1 Korintî
5 Min bihîst ku nav weda zinêkarî* tê kirinê. Û ev zinêkarîke usa ne, ku hela hê nav nebawermendada* jî tune. Minra hatiye gotinê ku merivek tevî jina bavê xwe dijî. 2 Û hûn bi vê yekê firnaq dibin? Ne hûn gerekê xemgîn bin, û wî merivî yê ku ev tişt kiriye, ji nav xwe derxin? 3 Rast e ez bal we nînim, lê hişê* min tevî we ye. Min ew merivê ku ev tişt kirine, îda sûcdar kiriye, têbêjî ez tevî we bûm. 4 Gava hûn tevayî bi navê Xudanê me Îsa top dibin, bizanibin ku hişê min û qewata Xudanê me Îsa jî tevî we ye. 5 Hûn gerekê wî merivî bidine destê Şeytan, wekî hukumê xirab ku ewî aniye civatê, bê hildanê. Bi vî awayî, ruhê civatêye baş wê roja Xudanda bê parastinê.
6 Baş nîne ku hûn vê yekêra firnaq dibin. Hûn nizanin, wekî hine hevîrtirşk temamiya hevîr tirş dike? 7 Hevîrtirşkê kevin bavêjin, ku hûn bibine hevîrê nû bê hevîrtirşk, û usa bimînin. Çimkî Mesîh, berxê meyî Cejina Derbazbûnê hatiye qurbankirinê. 8 Lema werên em Cejina Derbazbûnê ne ku bi hevîrtirşkê kevin derbaz kin, ne jî bi hevîrtirşkê gune û xirabiyê, lê bi nanê bêhevîrtirşk, dêmek bi nanê helaliyê û rastiyê, derbaz kin.
9 Min nema xweda wera nivîsî, wekî heleqetiya we tevî kesên ku zinêkariyê dikin, gerekê tune be. 10 Lê min derheqa zinêkar, çevbirçî, talankar, yan jî pûtparistên vê dinyayê negot. Hergê usa bûya, hûn gerekê ji vê dinyayê derketana. 11 Lê niha ez wera dinivîsim, wekî heleqetiya we tune be tevî kesê ku jêra tê gotinê bira, lê zinêkariyê dike, yan çevbirçî ye, yan pûta dihebîne, yan giliyên xirab dibêje,* yan bi zêdeyî vedixwe, yan talankar e. Hûn gerekê tevî kesê usa xwarinê jî nexwin. 12 Ev îşê min nîne ku ez dîwana wan bikim, yên ku ji civatê der in. Ne hûn gerekê dîwana wan bikin, yên ku civatêda nin? 13 Lê dîwana wan, yên ku ji civatê der in, Xwedê dike. “Kesê ku xirabiyê dike ji nav xwe derxin”.