Li gora Yûhenna
3 Fêrisîkî bi navê Nîkodêmo hebû, yê ku serwêrekî Cihûya bû. 2 Ew şev hate cem Îsa û wîra got: “Dersdar,* em zanin wekî tu ji Xwedê ça dersdar hatî, çimkî ev keremetên ku tu dikî, tu kes bê alîkariya Xwedê nikare bike”. 3 Îsa wîra got: “Ez rast tera dibêjim, hergê kesek tezeda* neyê bûyînê, ewê nikaribe Padşatiya Xwedê bivîne”. 4 Nîkodêmo jê pirsî: “Gelo yekî kal çawa dikare tezeda bê bûyînê? Qe ew dikare dîsa bikeve zikê diya xwe û bê bûyînê?” 5 Îsa caba wî da: “Ez rast tera dibêjim, hergê kesek ji avê û ruh* neyê bûyînê, wê nikaribe bikeve Padşatiya Xwedê. 6 Ji bedenê, beden tê bûyînê û ji ruh, ruh tê bûyînê. 7 Ecêbmayî nemîne, ku min tera got: ‘Hûn gerekê tezeda bêne bûyînê’. 8 Ba li ku dixwaze wêderê radibe. Hûn dengê ba dibihên, lê nizanin ew ji ku tê, yan diçe ku. Her kesê ku ji ruh tê bûyînê jî usa ye”.
9 Nîkodêmo ji Îsa pirsî: “Ev yek çawa dibe?” 10 Îsa got: “Tu dersdarê Îsraêlê yî û van tişta nizanî? 11 Ez rast tera dibêjim, tiştên ku em zanin, dibêjin, û şedetiya tiştên ku me dîtiye, didin. Lê hûn şedetiya me qebûl nakin. 12 Min derheqa tiştên ku ser erdê ne, wera gilî kir, lê hûn bawer nakin, îja hergê ez derheqa tiştên ezmanî gilî kim, hûnê çawa bawer kin? 13 Him jî, tu meriv hilnekişiyaye ezmên, xêncî Kurê însên, yê ku ji ezmên hate xwarê. 14 Çawa ku Mûsa beriyêda mer bilind kir, Kurê însên jî gerekê usa bê bilindkirinê,* 15 wekî her kesê ku wî bawer bike jîyîna heta-hetayê bistîne.
16 Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne. 17 Xwedê Kurê xwe neşandiye dinyayê, wekî ew dîwana dinyayê bike, lê wekî dinya bi saya wî xilaz be. 18 Yê ku baweriya xwe wî tîne, wê neyê dîwankirinê. Lê yê ku baweriya xwe wî nayne, îda hatiye dîwankirinê, çimkî ewî baweriya xwe Kurê Xwedê yê tayê tenê neaniye.* 19 Hîmê dîwankirinê ev e: Ronayî hatiye dinyayê, lê meriva dewsa ronayê, terî hez kirin, çimkî kirên wan xirab bûn. 20 Yê ku tiştên xirab dike, ronayê nefret dike û berbi ronayê naçe, wekî kirên wî eşkere nebin. 21 Lê yê ku tiştên rast dike, ew berbi ronayê diçe, wekî eşkere be ku kirên wî li gora qirara Xwedê bûn”.
22 Paşî vê yekê, Îsa tevî şagirtên xwe çû gundên Cihûstanê, û wêderê ewî hine wede tevî wan derbaz kir û meriv dinixumandin.* 23 Lê Yûhenna jî meriv dinixumandin li Eynonê, nêzîkî Salîmê, çimkî wêderê av zef bû. Meriv dihatin bal wî û dihatine nixumandinê; 24 hingê Yûhenna hê neavîtibûne kelê.
25 Nav şagirtên Yûhenna û Cihûkîda derheqa edetê paqijkirinê dew pêşda hat. 26 Lema jî ewana çûn bal Yûhenna û jêra gotin: “Dersdar, binihêre, merivê ku tevî te aliyê dine Çemê Ûrdunê bû, derheqa kîjanî te şedetî da, meriva dinixumîne û gişk diçine bal wî”. 27 Yûhenna cab da û got: “Meriv nikare tiştekî bistîne, heta ku ji ezmên wîra neyê dayînê. 28 Hûn xwexa şede ne, ku min usa gotibû: ‘Ez Mesîh nînim, lê ez pêşiya wî hatime şandinê’. 29 Bûk bona zeva ye. Lê hevalê zevê çaxê disekine û dengê wî dibihê, gelek şa dibe. Lema jî ez bi şabûnê tije bûm. 30 Mesîh gerekê hê mezin be, lê ez gerekê hê biçûk bim”.
31 Yê ku ji jorê tê, ser hemûyara ye. Yê ku ji erdê ye, derheqa tiştên ku ser erdê ne xeber dide, çimkî ew ji erdê ye. Yê ku ji ezmên tê, ser hemûyara ye. 32 Ew derheqa tiştên ku dîtiye û bihîstiye şedetiyê dide, lê tu kes şedetiya wî qebûl nake. 33 Lê yê ku şedetiya wî qebûl dike, îzbat dike* ku Xwedê rast e. 34 Ewê ku Xwedê lê şandiye, giliyên Xwedê dibêje, çimkî Xwedê bi merdanî ruhê xwe dide. 35 Bav Kur hez dike û her tişt daye destê wî. 36 Yê ku Kur bawer dike, ewê jîyîna heta-hetayê bistîne. Lê yê ku gura Kur nake, ewê jîyînê nevîne, lê xezeba Xwedê wê ser wî bimîne.