2 Korintî
1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, tevî birê me Tîmotêyo civata Xwedêye Korintêra vê nemê dinivîsim. Ev neme bona wan hemû pîroza ye jî, yên ku li temamiya Axayayêda nin.
2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, ser we be!
3 Bira pesin Xwedêra bê dayînê, yê ku Bav û Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh e. Ew Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû berdiliyê ye. 4 Ew hemû tengasiyên meda berdiliyê dide me,* wekî em jî bikaribin wedê tengasiya ber dilê kesên dinda bên, bi vê berdiliyê, ya ku em ji Xwedê distînin. 5 Em bona Mesîh gelek çetinaya dikişînin, lê em usa jî hê zêde berdiliyê bi saya Mesîh distînin. 6 Hergê em rastî tengasiya tên, ev yek bona berdilî û xilazbûna we ye. Û hergê em berdiliyê distînin, ew jî bona berdiliya we ye. Bi alîkariya vê berdiliyê hûn dikarin ber wan çetinaya teyax kin, kîjan ku em jî dikişînin. 7 Em bi temamî weda bawer in, çimkî zanin wekî çawa hûn tevî me çetinaya dikişînin, hûnê tevî me dilrihetiyê jî bistînin.
8 Birano, em dixwazin ku hûn haj wê yekê hebin, ku me li Asyayê çi telî-tengasî kişandiye. Halê me usa giran bû, ku me pê qewata xwe nikaribû teyax kira, û hela hê jî me nizanibû emê sax bimînin yan na. 9 Bi rastî em difikirîn ku emê bimirin. Lê vî halîda em hîn bûn, wekî gumana xwe ne ku bidine ser xwe, lê ser Xwedayê ku miriya radike. 10 Ewî em ji mirinê xilaz kirin, û wê dîsa jî xilaz ke. Û em gumana xwe didine ser wî û bawer dikin, wekî ewê axiriyêda jî me xilaz ke. 11 Hûn jî dikarin komekê bidine me pê dua-dirozgên xwe. Hergê gelek meriv bona xatirê me Xwedêra dua bikin, ewê guh bide wan û alî me bike, hingê gelek meriv wê şikiriyê bidine Xwedê.
12 Em firnaq dibin ku îsafa me temiz e, çimkî em hindava merivên vê dinyayêda û îlahî hindava weda, çawa ku Xwedê hîn dike bi pîrozî û helalî xwe didine kifşê, ne ku bi bîlaniya vê dinyayê, lê bi kerema Xwedêye mezin. 13 Tiştên ku hûn dikarin hêsa bixûnin û fem bikin,* em wera dinivîsin. Gumana min heye, ku hûnê wan tişta jî bi temamî fem kin. 14 Ji we hineka îda fem kiriye, wekî hûn dikarin mera firnaq bin. Hema bi vî cûreyî, emê jî wera firnaq bin roja Xudanê me Îsada.
15 Û çimkî ez vê yekêda bawer bûm, min dixwest cara duda bême bal we, wekî hûn dîsa şa bin. 16 Min xwera nêt danîbû, wekî çaxê berbi Makedonyayê herim, ser riya xwe serîkî we xim. Û ji Makedonyayê jî dîsa vegerim bal we, û paşê hûn min berbi Cihûstanê hinekî verêkin. 17 Gava min ev yek safî kir, gelo min bi sivikayî ser vê yekê nihêrî? Yan jî min usa safî kir çawa bende, ku pêşiyê bêjim “Erê”, paşê jî “Na”? 18 Çawa ku hûn dikarin îtbariya xwe Xwedê bînin, usa jî îtbariya xwe giliyên me bînin. Em wera nabêjin “erê”, lê paşê “na”. 19 Çimkî Kurê Xwedê Îsa Mesîh jî, derheqa kîjanî me, dêmek min, Sîlvanûs* û Tîmotêyo wera elam kir, nebû “erê” û “na”, lê giliyê wîye “erê”, hertim “erê” ye. 20 Çimkî çiqas sozên Xwedê hebûn, ew hemû bi saya Îsa bûne “erê”. Bona vê yekê em usa jî pê wî Xwedêra “Amîn” dibêjin, çi ku rûmetê dide Xwedê. 21 Lê Xwedê ye, ku we dide bawerkirinê, wekî hûn û em para Mesîh ne û yê ku em bijartine. 22 Ewî usa jî mora xwe daniye ser me, û ruhê pîroz çawa soz* kiriye dilê me, bona tiştê ku wê bê.
23 Xwedê şede ye, ez heta niha nehatime Korintê, wekî hûn hê zêde xemgîn nebin. 24 Ev nayê hesabê ku em axayên baweriya we ne, çimkî hûn bi saya baweriya xwe disekinin. Em bona şabûna we hevalkarên we ne.