1 Petrûs
3 Anegorî vê yekê hûn jî, kulfetno gura mêrê xweda bin. Hingê kesên ku gura xebera Xwedê nakin jî, dibeke ne pê gotinê, lê pê rabûn-rûniştina we bibine bawermend, 2 çimkî ewana rabûn-rûniştina weye qenc û qedirgirtina we divînin. 3 Bira xemla we ne bi tiştên berbiçev be, dêmek ne bi gulîvegirtinê be, ne bi zêra, ne jî bi kincên biha be, 4 lê bira xemla we vê yekêda be, çi ku dilê weda ne. Bona vê yekê, xwe bi ruhekî milûk û şkestî* bixemilînin. Xemla usa narize, çimkî ew ber çevê Xwedê gelek qîmet e. 5 Wedê berêda jî jinên pîroz, yên ku baweriya xwe Xwedê dianîn, xwe usa dixemilandin. Ewana gura mêrên xweda bûn. 6 Mesele, Serayê gura Birahîm dikir û wîra digot “Axayê min”. Hûn jî hergê berdewam kin qenciyê bikin û netirsin, hûn zarên wê ne.
7 Usa jî hûn, mêrno li gora zanebûna ku we standiye, berdewam kin tevî jinên xwe bijîn. Qedirê wan bigirin, çimkî ewana sist in mîna firaqeke nazik, û tevî we xweyîwarên pêşkêşa jîyînê ne. Hergê hûn usa nekin, Xwedê wê duayên we qebûl neke.
8 Xûşk-birano, hûn gişk ser fikirekê bin, dilşewat bin, hevdu hez bikin, dilrem bin û milûk bin. 9 Gava meriv xirabiyê li we dikin, hûn xirabiyê li wan nekin. Gava meriv we bêhurmet dikin, hûn wana bêhurmet nekin. Lê dewsê, qenciyê bikin, çimkî Xwedê bona vê yekê gazî we kiriye, û ewê we kerem ke.
10 Çimkî nivîsar e: “Yê ku jîyînê hez dike û dixwaze rojên xweş bivîne, gerekê haj xwe hebe ku zimanê wî tiştekî xirab nebêje û xebereke derew ji devê wî dernekeve. 11 Bira ew xwe ji xirabiyê dûr bigire û qenciyê bike. Bira ew edilayê bigere û pey wê keve. 12 Çimkî çevên Yehowa ser kesên rast in, û guhên wî dua-dirozgên wan dibihên. Lê kesên ku xirabiyê dikin, Yehowa wana nefret dike”.
13 Hergê hûn bi xîret qenciyê bikin, kî wê zirarê bide we? 14 Lê hergê hûn seva rastiyê cefê bikişînin jî, hûn bextewar in. Ji tiştên ku ewana ditirsin,* hûn netirsin û ber xwe nekevin. 15 Lê dilê xweda Mesîh mîna Xudan pîroz kin. Hertim hazir bin, wekî ber kesên ku pirsa didine we, gumana xwe biparêzin. Lê vê yekê bi nermî û bi qedirekî mezin bikin.
16 Îsafa xwe temiz xwey kin, ku hergê kesek miqabilî we tiştekî xirab bêje, ewê şermî be ji bo rabûn-rûniştina weye qenc ça şagirtên Mesîh. 17 Diha baş e ku hûn ne ku ji bo kirên xirab, lê ji bo kirên qenc cefê bikişînin, hergê qirara Xwedê be. 18 Çimkî kesê rast, dêmek Mesîh, bona kesên nerast carekê bona heta-hetayê mir, wekî wana ji guna aza ke. Ewî usa kir ku hûn tevî Xwedê li hev bên. Ew ça meriv hate kuştinê, lê ça ruh ji mirinê hate rakirinê. 19 Û paşê çû, ku elametiya dîwanê bide wan ruhên* kelêda, 20 yên ku rojên Nuhda neguhdar bûn. Wan rojada, gava gemiya Nuh dihate avakirinê, Xwedê bi sebir hîviyê bû, û wê gemiyêda tenê çend kes, dêmek heyşt kes ji avê xilaz bûn.
21 Tiştên ku wan rojada qewimîn, em dikarin beramberî nixumandinê* bikin, ya ku niha me bi saya rabûna Îsa Mesîh ji mirinê, xilaz dike. (Nixumandin qirêja bedenê paqij nake, lê ew hîvîkirin e ber Xwedê bona îsafa temiz.) 22 Gava Mesîh hilkişiya ezmana, ew aliyê Xwedêyî rastê rûnişt. Û Xwedê melek, hukumetî û qewat da destê wî.