em hîn kirine, wekî rastiyên ji Xwedê şirovekin.

14 Lê merivê bedenî* tiştên ku ruhê Xwedê eşkere kirine, qebûl nake, çimkî ew bona wî bêaqilayî ne. Ew nikare van tişta fem ke, çimkî ev tişt tenê bi alîkariya ruhê Xwedê têne femkirinê. 15 Merivê ruhanî* her tiştî enene dike, lê xwexa ji kesekî nayê enenekirinê. 16 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Gelo kî nêt-fikirên Yehowa zane, ku wî hîn ke?” Lê em mîna Mesîh difikirin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin