KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 6
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Heft meriv têne bijartinê (1-7)

      • Steyfan kifiriyêda neheq dikin (8-15)

Karên Şandiya 6:2

Spartin

  • *

    Dêmek 12 şandî.

Karên Şandiya 6:5

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    10/2016, rûp. 9

Karên Şandiya 6:9

Spartin

  • *

    Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.

Karên Şandiya 6:12

Spartin

  • *

    Dêmek Sanhedrîn.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 6:1-15

Karên Şandiya

6 Wan rojada, hejmara şagirta zêde dibû. Hingê Cihûyên ku ser zimanê Yûnanî xeber didan, hindava Cihûyên ku ser zimanê Îbranî xeber didan gazin kirin, çimkî wedê belakirina xwarinê, jinebiyên wan dihatine bîrkirinê. 2 Lema jî Donzdeha* gazî gelek şagirta kirin û wanra gotin: “Wê nerast be hergê em hînkirina xebera Xwedê bihêlin, wekî xwarinê bela kin. 3 Birano, heft birên ku xweyê navekî baş in û bi ruhê pîroz û bîlaniyêva tije ne, nav xweda bijbêrin, wekî em vî şixulê ferz bidine destê wan. 4 Lê emê xwe tesmîlî dua û hînkirina xebera Xwedê bikin”. 5 Ev gilî hemûya xweş hat, û wana Steyfan, merivekî ku bi baweriyê û ruhê pîrozva tije bû, usa jî Fîlîpo, Prokoro, Nîkolo, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê Entakyayê, bijartin. 6 Wana ewana birine bal şandiya, û paşî duakirinê destên xwe danîne ser wan.

7 Xebera Xwedê berdewam dibû bela be, û hejmara şagirta Orşelîmêda gelek zêde dibû. Û gelek kahîna jî ev bawerî qebûl kirin.

8 Steyfanê ku bi kerem û qewata Xwedêva tije bû, nav cimetêda nîşan û keremetên mezin dikirin. 9 Lê hine merivên ava gotî ji Kinîşta* Azakiriya tevî çend kesên Kûrênî, Skenderyayî, Kîlîkyayî û Asyayî, tevî Steyfan ketine dewê. 10 Lê wana nikaribû miqabilî bîlaniya wî û ruhê pîroz ku ewî pê xeber dida, derketana. 11 Hingê wana dizîva serê meriva tije kir, wekî ewana usa bêjin: “Me bihîst ku ew kifiriya Xwedê û Mûsa dike”. 12 Wana cimet, rûspî û qanûnzan miqabilî wî rakirin, û nişkêva hatin bi destê zorê Steyfan girtin û birine Dîwana Bilind ya Cihûya.* 13 Wana gazî şedên derew kirin, ku gotin: “Ev meriv nasekine, dîsa miqabilî vî ciyê pîroz û Qanûnê xeber dide. 14 Mesele, me bihîst ku ewî got, wekî ev Îsayê Nisretî wê vî ciyî hilşîne û edetên ku Mûsa dane me, biguhêze”.

15 Hemû kesên ku Dîwana Bilind ya Cihûyada rûniştî bûn, wî nihêrîn û dîtin ku rûyê wî mîna rûyê melek bû.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin