Romayara
5 Awa çimkî em bi baweriya xwe rast hatine hesabê, werên em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, tevî Xwedê edilayêda şa bin.* 2 Baweriya me hindava Îsa bona me rê vedike, wekî em nêzîkî Xwedê bin û qenciya Xwedêye mezin bistînin, kîjanê jî em niha distînin. Û werên em şa bin,* çimkî gumana me heye ku Xwedê wê me rûmet ke. 3 Usa jî werên em şa bin çaxê em tengasiya dikişînin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê pêşda tîne. 4 Sebir jî alî me dike ku razîbûna Xwedê bistînin, û razîbûna wî gumanê dide me, 5 û guman me dilteng nake, çimkî Xwedê pê ruhê pîroz, kîjan ku mera hatiye dayînê, dilê me bi hezkirina xwe tije kiriye.
6 Gava em hê bêçare* bûn, Mesîh bona me merivên gunekar wedê kifşkirîda mir. 7 Diqewime tu kes hazir nîbe bona merivekî rast emirê xwe bide. Lê bona merivekî qenc dibeke kesek hazir be emirê xwe bide. 8 Lê Xwedê hezkirina xwe hindava meda da kifşê bi wê yekê, ku Mesîh bona me mir, gava em hê gunekar bûn. 9 Ev yek ku em bi xûna Îsa rast hatine hesabê, me hê zêde dide bawerkirinê, ku emê ji xezeba Xwedê xilaz bin. 10 Rast e em dijminên Xwedê bûn, lê bi saya mirina Kurê wî em bûne dostên wî.* Îlahî niha ku em dostên Xwedê ne, em dudilî nabin, ku bi saya jîyîna Îsa emê xilaz bin. 11 Usa jî, tiştên ku Xwedê bi destê Xudanê me Îsa Mesîh kirine, me şa dikin, çimkî bi saya wî em niha bûne dostên Xwedê.
12 Çawa bi merivekî gune kete dinyayê û ji gune mirin hat, usa mirin derbazî ser hemû meriva bû, çimkî hemûya jî gune kir. 13 Hê pêşiya Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê hergê qanûn tune, meriv nikare seva gunên xwe bê sûcdarkirinê. 14 Ji rojên Adem heta rojên Mûsa, mirin padşatiyê dike hela hê ser wan jî, gunên kîjana mîna yên Adem nîbûn. Adem jî mîna wî kesî bû, yê ku gerekê bihata.
15 Lê pêşkêşa Xwedê ne mîna gunê Adem e. Gelek meriv seva gunê Adem mirine. Lê qenciya Xwedê û pêşkêşa ku ewî bi qenciya merivekî, dêmek Îsa Mesîh, daye, hê zêde ye. Bi saya vê pêşkêşê, Xwedê keremên xwe ser gelek merivada dibarîne. 16 Usa jî firqiya orta pêşkêşa Xwedê û gunê Adem ev e: Gunê vî merivî bû sebeb, wekî hemû meriv neheq hatine hesabê, lê bi saya pêşkêşa Xwedê gelek meriv rast hatine hesabê. 17 Hergê ji bo gunê merivekî, mirinê padşatî kir, lê çiqas hê zêde em dikarin bawer bin, wekî bi saya yekî, dêmek Îsa Mesîh, ewên ku qenciya Xwedêye mezin û pêşkêşa rastiyê distînin, wê bijîn û padşatiyê bikin.
18 Lema jî çawa gunek bû sebeb, wekî hemû meriv neheq hatine hesabê, hema usa kirineke rast bû menî, ku gelek meriv rast têne hesabê û jîyînê distînin. 19 Çawa ku bi neguhdariya merivekî, gelek bûne gunekar, hema usa bi guhdarîkirina merivekî, gelek wê rast bêne hesabê. 20 Qanûn hatiye dayînê, seva ku eşkere be wekî meriv çiqas gunekar in. Lê kîderê gune zêde bûye, qenciya Xwedêye mezin jî hê zêde bûye. 21 Çawa ku gune padşatiyê dike û mirinê tîne, qenciya Xwedêye mezin jî niha bi saya rastiyê padşatiyê dike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, me berbi jîyîna heta-hetayê dibe.