Romayara
3 Kara vê yekê çi ye, ku meriv Cihû ye? Yan jî kara sinetê çi ye? 2 Kara vê yekê gelek e: Mesele, Xwedê xeberên xweyî pîroz tesmîlî Cihûya kirine. 3 Awa hergê ji wan hinek amin neman, gelo kêmbaweriya wan tê hesabê ku Xwedê neamin e? 4 Hemikî na! Hergê hemû meriv derewa bikin jî, Xwedê wê hertim rastiyê bêje. Çawa ku hatiye nivîsarê: “Tuyê gotinên xweda rast derêyî, û tuyê serkevî gava te sûcdar kin”. 5 Neheqiya me hê zelal nîşan dike ku Xwedê heq e. Îja Xwedê neheq e çaxê xezeba xwe tîne ser me? (Ez usa dibêjim, ça hine meriv difikirin.) 6 Tu car na! Hergê Xwedê neheq be, wê çawa dîwana dinyayê bike?
7 Usa jî hergê derewiya min hê zêde nîşan dike, wekî Xwedê rast e û hê zêde rûmetê dide wî, îja ez çira mîna yekî gunekar tême sûcdarkirinê? 8 Û çira em aha nabêjin: “De were em xirabiyê bikin, wekî qencî derê”, çawa hine meriv şera me gilî dikin, ku yançi em usa dibêjin? Ew meriv wê li gora heqiyê bêne dîwankirinê.
9 Îja em Cihû ji kesên din çêtir in? Hemikî na! Çawa ku me îda gotibû, him Cihû him jî Yûnan bin hukumê guneda nin. 10 Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Merivê rast tune, qe yek jî tune. 11 Kesekî ku fem bike tune; kesekî ku Xwedê digere tune. 12 Hemû meriv ji rê derketin û bêkêr bûne. Kesekî ku qenciyê dike tune, qe yek jî tune”. 13 “Xeberdana wan, meriva dikuje.* Ewana bi zimanê xwe derewa dikin”. “Jera mera ser lêvên wan e”. 14 “Devê wan bi nifira û giliyên tel tije ye”. 15 “Nigên wan xûnrêtinêra lez in”. 16 “Riyên wan qeda-belayê tînin, 17 û ewana riya edilayê nizanin”. 18 “Tirsa Xwedê dilê wanda tune”.
19 Em zanin Qanûn çi ku dibêje bona wan e, yên ku bin Qanûnêda nin, wekî devê her kesî bê dadanê, û eşkere be ku temamiya dinyayê ber Xwedê neheq e û hêjayî cezakirinê ye. 20 Lema jî tu kes nikare ber çevê Xwedê rast bê hesabê bi vê yekê ku xwe li Qanûnê digire. Bi rastî Qanûn alî me dike, wekî em hê zelal fem kin, ku gune çi ye.
21 Lê niha em fem dikin ku meriv bêyî Qanûnê dikare ber çevê Xwedê rast bê hesabê. Ev yek Qanûn û Nivîsarên Pêxemberada jî tê gotinê. 22 Belê, hemûyên ku baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, dikarin ber çevê Xwedê rast bêne hesabê, çimkî Xwedê firqiyê nake orta meriva. 23 Hemûya gune kiriye û nikarin bigihîjine rûmeta Xwedê. 24 Lê Mesîh Îsa ewana xilaz kirin, ku bona gune heq da û usa ewana ber Xwedê rast hatine hesabê. Û ev yek pêşkêş e, ku Xwedê bi qenciya xweye mezin daye wan. 25 Xwedê, Mesîh kire qurban, seva ku meriv bi saya baweriya hindava xûna wî, tevî Xwedê li hev bên.* Xwedê ev yek kir, seva ku heqiya xwe bide kifşê. Bi vê yekê ku ewî gunên ku pêşda hatibûn kirinê, dibaxşand, ewî sebira xwe nîşan dikir 26 Lê ew usa jî heqiya xwe mera nîşan dike bi vê yekê, ku rast hesab dike wî merivî, yê ku baweriya xwe Îsa tîne.
27 Îja qe menî heye, wekî em payê xwe bidin? Na, qe menîk jî tune. Gelo em gerekê payê xwe bidin, ku Qanûnê tînin sêrî? Na, em gerekê firnaq bin ku em pey qanûna baweriyê diçin. 28 Çimkî em zanin wekî meriv pê baweriya xwe rast tê hesabê, ne ku bi vê yekê ku ew xwe li Qanûnê digire. 29 Gelo Xwedê tenê Xwedayê Cihûya ye? Ne ew Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew Xwedayê hemû mileta ye. 30 Çimkî Xwedê yek e, ewê him kesên sinetkirî, him jî kesên nesinetkirî bi saya baweriya wan, wana rast hesab ke. 31 Hergê usa ye, gelo em bi baweriya xwe Qanûnê betal dikin? Na! Em piştgiriya Qanûnê dikin.