Li Gora Metta
8 Paşê Îsa ji çiyê daket û elaleteke mezin pey wî çû. 2 Hingê, yekî kotî hate bal Îsa, xwe avîte ser çoka û lavaya wî kir: “Xudan, hergê tu tenê bixwazî, tu dikarî min qenc kî”.* 3 Îsa jî destê xwe dayê û gotê: “Ez dixwazim! Qenc be”. Derbêra ew ji nexweşiya kotîbûnê qenc bû. 4 Û Îsa wîra got: “Binihêre, tu kesîra tiştekî nebêjî, lê here xwe nîşanî kahîn ke û qurbana ku Mûsa temî daye, bide, wekî ew bona wan bibe îzbatiya qenckirina te”.*
5 Gava Îsa kete Kepernahûmê, sersedek* hate bal wî, reca wî kir 6 û gotê: “Xudan, xulamê min şilûşet e, malda cî-nivînada ye, û gelek diçerçire”. 7 Îsa caba wî da: “Ezê bêm, wî qenc kim”. 8 Sersed lê vegerand û gotê: “Xudan, ez nehêja me ku tu bêyî mala min. Lê tenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be. 9 Çimkî ez jî bin hukumê kesên dinda me, û bin destê minda jî esker hene. Gava ez yekîra dibêjim ‘Here!’, ew diçe, yekî dinra dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez xulamê xwera dibêjim ‘Vî tiştî bike!’, ew dike”. 10 Çaxê Îsa ev yek bihîst, ecêbmayî ma û gote wan, yên ku pey wî diçûn: “Ez rast wera dibêjim, Îsraêlêda, min bawerîke haqas qewî qe nedîtiye. 11 Ez wera dibêjim, ji rohilatê û roavayê gelek kes wê bên û Padşatiya ezmanada tevî Birahîm, Îshaq û Aqûb ber sifrê rûnên. 12 Lê zarên Padşatiya Xwedê wê bêne avîtinê derva nav teriyê. Wêderê ewana wê bigirîn* û çirke-çirka diranên wan bin”. 13 Paşê Îsa sersedra got: “Here. Anegorî baweriya te, bira xwestina te bê sêrî”. Û hema wê demê xulamê wî qenc bû.
14 Gava Îsa hate mala Petrûs, ewî dît ku xwesiya wî bi germa bilind nav nivînada ye. 15 Îsa destê xwe da destê wê, û germa wê danî. Ew jî rabû û wîra berdestî kir. 16 Gava bû êvar, gelek merivên cinaketî anîne bal wî. Ewî bi xeberekê cin derxistin û hemû kesên nexweş qenc kirin. 17 Bi wî cûreyî, gotina Îşaya pêxember hate sêrî: “Ewî em ji nexweşiyên me xilaz kirin û êşên me hilda ser xwe”.
18 Gava Îsa elalet li der-dorê xwe dît, temî da şagirta wekî tevî wî herin aliyê berêyî din. 19 Qanûnzanek nêzîkî wî bû û jêra got: “Dersdar, tu kuda jî herî, ezê pey te bêm”. 20 Lê Îsa wîra got: “Holikên rûviya* hene ku têda dimînin, û hêlûnên çivîkên ezmana jî hene, lê qe cîk tune wekî Kurê însên serê xwe lê dayne”. 21 Paşê yek ji şagirta, wîra got: “Xudan, îzinê bide min, ku ez pêşiyê herim bavê xwe çel kim”. 22 Lê Îsa jêra got: “Tu berdewam ke pey min were. Bira mirî miriyên xwe çel kin”.
23 Û çaxê Îsa kete qeyîkê, şagirtên wî pey wî çûn. 24 Nişkêva ser berê bakî qayîm rabû, û pêlên avê qeyîk tije dikir, lê Îsa razayî bû. 25 Şagirt nêzîkî wî bûn, ew ji xewê rakirin û gotin: “Xudan, emê bixeniqin, me xilaz ke!” 26 Hingê Îsa wanra got: “Kêmbawerno, çira tirs ketiye dilê we?” Hingê ew rabû, ferman da ba û berê, û paşî wê yekê ba û ber seqirîn. 27 Şagirt ecêbmayî man û gotin: “Ev kî ye? Heta ba û ber jî li gora gotina wî dikin”.
28 Gava Îsa derbazî aliyê berêyî din bû û gihîşt herêma Gedarînê, du merivên cinaketî ji nava mezela hatine pêşiya wî. Ev du meriv haqas har bûn, ku tu kes newêribû wê rêra derbaz bûya. 29 Wana kire qîrîn û gotin: “Tu çi ji me dixwazî, Kurê Xwedê? Tu pêşiya wextê kifşkirî hatî me biçerçirînî?” 30 Ji wana wêdatir, gelek xinzîr diçêriyan. 31 Lema cina reca ji wî kir û gotinê: “Hergê tu me derxî, me bişîne nav xinzîra”.* 32 Û Îsa wanra got: “Herin!” Hingê cin ji wan derketin û ketine nava xinzîra, û hemû xinzîra xwe jorda avîtine berê* û avêda xeniqîn. 33 Şivanên xinzîra revîn, çûne bajêr û her tişt gilî kirin, usa jî çi hate serê cinaketiya. 34 Hingê hemû merivên bajêr hatine pêşiya Îsa. Gava wana Îsa dît, hîvî ji wî kirin, wekî ew ji herêma wan here.