Îbraniyara
3 Lema jî, hûn, birên pîroz ku hatine gazîkirinê* wekî herin ser ezmana, bifikirin derheqa şandî û kahînê mezin, dêmek Îsa, kîjanî em qebûl dikin. 2 Çawa Mûsa amin bû, gava mala Xwedêda xizmet dikir, Îsa jî Xwedêra, yê ku ew kifş kir, amin bû. 3 Lê Îsa ji Mûsa zêdetir hêjayî rûmetê ye, çimkî yê ku malê ava dike, ji vê malê zêdetir hêjayî rûmetê ye. 4 Hemikî her mal bi destê kesekî tê avakirinê, lê yê ku her tişt çêkiriye,* Xwedê ye. 5 Mûsa mala Xwedêda xizmetkarekî amin bû. Xizmetiya wî şedetî da bona tiştên ku wê paşê eşkere bêne gotinê. 6 Lê Mesîh kurê amin bû, yê ku ser mala Xwedêra hatibû kifşkirinê. Hergê em berdewam kin bi mêrxasî xeber din û heta xilaziyê xwe qayîm li gumanê bigirin, em mala Xwedê ne.
7 Lema jî ruhê pîroz dibêje: “Îro, hergê hûn dengê wî bibihên, 8 dilê xwe hişk nekin, çawa kal-bavên we gelek hêrsa min rakirin, li roja ku beriyêda ez cêribandim. 9 Wana 40 salî kirên min didît, lê yeke wêderê ez dicêribandim. 10 Bona vê yekê ev nisil ber çevê min heram bû û min got: ‘Ewana timê dilê xweda ji min dûr dikevin, û wana riyên min nas nekirine’. 11 Lema jî min ji hêrsê sond xwar: ‘Ewana wê nekevine nav rihetiya min’”.
12 Birano, haj xwe hebin, wekî usa nebe ku nava weda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax. 13 Lê hûn berdewam kin her roj dil bidine hev, heta ku ew wede hê heye, kîjanêra “Îro” tê gotinê, wekî tu kes ji we serhişk nebe ji bo gunê ku dikare we bixapîne. 14 Hergê em çawa destpêkêda, heta xilaziyê xwe qewî li wê baweriyê bigirin, tenê hingê emê bibine hevparên Mesîh. 15 Çawa ku hatiye gotinê: “Îro, hergê hûn dengê wî bibihên, dilê xwe hişk nekin, çawa kal-bavên we gelek hêrsa min rakirin”.
16 Ew kî bûn ku dengê Xwedê bihîstin û dîsa jî hêrsa wî rakirin? Ew hemû nîbûn, yên ku bi rêberiya Mûsa ji Misirê derketibûn? 17 Û kî 40 salî ber çevê Xwedê heram bû? Ne ew bûn, yên ku gune dikirin û beriyêda mirin? 18 Û ewî kêra sond xwar ku ewana wê nekevine nav rihetiya wî? Ne ewî neguhdarara sond xwar? 19 De îja em divînin ku ewana ji bo nebaweriya xwe nikaribûn biketana nav rihetiya wî.