1 Petrûs
4 Mesîh ça meriv cefa kişand, bira hiş-aqilê we jî mîna yê Mesîh be. Çimkî kesê ku cefê dikişîne, dide kifşê ku ewî terka guna daye, 2 wekî wedê mayî ku ew ser erdê bijî, ne ku bona xwestinên bedenî bijî, lê seva ku qirara Xwedê bîne sêrî. 3 Îda bes e ku berê we çiqas mîna merivên vê dinyayê dikir. Mesele, rabûn-rûniştina we robetî* bû, hûn diketine pey temxwestinên xirab, we bi zêdeyî vedixwar, bêsînor û bêedeb kêf dikir, serxweş dibûn û miqabilî qanûnê diketine nava pûtparistiyê. 4 Merivên vê dinyayê fem nakin, ku çira hûn îda tevî wan riya bênamûsîda naçin, lema jî ewana we bêhurmet dikin. 5 Lê ewana wê li ber Mesîh caba xwe bidin, yê ku wê dîwana kesên sax û mirî bike. 6 Lema mizgînî miriyara jî hate dayînê, seva ku ewana ber çevê Xwedê aliyê ruhanîda sax bin, çiqas jî meriv bi dîtina çeva dîwana wan dikin.
7 Lê xilaziya her tiştî nêzîk bûye. Lema jî serwaxt bin û hertim hazir bin dua bikin. 8 Berî her tiştî hevdu gelek hez bikin, çimkî yê ku hez dike, hertim hazir e bibaxşîne kesên din.* 9 Hindava hevda mêvanhez bin û vê yekê hesab nekin ça barê giran.* 10 Her yek ji we çiqas pêşkêş ji Xwedê standiye, bidine xebatê ku hevdura xizmet kin, çawa berdestiyên ku alî kesên din dikin, wekî ewana ji kerema Xwedêye mezin, ya ku bi gelek cûra eşkere dibe, karê bistînin. 11 Hergê kesek xeber dide, bira ew usa xeber de ku zelal bê kifşê, wekî ew giliyên Xwedê elam dike. Hergê kesek xizmet dike, bira ew xwe bispêre qewata ku Xwedê dide, wekî Xwedê bi saya Îsa Mesîh her tiştîda bê rûmetkirinê. Ew heta-hetayê hêjayî rûmet û qewatê ye. Amîn.
12 Birên delal, gava hûn tengasiyên giran* dikişînin, ecêbmayî nemînin û nefikirin, ku tiştekî ecêb tê serê we. 13 Lê şa bin ku hûn hevalparên cefên Mesîh ne, seva ku çaxê rûmeta wî xuya be, hûn hingê jî bikaribin şa bin. 14 Hergê bona xatirê navê Mesîh we bêhurmet dikin, hûn bextewar in, çimkî ev yek nîşan dike, ku ruhê rûmetê, dêmek ruhê Xwedê ser we ye.
15 Lê ez naxwazim ku kesek ji we tengasiya bikişîne çawa mêrkuj, yan diz, yan yê ku xirabiyê dike, yan jî yê ku dikeve nav şixulên xelqê. 16 Hergê kesek ji bo vê yekê ku ew şagirtê Mesîh e cefê bikişîne, bira şerm neke, lê bira berdewam ke li gora vî navî bijî, û usa rûmetê bide Xwedê. 17 Çimkî niha ye wextê dîwanê ku Xwedê kifş kiriye, û evê ji mala Xwedê destpêbe. Lê hergê dîwan ji me destpêdibe, gelo çi wê bê serê wan kesa, yên ku gura mizgîniya Xwedê nakin? 18 “Û hergê merivê rast wê ancax xilaz be, îja çi wê bê serê yê gunekar û yê ku Xwedê natirse?” 19 Lema jî kesên ku cefê dikişînin ji bo wê yekê ku ewana qirara Xwedê tînin sêrî, bira xwe* tesmîlî Efirandarê amin bikin, û berdewam kin qenciyê bikin.