Kolosiyara
4 Axano, hûn zanin ku Axayê we jî heye li ezmên, lema xulamên xwera heyf û heq bin.
2 Hertim dua bikin, vê yekêda hişyar bimînin û şikiriyê bidine Xwedê. 3 Seva me jî dua bikin ku Xwedê bona xebera xwe derî veke, wekî em sura pîroz derheqa Mesîh gilî kin, bona çi jî ez kelêda me. 4 Dua bikin wekî çawa ku lazim e, ez bi zelalî vê xeberê bela kim.
5 Hindava nebawermendada serwaxt bin, û wedê* xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê. 6 Bira giliyên we timê xweş bin, ça xwarineke xwêkirî, wekî hûn bizanibin çawa caba her kesî bidin.
7 Birê minî delal Tixîko, yê ku xizmetkarekî amin e û mîna me xulamê Xudan e, wê derheqa min hemû tiştî wera gilî ke. 8 Ez wî dişînim bal we ku hûn haj me hebin û wekî ew dilê we rihet ke. 9 Ew tevî birê minî delal û amin, Onîsîmo, tê, yê ku yek ji we ye. Ewê wera gilî ke hemû tiştên ku vira diqewimin.
10 Erîstarxo, yê ku tevî min kelêda ye, we silav dike, û usa jî Markos, merivê* Barnabas (derheqa kîjanî we rêberî stand, ku hergê ew bê bal we, hûn wî qebûl kin), 11 û Îsayê ku jêra Yûsto dibêjin, we silav dikin. Ewana ji kesên sinetkirî ne. Şixulê Padşatiya Xwedêda tenê ewana hevalkarên min in, û wana dilbîniya mezin* daye min. 12 Êpafras, yê ku xulamê Mesîh e û yek ji we ye, silavên xwe wera dişîne. Ew hertim bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn ça merivne ruhanîda gihîştî qewî bimînin, û baweriya xwe wan her tişta bînin, çi ku qirara Xwedêva girêdayî ye. 13 Ez şedê vê yekê me, ku ew him bona kara we, him jî bona kara kesên li Lawdikya û Hîrapolîsê gelek cefê dikişîne.
14 Hekîmê delal Lûqa û Dîmas jî silavên xwe wera dişînin. 15 Silavên min bigihînin birên li Lawdikyayê, xûşka me Nîmfayê û civata ku mala wêda top dibe. 16 Û çaxê ew neme nav weda bê xwendinê, wê bişînin civata Lawdikyayê, wekî wêderê jî bê xwendinê. Lê nema ku min Lawdikyayêra şand, bira nav weda jî bê xwendinê. 17 Arxîpora bêjin: “Haj xwe hebe wekî xizmetiya ku te ji Xudan standiye, bînî sêrî”.
18 Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Bîr nekin ku ez bi zincîra girêdayî me. Bira kerema Xwedêye mezin ser we be!