1 Têsalonîkî
3 Me îda nikaribû sebir kira, lema jî me safî kir wekî wê diha baş be em Atînayêda bimînin, 2 û birê xwe, xizmetkarê* Xwedê Tîmotêyo, yê ku mizgîniya derheqa Mesîh bela dike, bişînin bal we, wekî ew we bişidîne û berdiliyê bide we. Bi vî cûreyî ewê baweriya we qewî ke, 3 wekî ji bo wan tengasiya tu kes ji we sist nebe. Çimkî hûn xwexa zanin, wekî em nikarin ji tengasiyên usa birevin. 4 Gava em tevî we bûn, me pêşda wera digot, ku emê rastî tengasiya bên, û usa jî qewimî, çawa hûn xwexa jî zanin. 5 Lema gava min îda nikaribû sebir kira, min Tîmotêyo şande bal we, wekî derheqa aminiya we bibihêm. Ez ditirsiyam ku Yê Dicêribîne, dibeke hûn kirine nava gune û cefê me badîhewa bûya.
6 Lê niha Tîmotêyo ji we vegeriya û hate bal me û derheqa aminî û hezkirina we, tiştên baş mera gilî kir. Ewî got ku hûn me her gav tînin bîra xwe û hizreta dîtina me ne, çawa em jî hizreta dîtina we ne. 7 Lema jî birano, ji bo aminiya we ku hûn didine kifşê, me nava hemû cefa û tengasiyada berdilî stand. 8 Niha ku em zanin, wekî hûn riya Xudanda qewî disekinin, dilê me rihet e.* 9 Bi rastî em şikiriyê didine Xwedê seva we, çimkî we dilê me gelek şa kir. 10 Em şev û roj bi dil û can dua dikin, ku we bivînin û alîkariya lazim bidine we, wekî baweriya we diha qewî kin.
11 Bira Bavê me Xwedê û Xudanê me Îsa, riya me rast kin, wekî em bikaribin bêne bal we. 12 Usa jî bira Xudan alî we bike, wekî hûn hê zêde hevdu û hemûya hez bikin, çawa ku em we hez dikin. 13 Bi vî cûreyî, ew wê dilê we qewî ke, bêqisûr ke û pîroz ke ber Bavê me Xwedê, wedê hatina Xudanê me Îsa tevî hemû pîrozên xwe.