Li Gora Markos
3 Îsa dîsa kete kinîştê* û wêderê merivek hebû, destekî wî kişiyayî bû. 2 Çevên Fêrisiya ser Îsa bû, hela ewê roja Şemiyê* wî merivî qenc ke, seva ku wî neheq kin. 3 Îsa merivê destkişiyayîra got: “Rabe û were ortê bisekine”. 4 Paşê Îsa ji wan pirsî: “Çi îzin e roja Şemiyê bikin, qenciyê yan xirabiyê? Emir xilaz kin yan bikujin?” Lê wana xwe ker kiribû. 5 Îsa ji bo dilkeviriya wan gelek xemgîn bû û bi hêrs li wan nihêrî. Ewî merivê destkişiyayîra got: “Destê xwe dirêj ke”. Ewî jî destê xwe dirêj kir, û destê wî qenc bû. 6 Hingê Fêrisî derketine derva û derbêra tevî piştgirên Hêrodes şêwirîn, ku çawa Îsa bidine kuştinê.
7 Lê Îsa tevî şagirtên xwe çû ber devê berê, û gelek meriv ji Celîlê û Cihûstanê pey wî çûn. 8 Hela hê ji Orşelîmê, ji Îdûmeyayê, ji aliyê dine Çemê Ûrdunê û ji der-dorê Sûr û Saydayê jî elaleteke mezin hate cem wî, gava derheqa gelek kirên wî bihîst. 9 Îsa şagirtên xwera got, wekî qeyîkeke biçûk wîra hazir kin, seva ku meriv wî def nedin. 10 Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, lema jî hemûyên bi nexweşiyên giran li dora wî top bûn, wekî destê xwe bidine wî. 11 Heta cina jî çaxê Îsa didîtin, xwe li ber wî davîtine erdê û dikirine qîrîn: “Tu Kurê Xwedê yî!” 12 Lê ewî gelek cara sert temî dida wan, ku derheqa wî nekine dengî.
13 Îsa hilkişiya çiyê, gazî hine şagirtên xwe kir, û ewana hatine bal wî. 14 Ewî 12 meriv bijartin û ewana nav kirin şandî, seva ku cem wî bin, wekî wana bona belakirina mizgîniyê bişîne 15 û hukum bide wan, ku cina derxin.
16 Navên wan 12 merivên bijartî, ev bûn: Şimhûnê ku Îsa navê wî usa jî danî Petrûs, 17 Aqûbê kurê Zebedî û birê wî* Yûhenna (Îsa navê wan Boanerces jî danî, çi ku tê hesabê “Kurên Gurîniya Ezmên”), 18 Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfawo, Tedayo, Şimhûnê Kananî,* 19 û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku paşê nemamiya Îsa kir.
Paşê Îsa kete malê, 20 û dîsa haqas meriv top bûn, ku wana nikaribû nan jî bixwara. 21 Gava merivên wî ev yek bihîstin, çûn wekî wî bi destê zorê ji wêderê bivin, çimkî wana digot: “Ewî hişê xwe unda kiriye!” 22 Û qanûnzanên ku ji Orşelîmê daketibûn, digotin: “Belzebûl* wîda heye. Ew cina bi saya serwêrê cina derdixe”. 23 Gava Îsa ew gazî bal xwe kirin, bi mesela wanra got: “Şeytan çawa dikare Şeytan derxe?” 24 Hergê padşatîk nav xweda hatiye parevekirin, ev padşatî nikare bimîne. 25 Û hergê malbetek nav xweda hatiye parevekirin, ev malbet wê nikaribe bimîne. 26 Vî cûreyî, hergê Şeytan miqabilî xwe rabûye û nav xweda hatiye parevekirin, ew nikare bimîne, lê belê xilaziya wî nêzîk bûye. 27 Tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke, hergê pêşiyê wî mêrxasî girênede. Lê gava wî girêde, wê bikaribe mala wî talan ke. 28 Ez rast wera dibêjim, bendara hemû cûre gune û kifirên ku wana kiriye, wê bê baxşandinê. 29 Lê yê ku kifiriya ruhê pîroz dike, wê tu car wî neyê baxşandinê. Ev gune wê heta-hetayê stiyê wîda bimîne”. 30 Îsa ev yek got, çimkî wana digot: “Cin wîda heye”.
31 Hingê diya Îsa û birên wî hatin û derva sekinîn. Wana kesek şand wekî gazî wî bikin. 32 Gelek meriv ku der-dorê wî rûniştî bûn, jêra gotin: “Diya te û birên te derva ne û pirsa te dikin”. 33 Lê Îsa cab da: “Diya min kî ye û birên min kî ne?” 34 Hingê ewî merivên der-dorê xwe nihêrî û got: “Diya min û birên min ew in! 35 Kî ku xwestina Xwedê tîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min”.