1 Petrûs
5 Ji bo vê yekê ku ez jî rûspî me, û min cefên Mesîh pê çevên xwe dîtine, û ez hevalparê wê rûmetê me, ya ku wê bê eşkerekirinê, ez ji rûspiyên nav weda hîvî dikim: 2 Çawa berpirsiyar şivantiya keriyê Xwedê bikin, yê ku ewî tesmîlî we kiriye. Lê ne ku bi mecbûrî, lê bi rezedilî çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi dil û can. 3 Nebine axayên wan, yên ku para Xwedê ne, lê bona kerî bibine mesele. 4 Û gava serokê şivana xuya be, hûnê xelata rûmetê* bistînin, ya ku qe unda nabe.
5 Mîna vê yekê, hûn, birên cahil, gura wan bira bikin, yên ku ji we mezintir in.* Lê hûn hemû hindava hevda milûk bin,* çimkî Xwedê miqabilî kesên babax e, lê kerema xweye mezin dide merivên milûk.
6 Lema jî bi milûktî xwe bikine bin destê Xwedayê qewî, wekî ew wedê rastda we bilind ke. 7 Hemû xemên xwe bidine destê wî,* çimkî ew bona we xem dike. 8 Serwaxt bin û hişyar bin! Dijminê we Mîrê-cina mîna şêrekî ku mire-mira wî ye, digere hela kê hûfî xwe ke. 9 Lê hûn bi baweriya qewî miqabilî Mîrê-cina bisekinin, çimkî hûn zanin wekî hemû birên we nav temamiya dinyayêda cefên usa dikişînin. 10 Xwedayê ku xweyê kerema mezin e, gazî we kiriye, wekî hûn tevî Mesîh yektiyêda bin û heta-hetayê bêne rûmetkirinê. Xwedê wê xwexa pey hinek cefên wera, hînkirina we temam ke. Ewê we qewî ke, alî we bike ku hûn amin bimînin û we bişidîne. 11 Qewat heta-hetayê ya wî ye. Amîn.
12 Min ev nema biçûk bi alîkariya Sîlvanûs,* kîjanî ez hesab dikim birakî amin, wera nivîsî, seva ku ez dilê we qewî kim û wera bidime kifşê, ku Xwedê bi rastî kerema xweye mezin li we kiriye. Xwe qewî li vê yekê bigirin. 13 Ya* ku Babîlonêda ye û mîna we aliyê Xwedêda hatiye bijartinê, we silav dike, û kurê min Markos jî we silav dike. 14 Bi hezkirinê* hevdu silav kin.
Bira hemûyên ku tevî Mesîh yektiyêda nin, edilayêda bin.