2 Tîmotêyo
2 Kurê min, berdewam ke qewatê bistîne ji kerema mezin, ya ku Îsa Mesîh hindava teda dide kifşê. 2 Û tiştên ku te ber gelek şeda ji min bihîstine, merivên amin hîn ke, ku ewana jî bikaribin van tişta kesên din hîn kin. 3 Mîna eskerekî Mesîh Îsayî qenc, bona tengasiyên ku wê bêne serê te, hazir be. 4 Eskerê ku dixwaze dilê wî kesî razî ke, yê ku ew kiriye esker, wê tu car pey şixulekî din nekeve, wekî pera qazanc ke. 5 Lecêda tu kes wê xelatê* nestîne, hergê qeydên lecê xwey neke. 6 Cotkarê ku bi xîret dixebite, berê erd gerekê ew pêşiyê bixwe. 7 Timê ser giliyên min bifikire, û Xudan wê alî te bike her tiştî fem bikî.*
8 Bîr neke wekî li gora mizgîniya ku ez bela dikim, Îsa Mesîh ji mirinê hate rakirinê û ew ji zureta Dawid bû. 9 Bona vê mizgîniyê ez cefê dikişînim û mîna qaçaxekî pê zincîra hatime girêdanê. Lê xebera Xwedê nikare pê zincîra bê girêdanê. 10 Lema jî ez bona xatirê yên bijartî her tiştî teyax dikim, wekî ewana jî bi yektiya tevî Mesîh Îsa xilaz bin û rûmeta her-heyî bistînin. 11 Ev gilî bi îtbar in: Hergê em tevî wî mirine, emê tevî wî bijîn jî. 12 Hergê em berdewam kin teyax kin, emê tevî wî çawa padşa serwêrtiyê bikin. Hergê em wî înkar kin, ewê jî me înkar ke. 13 Hergê em amin nemînin jî, Xwedê wê amin bimîne, çimkî ew nikare miqabilî xwe here.
14 Timê van tişta bîne bîra wan û ber Xwedê wana şîret ke, wekî bona xebera hevra nekevine dewê, çimkî kara vê yekê tune û tenê zirarê dide guhdara. 15 Çi ji destê te tê bike, ku Xwedê ji te razî be, û bibî xebatkarekî usa, yê ku tu meniya wî tune şerm bike, û yê ku xebera Xwedê* rast hîn dike. 16 Xwe ji xeberdanên pûç, yên ku Xwedê bêhurmet dikin, dûr bigire, çimkî rûyê vê yekêda xirabî hê zêde dibe. 17 Xeberdana usa wê mîna gangrênê bela be. Hîmenayo û Filîto jî nav wan merivada nin, yên ku van xeberdana bela dikin. 18 Ew meriv ji rastiyê dûr ketine û dibêjin ku rabûna miriya îda bûye. Ewana dibine sebeb, ku hine meriv baweriya xwe unda dikin. 19 Lê hîmê ku Xwedê daniye, qayîm disekine û ev mor ser e: “Yehowa wan kesa nas dike, yên ku para wî ne”, û “Bira her kesê ku gazî navê Yehowa dike, xwe ji neheqiyê dûr bigire”.
20 Mala mezinda ne tenê firaqên* ji zêr û zîv hene, lê firaqên ji dar û heriyê jî hene. Hine firaq bona derecên mexsûs* têne xebitandinê, lê hinek jî bona derecên nerûmetî. 21 Hergê kesek xwe ji firaqên ku bona derecên nerûmetî têne xebitandinê, dûr bigire, ewê bibe mîna firaqeke ku bona derecên mexsûs tê xebitandinê. Ewê bê pîrozkirinê, xweyê xwera karê bîne û bona her şixulê qenc hazir be. 22 Lema jî, ji xwestinên cahiltiyê bireve û tevî kesên ku bi dilê temiz gazî Xudan dikin, pey rastiyê, baweriyê, hezkirinê û edilayê keve.
23 Usa jî xwe ji dew-dozên bêkêr û axmax dûr bigire, çimkî tu zanî ku ev yek şer-dewa pêşda tîne. 24 Xulamê Xudan gerekê şera neke, lê hindava hemûyada qenc be* û hînkirinêda ser xwe be. Xêncî vê yekê, gava xirabî li wî tê kirinê, ew gerekê xwegirtinê bide kifşê, 25 û bi nermî yên miqabil şîret ke. Dibeke Xwedê mecalê bide wan, ku tobe kin û bigihîjine zanebûna rast derheqa rastiyê. 26 Diqewime hingê ewana bêne ser hişê xwe û xilaz bin ji telika Mîrê-cina, yê ku saxe-sax ewana girtine, wekî xwestina wî bînin sêrî.