1 Korintî
15 Birano, ez dixwazim mizgîniya ku min gîhandibû we bînim bîra we. We ev mizgînî qebûl kir û baweriya xwe lê anî. 2 Hergê hûn xwe qayîm li vê mizgîniyê bigirin, hûnê bêne xilazkirinê. Hergê na, hûn badîhewa bûne bawermend.
3 Yek ji tiştên herî ferz, yên ku min gîhandine we û min xwexa jî standine ew e, ku Mesîh li gora Nivîsarên Pîroz bona gunên me mir, 4 û hate definkirinê. Belê, li gora Nivîsarên Pîroz ew roja sisiya ji mirinê hate rakirinê, 5 û ew Kîfasra* xuya bû, û paşê Donzdehara* jî. 6 Paşê, ew carekêra 500 birayî* zêdetirra xuya bû; ji wan gelek hê nav meda nin, lê hinek ji wan ketine xewa mirinê. 7 Paşê jî ew Aqûbra xuya bû, û paşê hemû şandiyara jî. 8 Axiriyê, ew minra jî xuya bû, çawa zarekêra, yê ku pêşiya wedê xwe hatiye bûyînê.
9 Çimkî ji şandiya yê herî biçûk ez im. Ez nehêja me ku ser min şandî bê gotinê, çimkî min civata Xwedê dizêrand. 10 Lê bi saya qenciya Xwedêye mezin ez ew im, çi jî heme. Û qenciya wîye mezin hindava minda badîhewa nîbû, çimkî min xizmetiyêda ji hemûya zeftir şixul kir. Lê min ev yek ne ku pê qewata xwe, lê bi saya qenciya Xwedêye mezin kir. 11 Em gişk jî, firqî tune ez yan şandiyên din, mizgînîkê bela dikin û we baweriya xwe lê aniye.
12 Mizgîniya ku em bela dikin ew e, ku Mesîh ji mirinê hate rakirinê. Îja çima hinek ji we dibêjin, ku rabûna miriya tune? 13 Hergê rabûna miriya tune, wekî usa ne Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirinê. 14 Lê hergê Mesîh ji mirinê nehatiye rakirinê, dêmek mizgîniya me boş-betal e, û baweriya me jî pûç e. 15 Serda jî, hergê yên mirî wê bi rastî neyêne rakirinê, wekî usa ne Xwedê ne jî Mesîh ji mirinê rakiriye. Dêmek, gava em dibêjin ku ewî Mesîh ji mirinê rakiriye, em derheqa Xwedê derewa dikin. 16 Hergê yên mirî wê neyêne rakirinê, wekî usa ne Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirinê. 17 Hergê Mesîh ji mirinê nehatiye rakirinê, wekî usa ne baweriya we bêkêr e, û gunên we hê nehatine baxşandinê. 18 Û dertê ku şagirtên Mesîh jî, yên ku xewa mirinêda nin, heta-hetayê mirî ne. 19 Hergê gumana me hindava Mesîh tenê bona vê jîyînê ye, em ji hemû meriva belengaztir in.
20 Lê em zanin ku Mesîh ji mirinê hatiye rakirinê. Ji nav hemû kesên ku mirine, ew bû yê pêşin ku ji mirinê hate rakirinê. 21 Çawa ku mirin rûyê merivekîda hat, usa jî bi merivekî wê rabûna miriya hebe. 22 Çawa ku hemû ji bo Adem dimirin, hemû wê bi saya Mesîh bêne saxkirinê. 23 Lê her kes dora xweda: Yê pêşin Mesîh bû, paşê wedê hatina Mesîhda, ewên ku para wî ne wê bêne saxkirinê. 24 Paşê axirî wê bê. Hingê wê Mesîh koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne, û Padşatiyê bide destê Bav û Xwedayê xwe. 25 Çimkî ew gerekê padşatiyê bike, heta ku Xwedê hemû dijmina bike binê nigên wî. 26 Hingê dijminê paşin, dêmek mirin, wê kokêva bê rakirinê. 27 Li gora Nivîsarên Pîroz, Xwedê “her tişt kire bin hukumê wî”.* Lê gava tê gotinê ku ‘her tişt kire bin hukumê wî’, femdarî ye xêncî Xwedê, yê ku her tişt kire bin hukumê wî. 28 Lê gava Xwedê her tiştî bike bin hukumê wî, hingê Kur wê xwexa nîşan ke ku ew bin hukumê Xwedêda ye, yê ku her tişt kiriye bin hukumê wî. Bi vî cûreyî, Xwedê wê bona her kesî bibe her tişt.
29 Lê ewên ku têne nixumandinê* seva ku mirî bin, bona wan çi kar e? Hergê mirî wê ranebin, îda çira ewana têne nixumandinê? 30 Çima em jî hertim xwe dikine bin xofê? 31 Birano, ez bi we şagirtên Xudanê me Mesîh Îsa firnaq im, û bi vê yekê ez sond dixwim ku ez her roj rastî mirinê têm. 32 Hergê min Efesêda tevî terewila şer kira mîna merivên din, îja kara min wê çi bûya? Hergê mirî wê neyêne rakirinê, de “werên em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin”. 33 Neyêne xapandinê! Hevalên xirab xeysetên baş xirab dikin. 34 Ser hişê xweda werên û tiştê rast bikin. Gune nekin. Nav weda hine kes bi rastî Xwedê nas nakin. Ez vê yekê dibêjim, wekî hûn şerm bikin.
35 Lê kesek wê bipirse: “Mirî wê ça rabin? Qalibê wan wê çawa be?” 36 Bêfemo! Gava tu toximekî diçînî, ew pêşiyê gerekê bimire, wekî paşê şîn be. 37 Û gava tu diçînî, tu şînkaya* ku digihîje naçînî, lê tenê toxim diçînî, yan genim yan jî toximekî din. 38 Xwedê li gora xwestina xwe qalib dide her şînkayîkê, û her toximekîra qalibê wan. 39 Usa jî, hemû qalib mîna hev nînin. Qalibê mêriv başqe ye û qalibê heywên başqe, yê teyreda başqe û yê mesiya jî başqe ye. 40 Qalibên ezmanî û qalibên erdî hene. Lê rûmeta qalibên ezmanî cude ye û rûmeta qalibên erdî cude ye. 41 Rûmeta tevê başqe ye, rûmeta hîvê başqe ye, û rûmeta steyrka jî başqe ye. Bi rastî, steyrk jî bi rûmeta xwe ji hev cude dibin.
42 Rabûna miriya jî hema usa ye. Qalibê ku dirize tê definkirinê, lê qalibê ku narize tê rakirinê. 43 Ew bêrûmetiyêda tê definkirinê, û rûmetêda tê rakirinê. Ew halekî sistda tê definkirinê, û qewatêda tê rakirinê. 44 Ew bi qalibê xûn û goşt tê definkirinê, û bi qalibê ruhanî tê rakirinê. Hergê qalibê xûn û goşt heye, qalibê ruhanî jî heye. 45 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Merivê pêşin Adem, bû nefsa bînber”. Lê Ademê paşin, bû ruhekî ku jîyînê dide. 46 Lê belê, merivê ruhanî pêşiyê nehat, lê merivê bedenî pêşiyê hat, û paşê yê ruhanî. 47 Merivê pêşin ji erdê ye û ji axê hate çêkirinê. Merivê duda ji ezmên e. 48 Ewên ku ji axê ne, mîna wî merivê pêşin in, yê ku ji axê hate çêkirinê. Û ewên ku li ezmên in, mîna wî kesî ne, yê ku ji ezmên e. 49 Çawa ku em niha mîna wî ne, yê ku ji axê hate çêkirinê, emê usa jî bibine mîna yê ji ezmên.
50 Birano, ez vê yekê wera dibêjim: Qalibên ji xûn û goşt nikarin Padşatiya Xwedê war bin. Çi ku dirize nikare tiştê ku narize war be. 51 Niha ezê wera sureke pîroz vekim: Em hemûyê nemirin, lê em hemûyê jî bêne guhastinê. 52 Gava boriya paşin bê lêxistinê, ev yek nişkêva, çawa ku çevê xwe bigirî-vekî, wê biqewime. Dengê boriyê wê bê, û yên mirî wê pê qalibê ku narize rabin, û emê bêne guhastinê. 53 Qalibê ku dirize wê bê guhastinê û bibe qalibê ku narize. Û qalibê ku dimire wê bê guhastinê û bibe qalibê ku tu car namire.* 54 Lê gava çi ku dirize bibe tiştê ku narize, û çi ku dimire bibe tiştê ku namire, hingê gotinên Nivîsarên Pîroz wê bêne sêrî: “Mirin ser heta-hetayê ji kokêva hate rakirinê”. 55 “Mirin, ka serketina te? Mirin, ka qewata* te?” 56 Qewata ku dibe sebebê mirinê, gune ye. Gune qewata xwe ji Qanûnê distîne. 57 Lê şikir Xwedêra, çimkî ew serketinê dide me bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!
58 Lema jî birên mine delal, qewî bimînin û ji ciyê xwe neleqin. Her gav şixulê Xudanda gelek xîret bin. Bîr nekin ku keda weye bona xizmetiya Xudan, tu car badîhewa nîne.