1 Korintî
6 Gava yek ji we tevî yekî dikeve dewê, hûn ça diwêrin herin dîwanê ber nebawermenda? Hûn çira naçin bal yên pîroz civatêda? 2 Çira hûn nizanin ku yên pîroz wê dîwana dinyayê bikin? Hergê hûn nikarin pirsên biçûk safî kin, hûnê çawa dîwana dinyayê bikin? 3 Hûn nizanin ku emê dîwana meleka bikin? Îja çima hûn nikarin pirsên biçûke vê jîyînê safî kin? 4 Çaxê lazim e ku hûn pirsên vê jîyînê safî kin, çima dew-dozên xwe dibine bal wan hakima, yên ku para civatê nînin? 5 Ez usa dibêjim, wekî hûn şerm kin. Gelo nav weda qe merivekî bîlan tune ku bikaribe pirsên nav birada safî ke? 6 Lê bira birê xwe dibe ber dîwanê, û wî ber nebawermenda sûcdar dike!
7 Hûn gava hevra dikevine dergeh-dîwana, we îda daye der. Diha baş nîne hûn neheq derên? Diha baş nîne ku hûn zirarê bivînin? 8 Dewsê, hûn neheqiyê dikin û zirarê didine birên xwe!
9 Çima hûn nizanin wekî kesên ku xirabiyê dikin wê Padşatiya Xwedê war nebin? Nexapin! Kesên ku bênamûsiyê dikin, pûta dihebînin, zinêkariyê dikin,* zewacêda nemamiyê dikin, mêrên ku serê xwe mêrara datînin,* 10 yên diziyê dikin, yên timakar, yên serxweş, yên ku giliyên xirab dibêjin,* û yên talankar wê Padşatiya Xwedê war nebin. 11 Û hinek ji we hema merivne usa bûn. Lê Xwedê bi navê Xudanê me Îsa Mesîh û bi ruhê xwe hûn paqij kirin, pîroz kirin û rast hesab kirin.
12 Îzina min heye ez her tiştî bikim, lê her tişt kêrhatî nîne. Îzina min heye ez her tiştî bikim, lê ezê nehêlim, ku tiştek min bike bin hukumê xwe. 13 Xwarin bona zik e, û zik bona xwarinê ye. Lê Xwedê wê him xwarinê, him jî zik kuta ke. Beden bona zinêkariyê nîne, lê bona şixulê Xudan e, û Xudan jî bona bedenê ye. 14 Xwedê bi qewata xwe Xudan ji mirinê rakir, û ewê me jî ji mirinê rake.
15 Çima hûn nizanin ku bedenên we endemên Mesîh ne? Gelo rast e wekî hûn endemên Mesîh hildin, û wana tevî ya qav kin? Tu car na! 16 Gelo hûn nizanin ku hergê kesek tevî ya qav dibe yek, ew tevî wê dibe bedenek? Çimkî Xwedê dibêje: “Herdu wê bibine yek”.* 17 Lê yê ku tevî Xudan yektiyêda ye, ew tevî wî ruhda dibe yek. 18 Ji zinêkariyê birevin! Çimkî tu gunekî din ser bedenê usa hukum nake. Lê kesê ku zinêkariyê dike, ew miqabilî bedena xwe gune dike. 19 Gelo hûn nizanin ku bedena we paristgeha ruhê pîroz e, ya ku nav weda ye? Û ev ruh ji Xwedê ye. Hûn xweyê serê xwe nînin, 20 çimkî Xwedê qîmetekî mezin bona we daye. Lema jî bi bedena xwe wî rûmet kin.