KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Tîmotêyo 1
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Tîmotêyo Naveroka Kin

      • Silavên Pawlos (1, 2)

      • Kesên ku hînkirinên qelp hîn dikin (3-11)

      • Kerema mezin ku Pawlosra hate dayînê (12-16)

      • Padşê heta-hetayê (17)

      • Mîna eskerekî baş şer bike (18-20)

1 Tîmotêyo 1:2

Spartin

  • *

    Ev nav tê hesabê “Yê ku rûmetê dide Xwedê”.

1 Tîmotêyo 1:5

Spartin

  • *

    Yan “rêberî”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê»,

    9/1/2015, rûp. 13-14

1 Tîmotêyo 1:8

Spartin

  • *

    Dêmek Qanûna Mûsa.

1 Tîmotêyo 1:10

Spartin

  • *

    Yan “yên ku bênamûsiya sêksûalî dikin”.

  • *

    Yan “saxlem; kêrhatî”.

1 Tîmotêyo 1:12

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    7/2016, rûp. 26

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Tîmotêyo 1:1-20

1 Tîmotêyo

1 Ez Pawlos, li gora temiya Xilazkarê me Xwedê û Mesîh Îsa, yê ku gumana me ye, bûme şandiyê Mesîh Îsa. 2 Ez vê nemê Tîmotêyora* dinivîsim, yê ku baweriyêda ça kurê minî helal e:

Bira kerema mezin, rem û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa, ser te be!

3 Pêşiya ku ez biçûma Makedonyayê, min tu hêlan kirî, wekî Efesêda bimînî. Û ez niha jî hîvî te dikim, ku tu temiyê bidî hineka, wekî ewana hînkirina qelp bela nekin, 4 guh nedine çîroka û pey lêkolîna derheqa rikiniyata nekevin. Tiştên usa bêkêr in, ew tenê pirsên zêde pêşda tînin, û qe hevgirêdana wan tevî tiştên ku Xwedê bona qewîkirina baweriyê dide, tune. 5 Bi rastî ev temî* bona vê yekê ye, wekî her kes hezkirinê bide kifşê, ku ji dilê temiz, ji îsafa temiz û ji baweriya bêdurûtî pêşda tê. 6 Hineka terka van tişta dane û ketine pey xeberdanên pûç. 7 Ewana dixwazin bibine dersdarên qanûnê, lê xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştên ku didine zora xwe, fem dikin.

8 Em zanin ku Qanûn* qenc e, lê meriv gerekê Qanûnê bi cûrê rast bîne sêrî. 9 Û em zanin wekî qanûn ne ku bona merivên rast hatiye dayînê, lê bona bêqanûna, miqabila, yên nexwedêxof, gunekara, neamina, yên ku tiştên pîroz înkar dikin, yên ku dê-bavê xwe û merivên din dikujin, 10 zinêkara,* mêrên ku tevî mêra serê xwe datînin, yên ku meriva didizin, derewîna, yên ku bi derew sond dixwin, û yên ku miqabilî hînkirina rast* radibin. 11 Ev hînkirin ser hîmê mizgîniya rûmet e, ya ku ji Xwedayê bextewar tê û ya ku ewî tesmîlî min kiriye.

12 Şikir Xudanê me Mesîh Îsara, yê ku qewat daye min, çimkî ewî ez amin hesab kirim û ev xizmetî tesmîlî min kir. 13 Berê min kifirî dikir, cimeta Xwedê dizêrand û ez merivekî berzeq bûm. Lê dîsa jî rem li min hate kirinê, çimkî min bi nezaniya xwe û bê baweriya rast hereket dikir. 14 Lê kerema mezin ya Xudanê me ser minda barî, û min ji Mesîh Îsa bawerî û hezkirin stand. 15 Ev gilî rast in û hêjayî bawerkirinê ne: Mesîh Îsa hate dinyayê, wekî gunekara xilaz ke. Û nav gunekarada, yê herî gunekar, ez im. 16 Lê dîsa jî rem li min hate dayînê, wekî Mesîh Îsa sebira xwe bi temamî hindava min, yê herî gunekarda, bide kifşê. Bi vî cûreyî, ewî ez kirime mesele bona wan meriva, yên ku wê baweriya xwe wî bînin, wekî jîyîna heta-hetayê qazanc kin.

17 Awa bira Padşê heta-hetayêra, nemirî û nexuyara, Xwedayê tekra, hurmet û rûmet heta-hetayê bê dayînê! Amîn.

18 Kurê min Tîmotêyo, ev rêberiya ku ez didime te, anegorî pêxembertiyên derheqa te ye. Ev gilî wê dilê te qewî kin, wekî tu berdewam kî mîna eskerekî baş şer bikî, 19 bawerî û îsafa xweye temiz biparêzî. Hineka guh nedane îsafa xwe û bona vê yekê baweriya wan mîna gemiyê nuq bû. 20 Hîmenayo û Skender nav wan kesada nin, û min ew dane destê Şeytan, wekî ev cezakirin wana hîn ke, ku kifiriya nekin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin